Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA HEVDEHEMÎN

Dua – Keremeke Mezin

Dua – Keremeke Mezin

“Xudanê ku erd û ezman çêkir” hazir e ku guh bide duayên me (Zebûr 115:15)

1, 2. Bi dîtina te, dua çima keremeke mezin e? Gerek em çima bielimin ku Kitêba Pîroz der heqê duayan de çi dibêje?

LI GOR mezinahiya kaînatê, dinya pir biçûk e. Gava Yehowa li dinyayê dinêre, temamiya miletên dinyayê mîna dilopa avê ne (Zebûr 115:15; Îşaya 40:15). Lê belê, em her çi qas biçûk bin jî, Zebûr 145:18, 19 wisa dibêje: “Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê. Ew, daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cih. Feryada wan dibihîze û wan rizgar dike.” Çi keremeke mezin! Afirandêrê me Yehowa dixwaze nêzikî me be, û ew hazir e ku guh bide duayên me. Belê, dua hediye û keremeke mezin e, a ku Yehowa daye me.

2 Dîsa jî, eger em dixwazin ku Yehowa guh bide me, gerek em bi awayekî rast dua bikin. Lê çawa? Ka em binêrin ku Kitêba Pîroz der heqê duayan de çi dibêje.

GEREK EM ÇIMA JI YEHOWA RE DUA BIKIN?

3. Gerek tu çima ji Yehowa re dua bikî?

3 Yehowa dixwaze ku em ji wî re dua bikin, yanî bi wî re bipeyivin. Em vê yekê ji ku dizanin? Ji kerema xwe re Filîpî 4:6, 7 bixwîne. Ka bifikire: Hikumdarê kaînatê ji dil bi te eleqedar dibe, û ew dixwaze ku tu hîs û derdên xwe ji wî re bibêjî.

4. Ji bo ku dostaniya te ya bi Yehowa re saxlemtir bibe, gerek tu çawa ji wî re dua bikî?

4 Dua alî me dike ku em nêzikî Yehowa bin. Gava du dostên hev her daîm bi hev re li ser fikir û derdên xwe dipeyivin, dostaniya wan hê xurttir dibe. Dostaniya me ya bi Yehowa re jî wisa ye. Bi navgîniya Kitêba Pîroz, Xwedê fikir û hîsên xwe ji me re eyan kiriye, û ew ji me re eşkere dike ku ewê armanca xwe çawa bîne cih. Di dilê te de her çi hebe jî, tu dikarî her tiştî ji wî re bibêjî. Eger tu vêya bikî, dostaniya te ya bi Yehowa re wê her ku diçe saxlemtir bibe (Aqûb 4:8).

GEREK EM ÇI BIKIN KU XWEDÊ DUAYÊN ME QEBÛL BIKE?

5. Em ji ku dizanin ku Yehowa hemû duayan qebûl nake?

5 Gelo Yehowa hemû duayan qebûl dike? Na! Li rojên Îşaya pêxember, Yehowa ji miletê Îsraêl re wisa gotibû: “Dema hûn zehf duayan bikin jî ez ê guhdarî nekim; destên we bi xwînê ve tijî [ne]” (Îşaya 1:15). Ev yek rêyî me dide ku eger em xerabiyê bikin, duayên me wê neyên qebûl kirin û Yehowa wê ji me dûr bisekine.

6. Bawerî çima ew qas muhîm e? Tu çawa dikarî baweriya xwe eşkere bikî?

6 Eger em dixwazin ku Yehowa duayên me qebûl bike, gerek em baweriya xwe bi wî bînin (Marqos 11:24). Pawlosê şandî wisa nivîsîbû: “Bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike” (Îbranî 11:6). Lê belê, baweriya rastîn tenê bi zimên nabe. Gerek em her roj guh bidin qanûnên Yehowa û bi vî awayî baweriya xwe eşkere bikin (Aqûb 2:26 bixwîne).

7. (a) Gava em ji Yehowa re dua dikin, gerek em çima nefsbiçûk û hurmetkar bin? (b) Gerek em çawa dua bikin?

7 Gava em ji Yehowa re dua dikin, gerek em nefsbiçûk û hurmetkar bin. Gelo çima? Eger em bi padîşah an serokkomarekî re bipeyiviyana, emê li ber wî hurmetkar bûna, ne wisa ye? Yehowa, Karîndarê Her Tiştî ye. Gava em bi wî re dipeyivin, ma ne lazim e ku em li ber wî hurmetkar û nefsbiçûk bin? (1. Mûsa 17:1; Zebûr 138:6). Ji xeynî vê, gerek em ji dil ji Yehowa re dua bikin. Ew naxwaze ku em duayên ezberkirî bikin (Metta 6:7, 8).

8. Piştî ku me ji bo tiştekî dua kiriye, gerek em çi bikin?

8 Wekî din, gava em ji bo tiştekî dua dikin, gerek em li gor duaya xwe xîret bikin. Mesela, piştî ku me ji bo nanê xweyî rojane dua kiriye, gerek em aware negerin. Heta ku ji destê me tê gerek em bixebitin û ne tenê li benda Yehowa bisekinin ku ew her tiştî bide me. Gerek em xîret bikin û her îşê ku em dikarin bikin, qebûl bikin (Metta 6:11; 2. Selanîkî 3:10). An jî, piştî ku me ji Yehowa re dua kiriye ku bila ew alî me bike ku em dev ji adeteke xwe ya xerab berdin, gerek em ji her tiştê ku dikare me biceribîne, dûr bisekinin (Kolosî 3:5). Bila em çend pirsên der heqê duayê de û cewabên van pirsan bibînin.

PIRSÊN LI SER DUAYÊ

9. Gerek em ji kê re dua bikin? Yûhenna 14:6 li ser duayê çi rêyî me dide?

9 Gerek em ji kê re dua bikin? Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew ji “Bavê me yê li ezmanan” re dua bikin (Metta 6:9). Wekî din, wî wisa gotibû: “Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba bav” (Yûhenna 14:6). Loma gerek em bi navê Îsa Mesîh tenê ji Yehowa re dua bikin. Gelo çima? Ji bo ku Yehowa duayên me qebûl bike, gerek em hurmetê bidin wezîfeya xusûsî, ya ku Îsa Mesîh ji Yehowa standiye. Wek em elimîbûn, Îsa Mesîh hatibû dinyayê ku me ji guneh û mirinê bifilitîne (Yûhenna 3:16; Romayî 5:12). Wekî din, Yehowa Kurê xwe Îsa Mesîh wek Serokkahîn û Hakim tayîn kiriye (Yûhenna 5:22; Îbranî 6:20).

Tu dikarî her tim dua bikî

10. Gava em dua dikin, gerek em çawa bisekinin?

10 Gava em dua dikin, gelo lazim e ku em bi şeklekî xisûsî bisekinin? Yehowa nabêje ku ji bo duakirinê gerek em secde bikin, rûnin an li ser piyan bisekinin. Kitêba Pîroz nîşan dide ku em dikarin bi her şeklê hurmetkar bi Yehowa re bipeyivin (1. Dîrokan 17:16; Nehemya 8:6; Danîêl 6:10; Marqos 11:25). Ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ne ev e ku em bi kîjan şeklî dua dikin, lê belê ev e ku gava em bi wî re dipeyivin, rewşa dilê me rast be. Em dikarin li her derê, şev û roj, bi deng û bê deng dua bikin. Gava tu kes me nabihîze jî, Yehowa duayên me bê guman dibihîze (Nehemya 2:1-6).

11. Em dikarin ji bo çi dua bikin?

11 Em dikarin ji bo çi dua bikin? Wek Kitêba Pîroz rêyî me dide, em dikarin ji bo her tiştê ku li gor daxwaza Yehowa minasib e, dua bikin: “Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûhenna 5:14). Gelo em dikarin ji bo meseleyên şexsî dua bikin? Helbet! Gava em ji Yehowa re dua dikin, em dikarin dilê xwe bi rihetî ji wî re vekin – mîna ku em bi dost an hevalekî xwe re dipeyivin (Zebûr 62:8). Mesela, em dikarin dua bikin ku bila ew ruhê pîroz bide me, da ku em tiştên baş bikin (Lûqa 11:13). Wekî din, em dikarin ji Yehowa hîkmetê bixwazin, da ku em karibin qerarên baş bidin, û em dikarin qewetê bixwazin ji bo ku em karibin serî bi derdên xwe re derxînin (Aqûb 1:5). Gerek em dua bikin ku bila Yehowa gunehên me efû bike (Efesî 1:3, 7). Ji xeynî vê, gerek em ji bo kesên din jî dua bikin, mesela ji bo malbata xwe û ji bo xwişk û birayên din (Karên Şandiyan 12:5; Kolosî 4:12).

12. Gerek em berî her tiştî ji bo çi dua bikin?

12 Di duayên me de, gerek em berî her tiştî ji bo çi dua bikin? Tiştên herî muhîm, Yehowa û daxwaza wî ne. Gerek em ji bo her tiştê ku Xwedê ji bo me kiriye, ji dil şikur bikin (1. Dîrokan 29:10-13). Gava Îsa Mesîh li rûyê erdê bû, wî duayeke emsal rêyî şagirtên xwe da (Metta 6:9-13 bixwîne). Îsa Mesîh got ku berî her tiştî, gerek em ji bo pîrozbûna navê Xwedê dua bikin. Paşê jî, gerek em dua bikin ku bila Padîşahiya Xwedê bê û daxwaza Yehowa li hemû dinyayê bê cih. Piştî ku me ji bo van tiştên muhîm dua kiriye, em dikarin ji bo hewcedariyên şexsî jî dua bikin. Eger em di duayên xwe de ewilî behsa Yehowa û daxwaza wî bikin, ev yek wê nîşan bide ku em pir qîmetê didin Yehowa û daxwaza wî.

13. Gerek duayên me çi qas dirêj bin?

13 Gerek duayên me çi qas dirêj bin? Kitêba Pîroz li ser dirêjahiya duayan tiştekî nabêje. Mesela, em dikarin berî xwarinê bi kurtasî dua bikin. Lê belê, gava em ji Yehowa re şikur dikin an jî behsa xemên xwe dikin, dibe ku duayên me dirêjtir bin (1. Samûyêl 1:12, 15). Dema ku Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, hin kesan duayên xwe dirêj dikirin, çimkî wan dixwest ku mirovên din ji wan re heyran bimînin (Lûqa 20:46, 47). Lê belê, Yehowa ji duayên wisa razî nabe. Yehowa dixwaze ku em ji wî re ji dil dua bikin.

14. Gerek em çend caran dua bikin? Ev yek der heqê Yehowa de çi nîşan dide?

14 Gerek em çend caran dua bikin? Em dikarin her tim ji Yehowa re dua bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “di duayê de bi xîret bin”, “bê rawestin dua bikin” û “şev û roj ... bi duakirinê berdewam” bikin (Romayî 12:12; 1. Selanîkî 5:17; 1. Tîmotêyos 5:5). Yehowa her daîm guh dide duayên me. Em dikarin her roj ji bo hezkirin û comerdiya wî şikur bikin. Wekî din, em dikarin dua bikin ku ew rêberî, qewet û teseliyê bide me. Eger em bi rastî qîmetê bidin kerema duayê, emê her daîm dua bikin.

15. Gerek em çima piştî duayê bibêjin “Amîn”?

15 Gerek em çima piştî duayê bibêjin “Amîn”? Maneya peyva “Amîn”, “bila wisa be” an jî “helbet” e. Bi vî awayî, em nîşan didin ku duaya me ji dilê me tê (Zebûr 41:13). Kitêba Pîroz dibêje ku piştî duayeke umûmî, wê baş be ku em bi deng an bê deng bibêjin “Amîn”. Ev yek nîşan dide ku em bi gotinên duayê hemfikir in (1. Dîrokan 16:36; 1. Korîntî 14:16).

XWEDÊ ÇAWA CEWABÊ DIDE DUAYÊN ME?

16. Gelo Yehowa bi rastî jî cewabê dide duayên me?

16 Gelo Yehowa bi rastî cewabê dide duayên me? Belê! Kitêba Pîroz Xwedê wek “yê ku duayan dibihîze” bi nav dike (Zebûr 65:2). Yehowa duayên jidil ên bi milyonan kesan dibihîze û cewabê dide wan. Xwedê vê yekê bi cure cure awayan dike.

17. Yehowa çawa bi destê melek û xizmetkarên xwe cewabê dide duayên me?

17 Yehowa bi destê melek û xizmetkarên xwe yên li ser erdê cewabê dide duayên me (Îbranî 1:13, 14). Mesela, gelek kesên ku dixwest Kitêba Pîroz fehm bikin dua kir ku Xwedê alî wan bike. Paşê, pir wext derbas nebû ku Şahidên Yehowa hatin ba wan. Kitêba Pîroz rêyî me dide ku li seranserê dinyayê, melek jî piştgiriya îşê belavkirina mizgînê dikin (Peyxam 14:6 bixwîne). Ji xeynî vê, gelek kesan di duayên xwe de behsa xem an hewcedariyekê kiriye û paşê ji şagirtekî Îsa alîkarî standiye (Methelokên Silêman 12:25; Aqûb 2:16).

Yehowa dikare bi destê şagirtên Îsa cewabê bide duayên me

18. Yehowa bi navgîniya ruhê pîroz û Kitêba Pîroz çawa cewabê dide duayên me?

18 Yehowa bi navgîniya ruhê pîroz cewabê dide duayên me. Gava em alîkariyê dixwazin ku em serî bi tengasiyan re derxînin, ew dikare bi navgîniya ruhê pîroz rêberî û qewetê bide me (2. Korîntî 4:7). Wekî din, Yehowa bi gotinên Kitêba Pîroz cewabê dide duayên me û alî me dike ku em qerarên rast bidin. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, emê belkî ayetên ku dikarin alîkariya me bikin, bibînin. Li civînan, Yehowa dikare xwişk an birayekî bixebitîne ku ew tiştekî bifeyde ji me re bibêje. An jî, yek ji kalên civatê dikare bala me bikişîne ser gotinên Kitêba Pîroz (Galatî 6:1).

19. Yehowa carinan çawa cewabê dide duayên me?

19 Dibe ku em car caran wisa bifikirin: “Yehowa çima cewabê nade duayên min?” Bawer be ku Xwedê hewcedariyên me dizane, û ewê li wexta rast û bi awayê herî baş cewabê bide duayên me. Belkî gerek em zêdetir dua bikin ku Yehowa bibîne ku xwestina me bi rastî ji dil e û em baweriya xwe bi wî tînin (Lûqa 11:5-10). Carinan, cewaba Yehowa ji xwestina me cuda ye. Mesela, belkî me dua kiriye ku derdekî me bila safî be. Dibe ku Yehowa derdê me safî neke, lê qewetê bide me, da ku em karibin serî bi vî derdî re derxînin (Filîpî 4:13 bixwîne).

20. Gerek em çima bi dewamî ji Yehowa re dua bikin?

20 Dua çi keremeke mezin e! Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê guh bide me (Zebûr 145:18). Her ku em ji dil ji Yehowa re dua dikin, emê nêziktirî wî bibin.