Here Naverokê

Here naverokê

DERS 10

Guhartina Deng

Guhartina Deng

Karên Şandiyan 16:28

BI KURTASÎ: Dengê xwe biguherîne ku gotinên te bi zelalî bên fehm kirin û dilê guhdaran bigirin.

ÇAWA:

  • Bi dengê bilind an nizm bipeyive. Fikrên sereke û fermanên Kitêba Pîroz bi dengê bilind bîne zimên. Wekî din, gava tu dixwazî guhdaran teşwîq bikî, dengê xwe bilind bike. Gava tu dixwazî meraqa guhdaran hişyar bikî an hîsên wek tirs an xemê nîşan bidî, dengê xwe nizm bike.

  • Bi dengê zîl an kûr bipeyive. Eger bi zimanê te normal e, dengê xwe zîl bike gava tu dixwazî coşî, mezinahî û dirêjahiyê nîşan bidî. Gava tu dixwazî şîn an xemê nîşan bidî, bi dengekî kûr bipeyive.

  • Bi lez an hêdî bipeyive. Gava tu dixwazî heyecanê nîşan bidî, bi lez bipeyive. Gava tu behsa fikrên sereke dikî, hêdî bipeyive.