BEŞA YAZDEHEMÎN
Kul û Derd Çima Ev Qas Pir in?
1, 2. Gelek kes çi dipirsin?
HER ROJ xeberên xerab dikevin guhê me. Mesela, zelzele gundekî xera dike. Çekdarek li ser xelkê gule dibarîne. Dayikek ji kanserê dimire û pênc zarokên wê sêwî dimînin.
2 Gava felaketên wisa tên meydanê, gelek kes wisa dipirsin: “Li dinyayê çima ew qas êş, derd û nefret hene?” Gelo tu jî carinan wisa dipirsî?
3, 4. (a) Niyaza Habaqûq çi bû? (b) Cewaba Yehowa çi bû?
3 Li Kitêba Pîroz, em dibînin ku kesên bawermend jî wisa dipirsîn. Mesela, Habaqûq pêxember wisa niyaz kir: “Çima tu fesadiyê nîşanî min didî? Û tu jî li rêşaşiyê dinihêrî? Ji ber ku dizî û zorbazî li hember min e; û şer dibe û koşîn derdikevin” (Habaqûq 1:3).
4 Li gor Habaqûq 2:2, 3, Xwedê soz da ku ewê vî halî serrast bike. Yehowa ji însanan pir hez dike. Kitêba Pîroz dibêje: “Ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:7). Gava însan êşê dikişînin, Xwedê ji me zêdetir xemgîn dibe (Îşaya 55:8, 9). Madem ku wisa ye, li dinyayê çima ew qas kul û derd hene?
ÇIMA EW QAS KUL Û DERD HENE?
5. Gelek alimên dînî der heqê kul û derdan de çi dibêjin? Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje?
5 Gelek alimên dînî dibêjin ku hemû kul û derd bi Eyûb 34:10).
fermana Xwedê tên meydanê. Hinek dibêjin ku her tişt qeder e, û em nikarin sebeba vê fehm bikin. Hinek jî difikirin ku gava mirov – û zarokên biçûk jî – dimirin, ev yek qerara Xwedê ye, ji ber ku ew dixwaze ku ew li cem wî li ezmanan bin. Lê ev ne rast e. Yehowa nabe sebeba tiştên xerab. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Heşa ku Xwedê xerabiyê bike û Yê ku hêza wî têra her tiştî dike, neheqiyê pêk bîne” (6. Gelek kes ji bo hemû kul û derdên dinyayê çima Xwedê sûcdar derdixînin?
6 Gelek kes ji bo hemû kul û derdên dinyayê Xwedê sûcdar derdixînin, çimkî ew difikirin ku hikumdarê dinyayê ew e. Lê wek me li beşa 3yemîn dîtibû, hikumdarê dinyayê bi rastî Îblîs e.
7, 8. Li dinyayê çima ew qas kul û derd hene?
7 Kitêba Pîroz dibêje ku “tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye” (1. Yûhenna 5:19). Hikumdarê vê dinyayê – yanî Îblîs – xedar û zalim e. Ew ‘hemû dinyayê dixapîne’ (Peyxam 12:9). Îro gelek kes mîna wî ne. Ji ber vê yekê, dinya bi zilm, zordarî, nefret û derewan ve tije ye.
8 Sebebên din jî hene. Piştî ku Adem û Hewayê serî hilda, wan ji zarokên xwe re guneh mîras hişt. Seba guneh, mirov, mirovên din diêşînin. Mirov her tim dixwazin ji mirovên din bilindtir bin. Ew şer dikin û zordariyê dikin (Waiz 4:1; 8:9). Mirov carinan jî seba bûyerên nehêvîkirî êşê dikişînin (Waiz 9:11). Yanî, qeza û felaket car caran bi tesadûfî tên serê mirovan.
9. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa ji bo sebebeke muhîm îznê dide ku kul û derd berdewam bikin?
1. Yûhenna 4:8).
9 Yehowa nabe sebeba kul û derdan. Em nikarin wî seba şer, zilm û zordariyê sûcdar derxînin. Xwedê nabe sebeba felaketên wek zelzele, sêlav û firtone. Dîsa jî, belkî tu wisa difikirî: “Madem ku qudreta Yehowa ew qas mezin e û li kaînatê tu kes mîna wî tune, ew çima ji xerabiyê re nabe asteng?” Em dizanin ku Xwedê ji me pir hez dike. Ji ber vê yekê, em dikarin bawer bin ku ew ji bo sebebeke muhîm îznê dide ku kul û derd heta wextekê berdewam bikin (XWEDÊ ÇIMA ÎZNÊ DIDE KUL Û DERDAN?
10. Îblîs çawa Yehowa sûcdar kir?
10 Di baxçeyê Adenê de, Îblîs Adem û Hewa ji rê derxistin. Îblîs got ku Xwedê Hikumdarekî xerab e. Wî îdîa kir ku Xwedê tiştekî baş ji Adem û Hewayê vedişêre. Îblîs dixwest ku Adem û Hewa bawer bikin ku hikumdariya wî ji hikumdariya Xwedê baştir e, û ku hewcedariya wan bi Xwedê tune (1. Mûsa 3:2-5; bnr. Not 27).
11. Kîjan pirs tê meydanê?
11 Adem û Hewayê guhdariya Yehowa nekir û li hember wî serî hilda. Ew difikirîn ku heqê wan heye ku xwe bi xwe qerarê bidin ku çi rast e û çi na. Gelo Yehowa wê çawa îsbat bikira ku Îblîs, Adem û Hewa nerast in, û ku tenê Ew dizane ku ji bo me çi baş e?
12, 13. (a) Yehowa çima Adem û Hewa hemen helak nekirin? (b) Yehowa çima îzin da ku Îblîs bibe hikumdarê vê dinyayê, û ku însan li ser xwe hikum bajon?
12 Yehowa Adem û Hewa hemen helak nekirin, 1. Mûsa 1:28; Îşaya 55:10, 11).
lê wî îzin da ku ew bibin xwediyê zarokan. Paşê, Yehowa fersend da zarokên Adem û Hewayê ku ew hikumdarê xwe hilbijêrin. Yehowa dixwest ku dinya bi însanên bêqisûr ve tije bibe. Îblîs çi bike jî, ew nikare ji pêkhatina mexseda Xwedê re bibe asteng (13 Gava Îblîs Yehowa sûcdar kir, bi milyonan melekan ev yek didît û bihîst (Eyûb 38:7; Danîêl 7:10). Loma, Yehowa wext da Îblîs ku ew îdîaya xwe îsbat bike. Wekî din, Xwedê wext da însanan ku ew hikumdariyên xwe bi rêberiya Îblîs ava bikin û nîşan bidin ka ewê bê alîkariya Xwedê serkeftî bin an na.
14. Êdî çi hatiye îsbat kirin?
14 Însanan bi hezaran salan li ser xwe hikum ajotiye, lê ew serkeftî nebûne. Eşkere ye ku Îblîs derewçîn e. Alîkariya Xwedê ji însanan re lazim e. Yêremya pêxember rast gotiye: “Ya XUDAN, dizanim ku, rêya mirov ne di destê wî de ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye” (Yêremya 10:23).
YEHOWA ÇIMA EV QAS WEXT LI BENDÊ MAYE?
15, 16. (a) Yehowa çima îzin daye ku êş û jan ev qas wext berdewam bikin? (b) Yehowa çima problemên ku Îblîs derxistine meydanê, safî nekiriye?
15 Yehowa çima îzin da ku êş û jan ev qas wext berdewam bikin? Ew çima xerabiyê nasekinîne? Gelek wext lazim bûye ji ber ku sernekeftîbûna hikumdariya Îblîs bê îsbat kirin. Mirovan her cure hikumdarî ceribandine, lê ew tu caran serkeftî
nebûne. Zanist û teknolojî çi qas pêş ve çûne jî, neheqî, feqîrî, zordarî û şer hê jî zêde bûne. Bê Xwedê em nikarin li ser xwe hikum bajon.16 Dîsa jî, Yehowa dest neavetiye problemên ku Îblîs derxistine meydanê. Xwedê tu caran piştgiriya hikumdariya Îblîs nake, loma ew problemên ku seba hikumdariya wî tên meydanê, safî nake. Wekî din, eger Xwedê problemên dinyayê safî bikirana, mirov wê bifikiriyana ku hikumdariya wan serkeftî ye. Lê ev fikir şaş e, û Yehowa piştgiriya derewan nake. Yehowa bi xwe jî tu caran derewan nake (Îbranî 6:18).
17, 18. Yehowa wê hemû zerarên ku ji aliyê Îblîs ve hatine dayîn, çawa telafî bike?
17 Gelo Yehowa dikare hemû zerarên ku seba serhildana Îblîs û însanan hatine meydanê, telafî bike? Helbet. Xwedê dikare her tiştî bike. Yehowa dizane ku îdîayên Îblîs wê kengê bi temamî bên cewab kirin. Wê çaxê ewê mexseda xwe bîne cih û vê dinyayê bike cenet. “Hemû kesên di goran de” wê bên rakirin (Yûhenna 5:28, 29). Tu kes wê êdî nexweş nekeve û nemire. Îsa Mesîh wê hemû zerarên ku ji aliyê Îblîs ve hatine dayîn, telafî bike. Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa wê “karên Îblîs xera bike” (1. Yûhenna 3:8). Em şa ne ku Yehowa heta niha ji me re sebir kiriye ku em bikaribin wî nas bikin û wî wek Hikumdarê xwe hilbijêrin (2. Petrûs 3:9, 10 bixwîne). Eger derdên me hebin jî, ew alî me dike ku em bikaribin sebir bikin (Yûhenna 4:23; 1. Korîntî 10:13 bixwîne).
18 Yehowa zorê li me nade ku em wî wek Hikumdarê xwe hilbijêrin. Wî îradeya azad daye însanan. Bila em bibînin ku ev hediye ji bo me çima muhîm e.
TUYÊ ÎRADEYA XWE YA AZAD ÇAWA BI KAR BÎNÎ?
19. Yehowa çi daye me? Gerek em ji bo vê çima şikurdar bin?
19 Ji ber ku Yehowa îradeya azad daye me, em ji heywanan cuda ne. Heywan nizanin ku çi qenc e û çi xerab e, lê em dikarin riya xwe hilbijêrin û dilê Yehowa şa bikin (Methelokên Silêman 30:24). Wekî din, em ne robot in. Robot tenê dikarin li gor programên xwe hereket bikin. Lê em azad in, û em dikarin dost, mexsed û armancên xwe hilbijêrin. Yehowa dixwaze ku em ji jiyana xwe kêfê bistînin.
20, 21. Eger em dixwazin dilê Yehowa şa bikin, gerek em çi bikin?
20 Yehowa dixwaze ku em ji wî hez bikin (Metta 22:37, 38). Gava zarokek – ne bi zorê, lê ji dilê xwe – ji bavê xwe re dibêje “ez ji te hez dikim”, dilê bavê wî gelek şa dibe. Mîna vê, gava em ji dil ji Yehowa hez dikin, dilê Yehowa gelek şa dibe. Yehowa azadî daye me ku em bikaribin qerara xwe bidin ku em ji wî re xizmet bikin an na. Îblîs, Adem û Hewayê nedixwest guhdariya Yehowa bikin. Niha tuyê îradeya xwe ya azad çawa bi kar bînî?
21 Bi îradeya azad ji Yehowa re xizmet bike. Bi milyonan kesên din jî aliyê Xwedê girtiye û Îblîs red kiriye (Methelokên Silêman 27:11). Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû kul û derdan tune bike. Gerek tu çi bikî ku tu jî bikaribî li dinyaya nû heta bi hetayê bijî? Beşa din wê cewaba vê pirsê bide.