Here Naverokê

Here naverokê

DERS 12

Nermî û Hevdilî

Nermî û Hevdilî

1. Selanîkî 2:7, 8

BI KURTASÎ: Ji dil bipeyive û ji guhdaran re nîşan bide ku tu xema wan dixwî.

ÇAWA:

  • Guhdaran bîne bîra xwe. Ji bo ku dilê te hazir be, hîs û derdên wan bîne ber çavê xwe.

  • Peyvên xwe rind hilbijêre. Rihetî, teselî û cesaretê bide guhdaran. Dilê wan neşikîne. Bi gotinên xwe kesên ku Şahidên Yehowa nînin, kêm nexe, û baweriyên wan reş neke.

  • Eleqeya xwe nîşan bide. Bi dengê xwe û bi jestên bicih nîşanî guhdaran bide ku tu xema wan dixwî. Hay ji mîmîkên xwe hebe û rûken be.