Gelo Qeyda Derbarê Afirînê de li Dijî Zanyariyê ye?
Gelek kes dibêjin, ku qeyda Pirtûka Pîroz a derbarê afirînê de, li dijî zanyariyê ye. Feqet dijayetiya esasî, ne di navbera zanyariyê û Pirtûka Pîroz de ye, lê belê di navbera zanyariyê û baweriya hin mezhebên Mesîhî de ye, yên ku xwe wekî afirînparêz bi nav dikin. Ji van koman hinek îda dikin, ku li gor Pirtûka Pîroz tevahiya gerdûnê, teqrîben beriya 10.000 salan, di şeş rojên herfî, yên ku ji 24 saetan pêk tên de, hatiye afirandin.
Lakîn Pirtûka Pîroz vî fikirî destek nake. Heger destek bikira, gelek kifşên zanyarî, yên ku di sedsala bihurî de hatin kirin, bi rastî jî derbarê mijara rastiya Pirtûka Pîroz de, wê şik û guman peyda bikira. Ancax gava bi awayekî dîqet bê tetkîkkirin, tê dîtin ku metnê Pirtûka Pîroz bi rastiyên zanyarî, yên ku hatine îspatkirin re, ne dijhev in. Ji ber vê yekê, Şahidên Yahowa, bi komên afirînparêz re, ne hemfikir in. Niha em binêrin, ka Pirtûka Pîroz bi rastî çi hîn dike.
Qeyda 1. Mûsa, hîn nake ku cîhan û gerdûn, tenê beriya çend hezar salan, di şeş rojên ku ji 24 saetan pêk tên de, hatine afirandin
„Destpêk“ kengê bû?
Qeyda afirînê bi van peyvên ku hêsan, feqet bi wate ne, dest pê dike: „Di destpêkê de Xwedê ezman û erd afirand“ (1. Mûsa 1:1). Gelek zanyarên Pirtûka Pîroz hemfikir in, ku ev çalakiya di vê ayetê de tê vegotin, di zemanekî cuda de pêk hatiye, ango ew zeman, ji rojên afirînê yên ku ji ayet 3 dest pê dike û tên ragihandin, veqetî ye. Di esasê xwe de, ev detayekî zehf girîng e. Li gor peyvên destpêkirina Pirtûka Pîroz, cîhan jî tê de, tevahiya gerdûnê, beriya demeke dirêj a ku rojên afirînê hê dest pê nekiribûn, hatiye afirandin.
Kesên jeolog texmîn dikin, ku salên temena cîhanê kêm-zêde 4 milyar in, herweha salên temena gerdûnê jî, li gor astronomiyê 15 milyar in. Gelo ev texmîn bi ayeta 1. Mûsa 1:1 re, dijhev e? Na, heta texmîn paşê bên guhertin jî, ne dijhev e, çimkî Pirtûka Pîroz tam diyar nake, ku salên temena „ezmên û erdê“ çend in. Loma di navbera zanyariyê û Pirtûka Pîroz de tu dijheviyek tune.
Dirêjiya rojên afirînê çiqas in?
Nexwe derheqê dirêjiya rojên afirînê de, çi dikare bê gotin? Gelo ev roj, wek ku tê îdakirin, bi rastî jî di dirêjiya 24 saetan de bûn? Gelê Îsraêl diviya şeş rojan bixebitiya û di roja heftan, ango Roja Sebtê de, bêhna xwe vedana. Mûsa, yanî nivîskarê qeyda afirandinê jî, paşê ev „roja“ heftan, ji bo Roja Sebtê ya heftane, yan jî Roja Bêhnvedanê, wekî mînak girt. Gelek kes ji ber vê sedemê îda dikin, ku divê her rojekî afirînê di wateya herfî de 24 saet bin (2. Mûsa ). Gelo vegotina di pirtûka 1. Mûsa de, vê encamê destek dike? 20:11
Na, destek nake. Bi rastî peyva Îbrankî ya ku wekî „roj“ hatiye wergerandin, ne tenê ji bo demeke 24 saetan, lê belê ji bo heyamên di dirêjiyên cuda de jî, tê bikaranîn. Bi mînak çaxê Mûsa afirandin kurte kir, wî tevahiya şeş rojên afirînê, wekî yek rojek terîf kir (1. Mûsa 2:4). Herweha tê xwendin ku Xweda di roja afirandinê ya pêşî de, „ronahî roj, tarî jî şev“ binav kiriye (1. Mûsa 1:5). Di vir de, bi îfadeya „roj“ tenê yek qisimekî dewra zemanê 24 saetan, tê qestkirin. Ji ber vê yekê îdaya, ku divê her rojekî afirînê di wateya herfî de 24 saet bin, xwe naspêre Pirtûka Pîroz.
Nexwe dirêjiya rojên afirînê çiqas in? Herçend ji pirtûka 1. Mûsa, beşên 1. û 2., di vê mijarê de tiştekî zelal nebêjin jî, îfadeyên ku di wir de hatine bikaranîn, diyar dikin ku mesele demên zehf dirêj in.
Şeş heyamên afirînê
Mûsa ev qeyd, bi Îbrankî nivîsî û bûyer bi çavê yekî ku li ser rûyê erdê sekinî ye, vegotin. Herweha wek ku me berê jî dît, gerdûn, beriya ku „roj“ ango demên afirînê hê dest pê nekiribûn jî, hebû. Tevahiya van zanyariyan, ji gelek nîqaşên li ser afirînê re, çareseriyê tînin. Çawa?
Çaxê qeyda afirînê bi dîqet bê tetkîkkirin, tê dîtin hinek bûyerên ku di yek „rojekî“ de dest pê kirine, yan di „roja“ piştî wê, yan jî di „rojên“ din de, hê berdewam dikin. Bi mînak hê ku roja pêşî ya afirînê dest pê nekiribû, roj hebû, ancax ronahiya wê bi îhtimaleke mezin ji sedemê ewrên tîr nedigihîşt rûyê erdê (Eyûb 38:9). Di „roja“ pêşî de, bi navgîniya ku ev bariyer hêdî hêdî ji holê rabû, ronahiya mijdar dest pê kir, ji atmosferê palî. a
Di „roja“ diduyan de, tê fêmkirin ku bi berdewamkirina vebûna atmosferê re, di navbera tebeqeya ewran a li jor û okyanûsên li jêr de, valahiyek pêk hatiye. Di „roja“ çaran de atmosfer qenc vebûye, bi saya wê roj û heyv di „ezmanqubeyê“ de, hatine rewşeke ku bikare bê dîtin (1. Mûsa ). Bi gotineke din, yekî ku li ser rûyê erdê sekiniye, êdî karibûye roj û heyvê bibîne. Ev veguhertin hemû hêdî hêdî hatine holê. 1:14-16
Herweha qeyda afirînê dibêje, ku çaxê atmosferê vebûn berdewam kiriye, di „roja“ pêncan de, afirînên firînde, yên wekî heşare û heywanên perçerm, dest pê kirine, derketine holê.
Lewre gava bi awayê vegotina Pirtûka Pîroz bê mêzekirin, mirov dikare bigihîje encama ku hin bûyerên bingehîn ên di roj, an heyamekî de afirînê, ne yekser, lê belê belkî hêdî hêdî pêk hatine; heta dibe ku hinekan di rojên afirînê yên paşê de jî, hê berdewam kiribe. b
Li gor cisnên xwe
Gelo ji ber ku nebat û heywan gav bi gav derketine holê, dikare bê îdakirin, ku Xweda bi navgîniya bikaranîna peresanê, evqas candarên pirrcure anîne meydanê? Na. Qeyda afirînê bi eşkere dibêje, ku Xweda 1. Mûsa 1:11, 12, 20-25). Gelo ev „cisnên“ nebat û heywanan, bi awayê ku bi mercên derdorê, yên ku tên veguhertin re, bikarin bikevin ahengê, hatibûn tesewirkirin? Ya ku sînorên „cisnekî“ diyar dike, çi ye? Pirtûka Pîroz di vê mijarê de tiştekî nabêje. Ew tenê dibêje, ku tevahiya candaran, li gor cisnên xwe hatine afirandin (1. Mûsa 1:21). Ev îfade nîşan dide, ku veguhertinên di nav „cisnekî“ de dikarin bên meydanê, bisînor in. Hem qeyda fosîlê, hem jî lêkolînên modern, fikirê ku di pêvajoya heyamên zehf dirêj de, sinifa bingehîn a nebat û heywanan ewqas nehatine veguhertin, destek dikin.
tevahiya nebat û heywanan, li gor „cisnê“ wan, ên bingehî afirandine (Qeyda 1. Mûsa, li dijî angaştên hin kesên afirînparêz, hîn nake, ku gerdûn û cîhan bi candarên li ser wê re, di rabirdûya nêzîk de, di heyameke kurt de hatiye afirandin. Bervajiyê vê, di pirtûka 1. Mûsa de, tiştên ku derbarê afirîna gerdûnê û çawa li ser rûyê erdê jiyan hatiye holê de tên vegotin, bi kifşên zanyarî yên zemanên nû re, di ahengê de ne.
Gelek mirovên zanyar ji sedemê baweriyên felsefî, vegotinên Pirtûka Pîroz red dikin, ên ku dibêjin her tişt ji aliyê Xweda ve hatiye afirandin. Lê belê tiştê ecêb ew e, ku Mûsa beriya bi hezaran salan, di qeyda afirînê ya ku nivîsî de, nivîsî ku destpêkekî gerdûnê heye û jiyan gav bi gav derketiye meydanê. Gelo Mûsa, ev zanyariyên ku di aliyê zanîstê de ewqas rast in, beriya teqrîben 3.500 salan, ji ku derê standin? Ji bo vê pirsê, ravekirinekî bi mantiq heye. Afirandarê ku xwediyê wê hêz û hîkmeta, ku dikare pê ezmanan û erdê biafirîne ye, wî dikaribû van zanyariyên rast, bida Mûsa. Ev yek îspateke mezin e, ku Pirtûka Pîroz îlhama Xweda ye (2. Tîmotêyos 3:16).
Dîsa jî, gelo bi rastî tu girîngiyeke vê yekê heye, ku mirov bi qeyda Pirtûka Pîroz a derbarê afirandinê de, baweriya xwe bîne, yan jî na?
a Çaxê bûyerên di roja pêşî de tên vegotin, peyva ’ōr a Îbrankî, ji bo ronahiyê tê bikaranîn, ku bi gelemperî tê wateya ronahiyê; lakîn çaxê bûyerên di roja çaran de tên vegotin, ji bo ronahiyê peyva ma’ṓr tê bikaranîn, ku ev tê wateya çavkaniya ronahiyê.
b Mesela Xweda di roja şeşan a afirînê de, ji mirovan re emir da, ku ew „bi berdar bibin, zêde bibin“ (1. Mûsa 1:28, 31). Feqet vê yekê, ancax „roja“ piştî wê dest bi pêkhatinê kir (1. Mûsa 2:2).