Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 17

Îsa Rastiya Derbarê Padîşahiya Xweda de Hîn Dike

Îsa Rastiya Derbarê Padîşahiya Xweda de Hîn Dike

Îsa Mesîh gelek tiştan hînî şagirtên xwe dike, lê bingeha hîndariya wî xwe dispêre yek mijarekî: Padîşahiya Xweda.

GELO ji bo ku li ser rûyê erdê pêk bîne, çi peywir ji Îsa Mesîh re hatibû dayîn? Wî bi xwe derbarê vê yekê de, weha gotibû: “Divê ez Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bidim ... [ji ber ku] ez ji bo vê yekê hatime şandin” (Lûqa 4:43, MIZ). Niha emê derbarê mijara bingehîn a hîndariya vê padîşahiyê de, çar xalên ku Îsa Mesîh hîn dikirin, bibînin.

1. Îsa Mesîh wê bibûya padîşahê vê padîşahiyê. Îsa bi awayeke eşkere got ku ew bi xwe, Mesîhê Sozdayî ye (Yûhenna 4:25, 26). Herweha wî got padîşahê ku bi navgîniya dîtiniyekî li Daniyêl pêxamber hatibû xuyakirin jî, ew bi xwe ye. Wî ji şopînerên xwe re got ku ewê li ser “textê xwe yê bilind” rûne û ew jî, wê li ser textan rûnin (Metta 19:28). Îsa xwe şiband şivanekî, wî ev koma ku di rêveberiyê de wê cih bigire wekî “keriyê biçûk” binav kir û got ku ji bilî vê komê hin “miyên min ên din” jî hene (Lûqa 12:32; Yûhenna 10:16).

2. Padîşahiya Xweda wê dadperweriya rasteqîn pêk bîne. Îsa Mesîh diyar kir ku Padîşahiya Xweda wê bêdadperweriya herî mezin, bi giştî ji holê rake. Ev padîşahî tevahiya bûxtanên ku ji serhildana Adenê vir ve, Şeytên avêtibûn navê Yahowa Xweda, wê biderewîne û Pîroziya vî navî nîşan bide (Metta 6:9, 10). Îsa bêyî ku cûdatiyê bike, her roj di nav kesên wekî: Jin, mêr, dewlemend, xizan ango hemû cûreyên mirovan de, Gotina Xweda hîn dikir. Her çend peywira wî ya sereke hînkirina lawên Îsraêl bû jî, wî bo alîkariyê ji bilî Cihûyan hem xwe gihand xelkê Sameryayî û hem jî mirovên ji neteweyên din. Di serdema Îsa Mesîh de, mirovên oldar di nav gel de cûdatî dikirin û qûre bûn, lê belê li ba Îsa bi xwe, ji qûretiyê û pêşdaraziyê tu nisqalek tunebû.

3. Padîşahiya Xweda wê nebe rêveberiyeke ji ya vê cîhanê. Îsa Mesîh di demeke ku tevlihevî pirr bû de, jiyabû. Welatê wî di bin desthilatdariya hêzeke biyan de bû. Ligel vê yekê, gava mirovan xwest ku wê demê wî beşdarî meseleyên siyasî bikin, Îsa cihê ku lê bû terk kir (Yûhenna 6:14, 15). Wî carekê jî, ji zilameke ku siyasetmedar bû re weha got: “Padîşahiya min ne ji vê [cîhanê] ye” (Yûhenna 18:36, MIZ). Herweha wî ji şagirtên xwe re jî got ku hûn ne parçeyekî cîhanê ne (Yûhenna 15:19). Îsa ji bo ku wî biparêzin jî, destûr neda ku şagirtên wî çekên şer bikar bînin (Metta 26:51, 52).

“Îsa gund bi gund, bajar bi bajar digeriya, hîn dikir û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê dida.” (Lûqa 8:1, MIZ).

4. Rêveberiya Mesîh wê li ser hezkirinê bê damezrandin. Îsa ji wan re soz da ku ewê wan bigihîne aramiyê û barê wan sivik bike (Metta 11:28-30). Ew bi xwe tim li gor vê soza xwe tevgeriya. Wî di axavtina xwe ya bi navê Wayîza Çiyê de, gelek şîretên bibandor jî li mirovan kirin, da ku ew bikarin bi alîkariya wan, di heqê xemên xwe de bêne der, têkiliyên di navbera xwe de qenctir bikin, li dijî malperestiyê têbikoşin û dilşahiyê bidest bixin (Metta beşên 5-7). Îsa Mesîh ji ber ku bi rûnermî û hezkirinê bi mirovan re têkilî dadianî, ji her cûreyî mirov dikaribûn nêzîkî wî bibin. Kesên dilşikestî û pêrîşan jî, ji ber ku ji aliyê Îsa ve girîng dihatîn dîtin û dilovanî li wan dihat kirin, lê ewle dibûn û diçûn cem wî. Bi rastî jî, Îsa Mesîh rêvebereke bêhempa bû!

Îsa derbarê Padîşahiya Xweda de, metodeke din jî bikar dianî ku zehf girîng bû. Wî li ser rûyê erdê gelek mûcîze û keramet pêk anîn. Îcar werin em bibînin ku wî çima ew mûcîze û keramet kirin.

Ji Pirtûkên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna.