Here Naverokê

Here naverokê

DERS 12

Em Çawa Dikarin Nêzikî Xwedê Bibin?

Em Çawa Dikarin Nêzikî Xwedê Bibin?

1. Gelo Xwedê hemû duayan qebûl dike?

Kok û miletê me çi be jî, em dikarin ji Xwedê re dua bikin (Zebûr 65:2). Lê belê Xwedê hemû duayan qebûl nake. Mesela, Xwedê duayên mêrekî ku ji jina xwe re ne baş e, qebûl nake (1. Petrûs 3:7). Gava miletê Îsraêl xerabî dikir, Xwedê guh nedida duayên wan. Xuya ye ku dua keremeke pir mezin e. Dîsa jî, eger yekî gunehekî giran kiribe, lê ji dil tobe bike, Xwedê wê duayên wî qebûl bike.​—Îşaya 1:15; 55:7 bixwîne.

Li vîdeoya Gelo Xwedê Hemû Duayan Dibihîze? temaşe bike.

2. Gerek em çawa dua bikin?

Gerek em tenê ji Yehowa re dua bikin, çimkî ew e Xwedayê me (Metta 4:10; 6:9). Ji ber ku em biqisûr in, gerek em bi navê Îsa Mesîh dua bikin, çimkî wî canê xwe ji bo gunehên me da (Yûhenna 14:6). Yehowa duayên ezberkirî û duayên nivîsî naxwaze. Ew dixwaze ku em ji dil dua bikin.​—Metta 6:7; Filîpî 4:6, 7 bixwîne.

Xwedê duayên bêdeng jî dibihîze (1. Samûyêl 1:12, 13). Em dikarin her dem dua bikin, mesela serê sibehê, êvarê, berî xwarinê an eger problemên me hebin.​—Zebûr 55:22; Metta 15:36 bixwîne.

3. Çima lazim e ku em bi hev re top bibin?

Îro, gelek mirov ji Xwedê dûr in û bawer nakin ku rojekê, Xwedê wê selametê bîne dinyayê (2. Tîmotêyos 3:1, 4; 2. Petrûs 3:3, 13). Ji ber vê yekê, gerek em tevî kesên ku ji Yehowa hez dikin, hevaltiyê bikin.​—Îbranî 10:24, 25 bixwîne.

Eger em bi mirovên wisa re hevaltiyê bikin, ev yek wê alî me bike ku em nêzikî Xwedê bibin. Li civînên Şahidên Yehowa, em dikarin ji baweriya kesên din cesaretê bistînin.​—Romayî 1:11, 12 bixwîne.

4. Em çawa dikarin nêzikî Xwedê bibin?

Ji bo ku em nêzikî Yehowa bibin, gerek em bala xwe bidin gotinên Kitêba Pîroz. Eger em li ser şîret, kirin û sozên Xwedê kûr bifikirin, hîkmet û hezkirina Xwedê wê dilê me bigire.​—Yêşû 1:8; Zebûr 1:1-3 bixwîne.

Ji bo ku em bibin dostên Xwedê, gerek em xwe bispêrin wî û bi wî bawer bin. Çawa ku ji me re xwarin lazim e ku em heyata xwe berdewam bikin, gerek em baweriya xwe jî bi xwarina ruhî têr bikin, yanî gerek em Kitêba Pîroz her tim bixwînin û li ser wê kûr bifikirin.​—Metta 4:4; Îbranî 11:1, 6 bixwîne.

5. Eger em nêzikî Xwedê bin, emê çi feydeyan bibînin?

Yehowa xema kesên ku ji wî hez dikin, dixwe. Ew dikare xizmetkarên xwe ji her tiştê ku dikare baweriya wan an hêviya wan xera bike, biparêze (Zebûr 91:1, 2, 7-10). Xwedê me hişyar dike ku em ji tiştên ku zerarê didin sihet û dilşadiya me, dûr bisekinin. Belê, Yehowa riya herî baş hînî me dike.​—Zebûr 73:27, 28; Aqûb 4:4, 8 bixwîne.