Here Naverokê

Here naverokê

BEŞA YEKEMÎN

Xwedê bi Rastî Kî ye?

Xwedê bi Rastî Kî ye?

1, 2. Mirov kîjan pirsan dipirsin?

ZAROK gelek pirsan dipirsin. Em her çi qas cewabê bidin jî, ewê dîsa û dîsa bipirsin: “Çima?”

2 Emrê me çend sal be jî, pirsên me gelek in. Her roj, pirsên me yên biçûk hene, wek: “Îro emê çi bixwin? Kîjan kincan li xwe bikin? Li bazarê gerek em çi bikirin?” Wekî din, pirsên me yên muhîmtir jî hene. Mesela, em belkî dixwazin zanibin ku halê me û halê dinyayê wê çi be. Lê eger em nikarin cewabên van pirsan bistînin, dibe ku em bi zeman re dev ji lêgerînê berdin.

3. Gelek kes çima difikirin ku ew nikarin cewabên pirsên muhîm bistînin?

3 Gelo cewabên van pirsan hene? Gelek kes difikirin ku tenê Xwedê van tiştan dizane, an ku tenê alim dikarin van tiştan fehm bikin. Hinek jî ji şerma xwe nabêjin ku ew cewabên van pirsan nizanin. Li ser vê, tu çi difikirî?

4, 5. Kîjan pirsên te yên muhîm hene? Çima gerek tu bi lêgerîna cewaban berdewam bikî?

4 Bê guman tu jî dixwazî cewabên van pirsan bistînî: Mexseda jiyanê çi ye? Piştî mirinê çi dibe? Xwedê yekî çawa ye? Mamosteyê mezin Îsa Mesîh wisa got: “Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe” (Metta 7:7). Heta ku tu cewabên rast nebînî, nebêje “bes”.

5 Belê, eger tu dev ji lêgerînê bernedî, tuyê cewabên Kitêba Pîroz bibînî (Methelokên Silêman 2:1-5). Fehmkirina van cewaban ne zor e. Gotinên Kitêba Pîroz wê alî te bikin ku jiyana te dilşadtir bibe. Wekî din, Kitêba Pîroz hêviyeke xweş dide me. Niha emê li pirseke muhîm binêrin, a ku aqlê gelek kesan tev li hev kiriye.

GELO XWEDÊ JI ME HEZ DIKE AN NA?

6. Hin kes çima difikirin ku Xwedê bi me eleqedar nabe?

6 Gelek kes difikirin ku Xwedê bi me eleqedar nabe. Ew dibêjin ku eger Xwedê bi rastî bi me re eleqedar bûya, halê dinyayê wê ew qas xerab nebûya. Li derdora me şer, nefret û xerabî pir in. Însan nexweş dikevin, êşê dikişînin û dimirin. Hinek wisa dibêjin: “Madem ku Xwedê ji me hez dike, ew me çima ji van derdan azad nake?”

7. (a) Hinek çima difikirin ku Xwedê yekî zalim e? (b) Em ji ku dizanin ku tiştên xerab ne ji Xwedê ne?

7 Seba gotinên aliman, hinek difikirin ku Xwedê yekî zalim e. Mesela, wexta ku tiştekî xerab çêdibe, ew bawer dikin ku ew “qeder” e. Bi vî awayî, ew Xwedê sûcdar derdixînin. Lê belê, Kitêba Pîroz nîşan dide ku xerabî tu caran ji Xwedê nayê. Li gor Aqûb 1:13, Xwedê tu kesî bi tiştên xerab naceribîne. Ev ayet wisa dibêje: “Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: ‘Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.’ Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne.” Belê, Xwedê tiştên xerab heta niha nedane sekinandin, lê ew van tiştan bi xwe pêk nayne (Eyûb 34:10-12 bixwîne).

8, 9. Derdên me çima ne sûcê Xwedê ne? Mîsalekê bide.

8 Carekê bîne ber çavê xwe: Ciwanek li mala bavê xwe dimîne. Bavê wî jê gelek hez dike û riya rast nîşanî wî dide. Rojekê, ciwan li hemberî bavê xwe serî hildide û ji malê diçe. Bav wî bi zorê nagire. Ciwan tiştên xerab dike, û serê wî dikeve belayê. Ma halê wî yê xerab sûcê bav e? Helbet na! (Lûqa 15:11-13). Mîna vî bavî, wexta ku mirov dixwazin serî hildin û xerabiyê bikin, Xwedê wan nade sekinandin. Ji ber vê yekê, gava tiştekî xerab çêdibe, gerek em bînin bîra xwe ku Xwedê ev tişt nekiriye. Gerek em Xwedê sûcdar dernexînin.

9 Ji bo sebebeke muhîm, Xwedê tiştên xerab heta niha nedane sekinandin. Li beşa 11emîn, tuyê bibînî ku Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêje. Bawer be ku Xwedê ji me hez dike, û derdên me ne sûcê wî ne. Bi ser de, tenê Xwedê dikare van derdan çareser bike (Îşaya 33:2).

10. Em ji ku dizanin ku Xwedê wê hemû zerarên ku ji aliyê mirovên xerab ve hatine meydanê, telafî bike?

10 Xwedê pîroz e (Îşaya 6:3). Hemû kirinên wî saf, pak û qenc in. Ji ber vê yekê, em dikarin bi Xwedê bawer bikin. Lê mirov ne wisa ne. Carinan, ew tiştên nerast dikin. Lîderekî baş û durist jî nikare hemû zerarên ku mirovên xerab tînin meydanê, telafî bike. Lê belê, qudreta Xwedê bêsînor e. Xwedê wê hemû zerarên ku ji aliyê mirovên xerab ve hatine meydanê, telafî bike. Ewê xerabiyê bi temamî tune bike (Zebûr 37:9-11 bixwîne).

WEXTA KU ÎNSAN ÊŞÊ DIKIŞÎNIN, GELO XWEDÊ XEMGÎN DIBE?

11. Wexta ku em êşê dikişînin, gelo Xwedê xemgîn dibe?

11 Gava Xwedê halê dinyayê û derdên me dibîne, gelo ew xemgîn dibe? Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “ji rastiyê hez dike” (Zebûr 37:28). Ew ji dil bi rastiyê ve girêdayî ye, û ew ji xerabiyê nefret dike. Ew naxwaze ku însan êşê bikişînin. Kitêba Pîroz dibêje ku li demên berê, xerabiya mirovan “jan da dilê wî” (1. Mûsa 6:5, 6). Her çi qas wext derbas bûye jî, Xwedê neguheriye (Maleyaxî 3:6). Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê bi rastî xema me dixwe (1. Petrûs 5:7 bixwîne).

Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Xwedê dilovan e û Afirandêrê her tiştî ye

12, 13. (a) Em çima ji însanan hez dikin û xema wan dixwin, û em çima xemgîn dibin gava em xerabiya dinyayê dibînin? (b) Em çima dikarin bawer bikin ku Xwedê wê hemû êş û xerabiyê tune bike?

12 Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku em di sûretê Xwedê de hatine afirandin (1. Mûsa 1:26). Ji ber vê yekê, em jî xwediyê sifatên qenc in. Li gor vê, eger em xemgîn dibin gava em dibînin ku mirovên qenc êşê dikişînin, Xwedê ji me zêdetir xemgîn dibe gava ew van tiştan dibîne! Em vêya ji ku dizanin?

13 Kitêba Pîroz dibêje ku “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). Hemû kirinên Xwedê bi hezkirinê ve girêdayî ne. Hezkirina me jî, ji hezkirina Xwedê tê. Carekê bifikire: Eger qudreta te hebûya, ma teyê hemû êş û xerabiya dinyayê tune nekira? Helbet teyê ev yek bikira, çimkî tu ji însanan hez dikî. Lê Xwedê? Qudreta wî heye, û ji ber ku ew ji me hez dike, ewê hemû êş û xerabiyê tune bike. Belê, Xwedê wê hemû sozên xwe, yên ku li rûpelên pêşîn ên vê kitêbê tên nîşan dayîn, bîne cih! Lê ji bo ku em karibin bi van sozan bawer bikin, gerek em Xwedê ji nêzik ve nas bikin.

XWEDÊ DIXWAZE KU EM WÎ NAS BIKIN

Gava em kesekî nas dikin, em ewilî navê xwe dibêjin. Di Kitêba Pîroz de, Xwedê jî navê xwe ji me re dibêje

14. Navê Xwedê çi ye, û em ji ku dizanin ku gerek em vî navî bînin zimên?

14 Navê her kesî heye. Gava em bangî yekî dikin, em navê wî dibêjin, ne wisa ye? Gelo navê Xwedê jî heye? Gelek dîn û bawerî dibêjin ku navê wî “Xwedê”, “Reb” an “Xudan” e, lê ev ne nav in. Ev tenê sernav in, wek “padîşah” an “serok”. Xwedê xuya kiriye ku navê wî Yehowa ye. Zebûr 83:18 (NWT) wisa dibêje: “Bila mirov zanibin ku tu – ku navê te Yehowa ye – li ser tevahiya erdê yê herî bilind tenê tu yî.” Nivîskarên Kitêba Pîroz navê Xwedê bi hezaran caran dinivîsand. Yehowa dixwaze ku tu navê wî bielimî û bînî zimên. Belê, Xwedê navê xwe eşkere kiriye ku tu karibî bibî dostê wî.

15. Maneya navê “Yehowa” çi ye?

15 Maneya navê Xwedê gelek kûr e. Maneya navê “Yehowa” eşkere dike ku Xwedê dikare hemû soz û mexsedên xwe bîne cih. Tu tişt û tu kes nikare ji Xwedê re bibe asteng. Navê “Yehowa”, tenê aîdî Xwedê ye. *

16, 17. Maneya van sernavan çi ye: (a) “Karîndarê her tiştî”? (b) “Padîşahê herheyî”? (c) “Afirandêr”?

16 Wek me xwendibû, Zebûr 83:18 (NWT) der heqê Yehowa de wisa dibêje: “Yê herî bilind tenê tu yî.” Wekî din, Peyxam 15:3 wisa dibêje: “Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, karên te mezin û ecêb in.” Maneya sernavê “karîndarê her tiştî” çi ye? Ev yek tê maneya ku Yehowa ji her kesî zêdetir biqudret e. Wekî din, di 1. Tîmotêyos 1:17 de, ji Yehowa re “Padîşahê herheyî” tê gotin. Maneya vî sernavî jî ev e ku Yehowa tim û tim hebû. Ma ev ne tiştekî ecêb e?

17 Tenê Yehowa Afirandêr e. Peyxam 4:11 wisa dibêje: “Ya Xudan, Xwedayê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin û bi daxwaza te ew afirîn û hene.” Belê, Yehowa her tişt çêkiriye: Melekên li cem xwe, stêrkên ezmanan, gul û dar, masiyên behrê û hemû tiştên din!

GELO TU DIKARÎ BIBÎ DOSTÊ YEHOWA?

18. Hinek çima difikirin ku ew nikarin bibin dostên Xwedê? Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêje?

18 Gava mirov dielimin ku Yehowa çi qas mezin e, ew carinan şaş dimînin û wisa dibêjin: “Xwedê ew qas biqudret, mezin û ji me dûr e. Gelo ew bi rastî xema me dixwe?” Ma Xwedê dixwaze ku em wisa bifikirin? Na! Yehowa dixwaze nêzikî me be. Kitêba Pîroz dibêje ku “ew ji tu kesî ji me ne dûr e” (Karên Şandiyan 17:27). Xwedê dixwaze ku tu nêzikî wî bibî, û wî soz daye ku ewê jî nêzikî te bibe (Aqûb 4:8).

19. (a) Tu çawa dikarî bibî dostê Xwedê? (b) Bi dîtina te, sifatê Yehowa yê herî xweş kîjan e?

19 Tu çawa dikarî bibî dostê Xwedê? Îsa pêxember wisa gotibû: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3). Eger tu bi xwendina Kitêba Pîroz berdewam bikî, tuyê Yehowa û Îsa Mesîh baştir nas bikî. Bi vî awayî, tuyê karibî jiyana bêdawî bistînî. Mesela, em elimîbûn ku “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhenna 4:16). Sifatên Xwedê yên din jî gelek xweş in. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa yekî “zehf keremkar û dilovan e; yê ku dereng hêrs dibe, qencî û dilovaniya wî pirr e” (2. Mûsa 34:6). Yehowa “qenc û bexişkar”, yanî efûkar e (Zebûr 86:5). Xwedê bisebir û dilsoz e (2. Petrûs 3:9; Peyxam 15:4). Wexta ku tu Kitêba Pîroz bixwînî, tuyê li ser sifatên wî yên xweş zêdetir melûmatê bistînî.

20-22. (a) Tu çawa dikarî nêzikî Xwedê bibî? (b) Eger yekî naxwaze ku tu Kitêba Pîroz bixwînî, gerek tu çi bikî?

20 Xwedê nayê dîtin (Yûhenna 1:18; 4:24; 1. Tîmotêyos 1:17). Dîsa jî, tu çawa dikarî nêzikî wî bibî? Wexta ku tu Kitêba Pîroz bixwînî, tuyê bibînî ku ew yekî çawa ye (Zebûr 27:4; Romayî 1:20). Her ku tu der heqê Yehowa de tiştekî nû bielimî, tuyê jê zêdetir hez bikî û nêzikî wî bibî.

Bav ji zarokê xwe hez dike, lê belê Bavê me yê li ezmanan ji me hê jî zêdetir hez dike

21 Tuyê fehm bikî ku Yehowa bavê me ye (Metta 6:9). Me jiyana xwe ji Yehowa standiye. Mîna bavekî ku xêra zarokên xwe dixwaze, ew jî dixwaze ku em dilşad bin (Zebûr 36:9). Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku tu dikarî bibî dostê Yehowa (Aqûb 2:23). Carekê bifikire: Afirandêrê her tiştî Yehowa dixwaze ku tu dostê wî bî!

22 Hinek belkî naxwazin ku tu Kitêba Pîroz bixwînî. Belkî ew ditirsin ku tuyê ji dînê xwe derkevî. Lê îznê nede ku kesek dostaniya te ya bi Yehowa re xera bike. Dostaniya te ya bi Yehowa re tiştekî gelek biqîmet e.

23, 24. (a) Çima muhîm e ku tu pirsan bipirsî? (b) Li beşa din, emê çi bibînin?

23 Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, dibe ku tu carinan hin tiştan fehm nekî. Eger wisa be, şerm neke. Pirsan bipirse û alîkariyê bixwaze. Îsa Mesîh gotibû ku gerek em mîna zarokên biçûk dilnizm bin (Metta 18:2-4). Wekî din, zarokên biçûk gelek pirsan dipirsin. Xwedê dixwaze ku tu cewaban bistînî. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz hûr û kûr bixwîne û rastiyê bielime (Karên Şandiyan 17:11 bixwîne).

24 Eger em dixwazin Yehowa Xwedê ji nêzik ve nas bikin, gerek em gotinên Kitêba Pîroz bielimin. Li beşa din, emê bibînin ku Kitêba Pîroz çima ji hemû kitêbên din cuda ye.

^ par. 15 Eger navê “Yehowa” li Kitêba Pîroz a ku li destê te heye derbas nabe, an eger tu dixwazî li ser mane û telafûza navê Xwedê zêdetir melûmatê bistînî, li Nota 1emîn binêre.