ZIYARETAN DUBARE BIKE
DERS 7
Bixîret Be
Prensîp: “Wan dev jê berneda ku her roj … hîn bikin û Mizgîniyê bidin” (Karên Şandiyan 5:42).
Pawlos Çi Kir?
1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Karên Şandiyan 19:8-10 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:
Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?
2. Ji bo ku em ziyaretên baş bikin û ku em bi mirovan re dest bi kursên Kitêba Pîroz bikin, gerek em wext û qeweta xwe xerc bikin.
Wek Pawlos Bike
3. Bernameya xwe li gor kesên eleqedar eyar bike. Ji xwe wisa bipirse: “Gelo kengê û li ku derê ez dikarim xwe bigihînim wî kesî? Kîjan wext û cih ji bo wî minasib be?” Eger ev yek ji bo te zor be jî, hazir be ku tu bernameya xwe li gor wî eyar bikî.
4. Ji bo sohbeteke din planê çêke. Li dawiya her sohbetê, saet û wexta ji bo sohbeta din eyar bike. Û ji soza xwe dernekeve.
5. Hêviya xwe qut neke. Eger em kesê eleqedar kêm li malê bibînin yan ew tim dibêje ku ‘ez mijûl im’, nefikire ku eleqeya wî bi Kitêba Pîroz tune ye (1. Kor. 13:4, 7). Xîret bike ku tu xwe bigihînî wî kesî, lê piştî wextekê, qeweta xwe boş xerc neke (1. Kor. 9:26).
LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE
Kar. 10:42; 1. Kor. 9:22, 23; 2. Kor. 4:1; Gal. 6:9