Here Naverokê

Here naverokê

DERS 11

Coşî

Coşî

Romayî 12:11

BI KURTASÎ: Bi coşî bipeyive ku guhdar bên teşwîq kirin.

ÇAWA:

  • Bila malzeme dilê te bigire. Gava tu ji bo pêşkêşiya xwe haziriyê dikî, kûr bifikire ku malzemeya te çi qas muhîm e. Malzemeyê rind nas bike da ku tu karibî ji dil bipeyivî.

  • Guhdaran bîne ber çavê xwe. Bifikire ku malzemeya te ji bo kesên din çima bifeyde ye. Malzemeyê wisa pêşkêş bike ku guhdar fehm bikin ku ev malzeme çi qas muhîm e.

  • Bi dil û can bipeyive. Bi coşî bipeyive. Hîsên xwe bi jest û mîmîkên xwezayî nîşan bide.