Peresan – Efsane û Îspat
„Peresan rastiyek e, ku bi qasî germahiya rojê teqez e.“ Ev gotin ayîdî peresanparêz û zanyarê navdar profesor Richard Dawkins in.16 Helbet ceribandin û çavnêriyên serarast, îspat dikin ku roj germ e. Nexwe, ceribandin û çavnêriyên serarast, îspat dikin ku peresan jî rastiyeke bêguman e?
Beriya ku ev pirs bê bersîvandin, divê tiştek bi zelalî bê eşkerekirin. Gelek kesên zanyar dîtin, ku bi pêvajoya demê re, di nîjada tiştên candar de, hin guheraniyên biçûk dikarin bên holê. Bi mînak mirov kûçikên ku li taybetmendiyên ew lê digerin xwedî ne, hildibijêrin, wan bi hev re didin cotkirin û bi vî awayî kûçikên ji pederşahên wan qorkurttir, an jî pûrtdirêjtir bidest dixin. a Hin mirovên zanyar van guheraniyên biçûk wekî „mîkroperesan“ bi nav dikin.
Ancax kesên peresanparêz dibêjin ku ev guheraniyên biçûk, berhev dibin û ji guheraniyên mezin re dibin sedem, bi vî awayî masî li amfîbyûman û meymûn jî li mirovan hatine veguhertin. Ev guheraniyên mezin, ên qaşo, wekî „makroperesan“ tên binavkirin.
Mesela Charles Darwîn li gor guheraniyên biçûk, ên ku çavnêrî dikare lê bê kirin, 17 Ew fikirî ku şekilên jiyanê yên pêşî, yên ku jê re „hêsan“ tê gotin, di pêvajoya zemanekî zehf dirêj de, bi guheraniyên zehf biçûk bûne peresan û bi vî awayî bi milyonan şekilên jiyanê yên niha anîne holê.18
îda kir ku guheraniyên mezin, ên ku tu kesî çavnêrî lê nekiriye jî, pêk hatine.Ev îda ji gelek kesan re, wekî bi mantiq xuya dibe. Çimkî ew weha difikirin: ‚Heger di cisnekî de guheraniyên biçûk bikaribin pêk bên, ma çima peresan nekare di pêvajoya zemanê dirêj de, guheraniyên mezin jî bîne holê?’ Lê belê rastî ew e, ku hîndariya peresanê xwe dispêre van her sê efsaneyan. Ji kerema xwe li ser van zanyariyên ku li jêr hatine dayîn kûr bifikirin.
Efsane 1: Mutasyon madeyê xam, ê ku ji bo cisnên nû pêwîst e, pêk tînin. Mutasyon an jî guheranî, guherînek e, ku bi her tu awayî di koda genetîk a nebat, an jî heywanekî de tê holê ye. Hîndariya makroperesanê, li ser îdaya ku mutasyon ne tenê cisnên nû, heta ew nebatên bi tevahî nû û familyayên heywanan jî dikare bîne holê, hatiye damezrandin.19
Îspat: Gelek taybetmendiyên nebat an heywanekî, bi navgîniya koda wî ya genetîk, ango talîmatên ku di dendikê her hucreyekî de veşartî ne, tên diyarkirin. b Lêkolînvanan kifş kirin, ku mutasyon dikarin di nîjada nebat û heywanan de, bibin sedemê guheraniyan. Lê gelo rast e, ku mutasyon dikarin bi tevahî cisnên nû pêk bînin? Lêkolînên teqrîben bi qasî 100 salan, ên di qada genetîk de, gihîştin çi encamê?
Hilbijartina xweza, ango fikirê ku ferdên bi rewşa tê de dijîn re herî qenc dikevin ahengê, di domandin û zêdekirina jiyana xwe de, wê bêtir serkeftî bibin, ji demeke dirêj ve dihat qebûlkirin. Mirovên zanyar li gor vê yekê di dawiya 1930-î de, xwe li fikirekî nû pêçan: Heger mutasyonên ku bi serobero tên holê, bi riya hilbijartina xweza bikarin cisnên nebatên nû pêk bînin, ji aliyê mirovan ve afirandin û hilbijartina mutasyonan, divê encamên hê bibandortir bînin meydanê. Ji Enstitûya Max Planck a Lêkolîna Îslehkirina Nebatan (Almanya), Wolf-Ekkehard Lönnig weha dibêje: „Di nav kesên biyolog, zanyarên genetîk, bi taybetî jî cenanê nebatan û kesên ku heywanan xwedî dikin de, heyecaneke pirr mezin çêbû.“ c Ew çima evqas şa bûn? Lönnig, ê ku nêzîkî 30 salan e, li genetîka mutasyonan a di nebatan de kolaye, weha vedibêje: „Kesên zanyar fikirîn, ku ev xebat di metodên kevin, ên cenanê nebatan û xwedîkirina heywanan de, wê şoreşê biafirînin. Wan guman kir, ku ewê bikarin mutasyonan bînin meydanê, yên minasib hilbijêrin, bi vî awayî nebat û heywanên nû û hê qenctir hilberînin.“20 Heta ji wan hinekan guman dikir, ku cisnên bi tevahî nû, wê derketa holê.
Li Amerîka, Asya û Ewropayê bi desteka pereyan, programên metodên ku wehd dikin peresanê bidin lezandin, hatin destpêkirin. Encama van xebatên bênavber, ên ku bêtirî 40 salan berdewam kir, gelo çi anî holê? Lêkolînvan Peter von Sengbusch dibêje, ku „bi mabesta ku bi awayekî domdar çeşîdên berdartir bên bipêşxistin, metodên dayîna tîrêjê yên [ji bo çêkirina mutasyonan tên bikaranîn], ew ligel desteka pereyên zêde jî, di dereceyeke mezin de, neserkeftî bûn.“21 Lönnig jî weha dibêje: „Di dema salên 1980-ê de, hêvî û heyecana mirovên zanyar, a di destpêkê de tefiya bû, çimkî xebatên li seranserê cîhanê bi awayeke neserkeftî bi dawî bûbûn. Li welatên Rojava xebatên di warê îsleha mutasyonê de, hatin rawestandin. Candarên ku rastî mutasyonê hatibûn, hema hema hemû ... mir in, an jî ji yên ku li xwezayê ne lewaztir bûn.“ d
Ancax bi saya lêkolînên mutasyonê, yên bi qasî nêzîkî 100 salan û xebatên îsleha mutasyonê, yên bi qasî 70 salan, mirovên zanyar di mijara ku mutasyon dikarin cisnên nû bînin holê yan na de, karîn bigihîjin encamên zelal û teqez. Lönnig piştî ku delîl tetkîk kirin, ev yek diyar kir: „Mutasyon nikarin cisnê xas, ê nebatan, an jî heywanekî, bi giştî veguherin cisnekî nû. Ev encam, hem bi tevahiya encamên ku bi navgîniya lêkolînên mutasyonê, yên di sedsala 20. de, hatine bi destxistin û tecrûbeyan re û hem jî bi zagonên dibetiyê re, di ahengê de ye.“
Gelo cisnek dikare bi navgîniya mutasyonê, li cisnekî bi tevahî nû bê veguhertin? Heger li delîlan bê mêzekirin, Na! Lönnig piştî xebatên xwe yên ku bi gelek salan domandin, gihîşt vê encamê: „Her cisnê ku çêkirineke xwe ya xweser a genetîk heye, sînorên wî, yên teqez hene û ev sînor nikarin bi awayeke serobero, bi navgîniya mutasyonan bên îxlalkirin, an jî veguhertin.“22
Ka carekê bifikirin, ev rastiyên ku me li jor tetkîk kirin, tên çi wateyê. Heger zanyarên pispor jî, ku mutasyonan biafirînin, ji wan ên herî minasib hilbijêrin û dîsa jî nekarin cisnên nû bînin holê, gelo mimkun e, ku pêvajoyeke xwezayî, ya ku tê de aqil rolê nalîze, bikare vê yekê pêk bîne? Heger lêkolîn nîşan bidin, ku mutasyon nikarin cisnekî xas, li cisnekî bi tevahî nû veguherin, gelo dikare bê gotin, ku makroperesan rast e?
Efsane 2: Bi navgîniya hilbijartina xwezayî cisnên nû tên holê. Darwîn guman dikir, di pêvajoya ku wî wekî „hilbijartina xwezayî“ bi nav kir de, şekilên ku bi derdora xwe re herî qenc dikevin ahengê, wê bi jiyanê berdewam bikin, lê belê di heman dereceyê de, yên ku nakevin ahengê jî, di dawiyê de, tune dibin. Peresanparêzên nûjen hîn dikin ku hilbijartina xwezayî weha dixebite: Cisn li cihên curbicur belav dibin û komên cuda pêk tînin. Di nav komeke taybet de, yên ku rastî mutasyona genê hatine û bi wî cihê nû re qenctir ketine ahengê, serdestî qezenc kir. Komên ku ji hevdû hatine veqetîn jî, her ku bi cihên ew lê ne re qenctir dikevin ahengê, di pêvajoya demê de dikevin şekilê cisnên bi tevahî cuda.
Îspat: Wek ku berê jî hat diyarkirin, lêkolîn bi zelalî nîşan didin ku mutasyon nikarin cisnê nebat û heywanên bi tevahî nû bînin meydanê. Lê belê dîsa jî, em angaştên derbarê hilbijartina xwezayî de jî, tetkîk bikin. Kesên peresanparêz, ji bo fikirê ku bi navgîniya hilbijartinên xwezayî mutasyonên sûdewer hatine hilbijartin û cisnên nû derketine holê destek bikin, gelo kîjan îspatan nîşan didin? Di sala 1999-an de, weşanekî ku ji aliyê Akademiya Zanyariyan a Netewî (NAS) ve hatiye weşandin, di vî warî de 23
wekî îspat „13 cisnên îspînozan, ên ku Darwîn li giravên Galapagosê tetkîk kirin û êdî wekî Îspînozên Darwîn tên zanîn“, nîşan dide.Ji zanîngeha Princetonê bi rêberiya Peter R. û B. Rosemary Grantê, komeke lêkolînê di salên 1970-ê de, ev îspînoz tetkîk kirin. Wan piştî hişkayiyekî, ku bi qasî salekî domand, dît ku îspînozên hinekî nikulqalindtir, li hember ên nikulziravtir, hê hêsantir li jiyanê dimînin. Ji metodên sereke, yên ku kesên zanyar ji bo jihevdûcudakirina 13 cisnên îspînozan bi kar tînin, yek ew e, ku li dirêjî û şekilê nikulê wan tê nêrîn; ji ber vê yekê hat gumankirin, ku ev kifş girîng e. Di weşana NASê de, weha hatiye nivîsîn: „Li gor texmîna cotê Grant, heger li van giravan di her deh salan de hişkayiyek biqewime, bes di 200 salan de, cisnekî îspînozê, yê nû dikare bê meydanê.“24
Lê belê weşana NASê, îhmal kir ku behsa vê rastiyê bike: Di salên piştî hişkayiyê de, hijmara îspînozên hê nikulziravtir, dîsa ji hijmara yên nikulqalindtir derbas bû. Kesên lêkolînvan dîtin, her ku îqlima giravê tê guhertin, salekî îspînozên nikulqalind, salekî jî yên nikulzirav hijmara zêdehiyê bidest dixin. Herweha wan ferq kir, ew îspînozên ku wekî cisnên cuda hatine dabeşkirin, dibin cot û çêlikên wan di warê lijiyanêmayînê de, ji dê û bavê xwe bêtir serkeftî dibin. Ew gihîştin encama, ku ji van herdu „cisnan“, heger cotbûna îspînozan berdewam bike, ev herdu „cisn“ dikarin bibin tenê yek „cisnek“.25
Gelo hilbijartinên xwezayî bi rastî jî cisnên nû, bi tevahî tînin holê? Beriya demeke dirêj biyologê peresanparêz George Christopher Williams, dest bi pirsyariyê kir, ku gelo bandoreke wusa mezin a hilbijartina xwezayî heye yan na.26 Di sala 1999-an de, teorîsyenê peresanê Jeffrey Schwartz nivîsî, ku hilbijartina xwezayî, herçend alîkarî kiribe, ku cisn bikarin bi rewşên tên guhertin re bikevin ahengê jî „tiştekî nû neafirandiye“.27
Bi rastî jî Îspînozên Darwîn nabin „tiştekî nû“. Ew hê jî îspînoz in. Cotbûna wan a di nav xwe de jî, derbarê mijara metodê ku hin peresanparêz ji bo „cisnan“ ji hevdû veqetînin bikar tînin de, şik û gumanan peyda dike. Herweha wek ku di mînaka Îspînozên
Darwîn de tê dîtin, heta akademiyên bi îtibar, ên zanyar jî, dikarin îspatan bi awayeke alîgir pêşkêş bikin.Efsane 3: Qeyda fosîlan makroperesanê îspat dike. Weşana NASê, nêrîna ku fosîlên ji aliyê kesên zanyar ve hatine dîtin, bi zêdehî ji makroperesanê re îspat peyda kirine, hişyar kir. Ew weha dinivîse: „Di navbera masî û amfîbyûman, amfîbyûm û xijendeyan, xijende û guhandaran û rêza nîjada prîmatan de, ewqas navberform hatin dîtin, ku di gelek rewşan de cisnek tam kengê li cisnekî din hatiye veguhertin, tespîtkirina wî çetin e.“28
Îspat: Îfadeya ku vê weşanê ewqas teqez bikar aniye, mirovan zehf şaş dihêle. Gelo çima? Li gor Niles Eldredge, yê ku bi awayeke hişk peresanê diparêze, qeyda fosîlê nîşan dide, ku cisn ne hêdî hêdî hatine veguhertin, lê belê di pêvajoya zemanekî dirêj de „di gelek cisnan de, yan hîç an jî zehf kêm veguherîna peresanî“ pêk hatiye.29
Li gor qeyda fosîlê, tevahiya komên heywanên mezin, yekser derketine holê û paşê hema hema qet nehatine veguhertin
Mirovên zanyar heta niha li seranserê cîhanê nêzîkî 200 milyonan fosîlên mezin û bi milyaran jî fosîlên biçûk dîtin û hemû kirin arşîvê. Gelek lêkolînvan vê yekê qebûl dikin, ku ev qeyda fosîlê, ya berfireh û bi detay, diyar dike ku tevahiya komên heywanên mezin, yekser derketine holê û paşê hema hema qet nehatine veguhertin, lakîn gelek cisn jî yekser derketine holê û yekser winda bûne.
Ji bo qebûlkirina peresanê „bawerî“ lazim e
Nexwe çima gelek peresanparêzên navdar, bi berdewamî îda dikin ku makroperesan rastiyek e? Peresanparêzê navdar Richard Lewontin, sedemê ku çima gelek mirovên zanyar amade ne îdayên zanyarî, yên ku nehatine îspatkirin qebûl dikin, bi awayeke durist weha vedibêje: „Beriya her tiştî, baweriyeke ku me xwe lê pêça ye heye, em bi materyalîzmê ve girêdayî ne.“ e Gelek mirovên zanyar, heta naxwazin li ser îhtimala ku tesewirkarekî xwedîaqil heye, bifikirin jî. Lewontin, vê yekê weha tîne ziman: „Em tewr naxwazin, ku Afirandêr di şêmûga dêrî re yek gavekî jî bavêje hundir.“30
Di kovara bi navê Scientific American de, li ser vê mijarê ev peyvên sosyolog Rodney Stark tên ragihandin: „Ev 200 sal in, ku reklama vî fikirî tê kirin: Heger hûn dixwazin bibin alîgirekî zanyariyê, divê hûn zêhnê xwe ji esareta ol rizgar bikin.“ Herweha ew dibêje, ku di zanîngehên lêkolînê de „kesên oldar, di vî warî de dengê xwe dernaxin.“31
Heger hûn hîndariya makroperesanê qebûl bikin, divê hûn ewle bibin, ku kesên zanyar ên agnostîk an jî ateîst, çaxê îcadên zanyarî şîrove dikin, vê yekê bêyî bandora fikirên xwe yên şexsî, bi awayeke bêalîgir dikin. Herweha divê mirov qebûl bike, ku tevahiya şekilên jiyanê, yên kompleks bi navgîniya mutasyonan û hilbijartina xwezayî hatine meydanê, ligel ku lêkolînên 100 salî îspat kirine, qet yek cisnekî ku çêkirineke xwe, ya xweser a genetîk heye jî, bi navgîniya mutasyonê li cisnekî bi tevahî nû nehatiye veguhertin. Divê mirov bawer bike, ku hemû candar ji pederşahekî hevpar hêdî hêdî bi peresanbûnê hatine meydanê û vê qeyda fosîlê, ya ku nîşan dide nebatên bingehîn û komên ajalan yekser derketine holê û di pêvajoya heyamên zehf dirêj de, li cisnên din nehatine veguhertin jî, paşçav bike. Gelo li gor we baweriyekî wusa, xwe dispêre îspatan, an jî teoriyan? Belê, wek ku tê dîtin, ji bo qebûlkirina peresanê „bawerî“ lazim e.
a Ev guheraniyên ku kesên kûçikan xwedî dikin, dikarin bikin, bi pirranî ji sedemê di hin genan de windabûna fonksiyonan e. Mesela sedemê biçûkiya kûçikê bi cisnê dachshund (dakel), cûcetiyekî ji ber şixulîna xerabûneke di kirtikê de ye.
b Lêkolîn nîşan didin, ku sîtoplazma, xavik û parçeyên din ên hucreyê, di diyarkirina taybetmendiyên candarekî de, rolê dilîzin.
c Lönnig bawer dike, ku jiyan hatiye afirandin. Peyvên wî yên di vê weşanê de, fikirên wî bi xwe ne û fikirê Enstitûya Max Planck a Lêkolîna Îslehkirina Nebatan temsîl nake.
d Hat dîtin ku di ceribandinên mutasyonê de, çeşîdên nû yên mutasyonê, yên ku hatin bidestxistin, tim kêm bûn û mutasyonên ji eynî çeşîdî jî, tim û tim dihatin dîtin. Ji mutasyonên nebatan, hecmekî kêmî ji sedî 1 hat hilbijartin, da ku bêtir lêkolîn li ser bê kirin û ji vê komê jî tenê kêmî ji sedî 1 ji bo bikaranîna ticaretê guncan hat dîtin. Lê belê tu cisnekî nû nehat bidestxistin. Encama îsleha mutasyonê ya di heywanan de jî, ji ya di nebatan de, hê jî xerabtir bû û di dawiyê de bi tevahî dev ji vî metodî hat berdan.
e Di vî warî de bi îfadeya „materyalîzm“, behsa teoriyekî ku jiyan jî tê de, hemû tiştên di gerdûnê de, bêyî têkiliyeke deresiruştî çêbûne, tê kirin.