Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA HEJDEHEMÎN

Gelo Ez Hazir im ku Bin Av Bibim?

Gelo Ez Hazir im ku Bin Av Bibim?

1. Piştî lêkolîna vê kitêbê, tu niha çi difikirî?

BI ALÎKARIYA vê kitêbê, tu li ser Kitêba Pîroz gelek tiştan hîn bûyî. Niha tu dizanî ku Kitêba Pîroz li ser soza Xwedê ya ji bo jiyana bêdawî, li ser halê miriyan û li ser rabûna miriyan çi dibêje (Waiz 9:5; Lûqa 23:43; Yûhenna 5:28, 29; Peyxam 21:3, 4). Belkî tu êdî diçî civînên Şahidên Yehowa û bawer dikî ku baweriya wan rast e (Yûhenna 13:35). Dibe ku tu hêdî hêdî nêziktirî Yehowa bûyî û tu êdî dixwazî ji wî re xizmet bikî. Ji bo vê, gerek tu niha çi bikî?

2. Zilamekî Etyopyayî çima dixwest bin av bibe?

2 Zilamekî Etyopyayî, yê ku di dema Îsa Mesîh de dijiya, dixwest ji Xwedê re zêdetir xizmet bike. Piştî rakirina Îsa Mesîh, pir wext derbas nebû ku şagirtekî Îsa Mesîh ê bi navê Filîpos mizgîna Kitêba Pîroz da vî zilamî. Filîpos ji wî re îsbat kir ku Îsa bi rastî Mesîhê sozdayî ye. Zilamê Etyopyayî ew qas bicoş bû ku wî hemen wisa got: “Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad [bin av] nebim?” (Karên Şandiyan 8:26-36).

3. (a) Îsa Mesîh çi emir da şagirtên xwe? (b) Gerek em çawa bin av bibin?

3 Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku eger tu dixwazî ji Yehowa re xizmet bikî, lazim e ku tu bin av bibî. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Hemû miletan bikin şagirtên min: Wan ... imad bikin [bin av bikin]” (Metta 28:19). Binavbûna Îsa Mesîh rêyî me dide ku gerek em çawa bên bin av kirin. Gava ew hat bin av kirin, ew bi temamî ket bin avê (Metta 3:16). Îro jî, gava şagirtekî Îsa Mesîh tê bin av kirin, gerek ew bi temamî bikeve bin avê.

4. Dema ku tu bin av bibî, mirovên din wê çi fehm bikin?

4 Dema ku tu bin av bibî, mirovên din wê fehm bikin ku tu bi rastî dixwazî bibî dostê Xwedê û ji wî re xizmet bikî (Zebûr 40:7, 8). Lê ji bo ku tu karibî bin av bibî, gerek tu çi bikî?

ZANÎN Û BAWERÎ

5. (a) Berî ku tu karibî bin av bibî, gerek tu çi bikî? (b) Civînên şagirtên Îsa çima muhîm in?

5 Berî ku tu karibî bin av bibî, gerek tu Yehowa û Îsa Mesîh nas bikî. Bi lêkolîna Kitêba Pîroz, te jixwe dest bi vê yekê kiriye (Yûhenna 17:3 bixwîne). Lê belê, ev ne bes e. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “daxwaza Xwedê tam bizanin” (Kolosî 1:9). Bi saya civînên Şahidên Yehowa, dostaniya te ya bi Yehowa re wê saxlemtir bibe. Ji bo vê, gerek tu her tim li van civînan hazir bî (Îbranî 10:24, 25).

Berî ku tu karibî bin av bibî, lazim e ku tu Kitêba Pîroz rind lêkolîn bikî

6. Berî ku tu karibî bin av bibî, gerek tu Kitêba Pîroz çi qas bizanibî?

6 Yehowa nabêje ku berî ku tu bin av bibî, gerek tu der heqê Kitêba Pîroz de her tiştî bizanibî. Berî ku zilamê Etyopyayî bin av bû, wî her tişt nizanibû (Karên Şandiyan 8:30, 31). Em jî der heqê Xwedê de her tiştî nizanin, û emê heta bi hetayê der heqê wî de tiştên nû bielimin (Waiz 3:11). Dîsa jî, ji bo ku tu karibî bin av bibî, lazim e ku tu qet nebe hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz bizanibî û wan qebûl bikî (Îbranî 5:12).

7. Lêkolîna Kitêba Pîroz çawa alî te kiriye?

7 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:6). Yanî, berî ku tu karibî bin av bibî, gerek tu bi gotinên Kitêba Pîroz bawer bikî. Kitêba Pîroz dibêje ku li bajarê Korîntê, gava hin kesan gotinên şagirtên Îsa bihîstin, wan “bawerî dianîn û imad [bin av] dibûn” (Karên Şandiyan 18:8). Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, te bi sozên Xwedê û bi qîmeta fîdyeya Îsa Mesîh, a ku dikare me ji guneh û mirinê azad bike, bawerî aniye (Yêşû 23:14; Karên Şandiyan 4:12; 2. Tîmotêyos 3:16, 17).

JI KESÊN DIN RE BEHSA KITÊBA PÎROZ BIKE

8. Tuyê çima bixwazî ji mirovan re behsa gotinên Kitêba Pîroz bikî?

8 Her ku tu bi lêkolîna Kitêba Pîroz berdewam bikî û bibînî ku ew di jiyana te de çawa alî te dike, baweriya te wê xurttir bibe. Hingê tuyê bixwazî ji mirovên din re behsa gotinên Kitêba Pîroz bikî (Yêremya 20:9; 2. Korîntî 4:13). Gelo tu dikarî ji kê re behsa van tiştan bikî?

Bi saya baweriya xwe, tuyê bixwazî ji mirovan re behsa Kitêba Pîroz bikî

9, 10. (a) Pêşî, tu dikarî ji kê re behsa Kitêba Pîroz bikî? (b) Eger tu dixwazî bibî mizgînvan, gerek tu çi bikî?

9 Mesela, tu dikarî gotinên Kitêba Pîroz ji malbat, cîran û hevalên xwe re bibêjî. Ev yek tiştekî baş e, lê gerek tu vêya her tim bi nezaket û bi xwîngermî bikî. Bi zeman re, tuyê hazir bibî ku mizgînê tevî civatê belav bikî. Wexta ku tu xwe hazir dibînî, tu dikarî ji mamosteyê xwe re bibêjî ku tu dixwazî bibî mizgînvan. Eger ew jî bifikire ku tu hazir î û hal û hereketên te bi standardên Kitêba Pîroz ve hevgirtî ne, du kalên civatê wê bi we re bipeyivin.

10 Di vê sohbetê de, kalên civatê wê bi we re li ser çi bipeyivin? Kalên civatê wê bixwazin bibînin ka te gotinên Kitêba Pîroz fehm kirine û baweriya xwe bi wan aniye, ka tu li gor prensîpên Kitêba Pîroz dijî û ka tu bi rastî dixwazî bibî Şahidê Yehowa. Kalên civatê ji dil bi te eleqedar in, loma tu dikarî bi rihetî dilê xwe ji wan re vekî (Karên Şandiyan 20:28; 1. Petrûs 5:2, 3). Piştî vê sohbetê, kalên civatê wê ji te re bibêjin ka tu hazir î ku bibî mizgînvan.

11. Berî ku tu karibî bibî mizgînvan, çima muhîm e ku tu hal û hereketên xwe serrast bikî?

11 Dibe ku kalên civatê ji te re bibêjin ku berî ku tu karibî bibî mizgînvan, gerek tu hin hal û hereketên xwe serrast bikî. Çima muhîm e ku tu vê yekê bikî? Çimkî gava em der heqê Xwedê de dipeyivin, em Yehowa temsîl dikin. Ji ber vê yekê, gerek em bi rabûn û rûniştina xwe rûmetê bidin Yehowa (1. Korîntî 6:9, 10; Galatî 5:19-21).

TOBE BIKE Û BIZIVIRE

12. Çima lazim e ku her kes tobe bike?

12 Berî ku tu karibî bin av bibî, lazim e ku tu tiştekî din jî bikî. Petrûsê şandî wisa gotibû: “Tobe bikin û ... bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin” (Karên Şandiyan 3:19). Tobekirin çi ye? Tobekirin ev e ku em seba hemû şaşiyên xwe ji dil poşman bin. Mesela, eger te bêexlaqî kiriye, helbet lazim e ku tu tobe bikî. Lê ji xeynî vê, eger te heta niha her tim xîret dikir ku şaşiyan nekî, dîsa jî lazim e ku tu tobe bikî, çimkî em gişt gunehkar in, û ji ber vê yekê em hewceyî efûkariya Xwedê ne (Romayî 3:23; 5:12).

13. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “bizivirin”. Ev tê çi maneyê?

13 Gelo bes e ku em seba şaşiyên xwe poşman bin? Na! Petrûs got ku gerek em “bizivirin”. Ev tê maneya ku gerek tu hem dev ji xerabiyê berdî hem jî êdî tiştên rast bikî. Mesela, bîne ber çavê xwe ku tu dixwazî herî bajarekî xerîb. Piştî demekê, tu dibînî ku te riya xwe şaş kiriye. Hingê tuyê çi bikî? Bêguman tuyê bisekinî, bizivirî û bi riya rast herî. Mîna vê, gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, tu dielimî ku hin adet û kirinên te ne rast in. Hingê gerek tu hazir bî ku “bizivirî” – yanî gerek tu hal û hereketên xwe serrast bikî.

JIYANA XWE BIDE DESTÊ YEHOWA

Gelo te soz daye Yehowa ku tuyê ji wî re xizmet bikî?

14. Tu çawa dikarî jiyana xwe bidî destê Xwedê?

14 Berî ku tu karibî bin av bibî, gerek tu jiyana xwe bidî destê Yehowa. Ji bo vê, gerek tu ji Yehowa re dua bikî û sozê bidî ku tuyê tenê ji wî re xizmet bikî û daxwaza wî her tim bînî cih (5. Mûsa 6:15).

15, 16. Çi mirovan dehf dide ku ew jiyana xwe bidin destê Xwedê?

15 Gava tu sozê didî ku tuyê tenê ji Yehowa re xizmet bikî, ev yek mîna vê ye, ku yekî ji dergistiya xwe re sozê dide ku ewê heta dawiya emrê xwe ji wê re dilsoz bimîne. Bîne ber çavê xwe ku dilê xort û keçikekê dikeve hev. Her ku xort hezkiriya xwe nas dike, ew ji wê zêdetir hez dike û dixwaze bi wê re bizewice. Zewac her çi qas mesûliyeteke giran be jî, xort dixwaze bi wê re bizewice, çimkî ew ji wê pir hez dike.

16 Her ku tu der heqê Yehowa de melûmatê bistînî, tuyê ji wî zêdetir hez bikî û bixwazî ji wî re bi dil û can xizmet bikî. Bi vî awayî, tuyê bixwazî di duayeke xwe de sozê bidî ku tuyê ji wî re xizmet bikî. Li gor Kitêba Pîroz, lazim e ku her kesê ku dixwaze li pey Îsa Mesîh here “xwe înkar bike” (Marqos 8:34). Maneya vê çi ye? Manêya vê ev ku gerek mirov di jiyana xwe de herî zêde guh bide Yehowa û ji xwestek û armancên xwe zêdetir bala xwe bide daxwaza wî (1. Petrûs 4:2 bixwîne).

GELO TU HAZIR Î?

17. Hin kes jiyana xwe çima xwe nadin Yehowa?

17 Hin kes jiyana xwe nadin destê Yehowa, çimkî ew ditirsin ku ewê nikaribin soza xwe bînin cih. Ew naxwazin Yehowa bi kirinên xwe xemgîn bikin, loma ew difikirin ku eger ew sozê nedin Yehowa, ew ne mesûl in.

18. Eger tu ditirsî ku rojekê, tuyê Yehowa xemgîn bikî, tu çawa dikarî ji vê tirsê bifilitî?

18 Eger tu ditirsî ku rojekê, tuyê Yehowa xemgîn bikî, tu çawa dikarî ji vê tirsê bifilitî? Bi saya hezkirina Yehowa! Eger tu ji wî hez bikî, tuyê xîret bikî ku tu soza xwe bînî cih (Waiz 5:4; Kolosî 1:10). Gerek tu nefikirî ku daxwaza Yehowa giran e. Yûhennayê şandî wisa nivîsîbû: “Hezkirina Xwedê ev e, ku em emrê wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3).

19. Tu çima dikarî bêtirs jiyana xwe bidî destê Yehowa?

19 Ji bo ku tu karibî jiyana xwe bidî destê Yehowa, ne lazim e ku tu bêqisûr bî. Xwedê tiştekî ku em nikarin bikin, ji me naxwaze (Zebûr 103:14). Ewê alî te bike ku tu tiştên rast bikî (Îşaya 41:10). Eger tu bi hemû dilê xwe bi Yehowa bawer bî, ewê riya te rast bike (Methelokên Silêman 3:5, 6).

BAWERIYA XWE EŞKERE BIKE

20. Piştî ku te jiyana xwe daye destê Xwedê, gerek tu çi bikî?

20 Gelo tu hazir î ku jiyana xwe bidî destê Yehowa? Piştî ku te jiyana xwe daye destê Yehowa, tiştekî din jî lazim e: Gerek tu bin av bibî.

21, 22. Tu çawa dikarî baweriya xwe eşkere bikî?

21 Ji koordînatorê koma kalên civatê re bibêje ku te jiyana xwe daye destê Yehowa û ku tu dixwazî bin av bibî. Koordînator wê ji çend kalên civatê re bibêje ku bila ew hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz bi te re dubare bikin. Eger ew bifikirin ku tu hazir î, ewê ji te re bibêjin ku tu dikarî li civîneke mezin a Şahidên Yehowa bin av bibî. Li wê civîna mezin, maneya binavbûnê wê di gotarekê de bê zelal kirin. Paşê, gotarbêj wê ji kesên ku dixwazin bin av bibin du pirsên hêsan bipirse. Gava tu cewabên van pirsan bidî, tuyê baweriya xwe li ber her kesî eşkere bikî (Romayî 10:10).

22 Pişt re tuyê bin av bibî. Tuyê bi temamî bikevî bin avê. Binavbûna te wê ji her kesî re nîşan bide ku te jiyana xwe daye destê Yehowa û tu êdî Şahidekî Yehowa yî.

BINAVBÛNA TE ÇI TEMSÎL DIKE?

23. Maneya binavbûna bi “navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz” çi ye?

23 Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî wê bi “navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz” bihatana bin av kirin (Metta 28:19 bixwîne). Ev tê çi maneyê? Ev tê maneya ku tu otorîteya Yehowa, rola Îsa Mesîh ya di mexseda Xwedê de û vê yekê ku Xwedê daxwaza xwe bi destê ruhê pîroz tîne cih, qebûl dikî (Zebûr 83:18; Metta 28:18; Galatî 5:22, 23; 2. Petrûs 1:21).

Gava tu bin av dibî, tu nîşan didî ku tu dixwazî daxwaza Xwedê bînî cih

24, 25. (a) Binavbûn çi temsîl dike? (b) Li beşa dawîn, emê li ser çi bipeyivin?

24 Binavbûn tiştekî gelek muhîm temsîl dike. Gava tu dikevî bin avê, jiyana te ya berê diqede. Gava tu ji avê derdikevî, ji bo te jiyana nû ya li gor daxwaza Xwedê dest pê dike. Ji wê rojê û pê ve, gerek tu êdî ji Yehowa re xizmet bikî. Ji bîr neke ku te jiyana xwe nedaye destê însan, teşkîlat an karekî. Te jiyana xwe daye destê Yehowa û tu êdî aîdî wî yî.

25 Bi saya sonda xwedayînê, tu êdî dikarî nêziktirî Xwedê bibî (Zebûr 25:14). Ev yek nayê maneya ku binavbûn, garantiya xelasbûnê ye. Pawlosê şandî wisa nivîsîbû: “Bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin” (Filîpî 2:12). Binavbûn tenê destpêka riya jiyanê ye. Gelo tu çawa dikarî nêzikî Yehowa bimînî? Beşa dawîn wê cewaba vê pirsê bide.