Here Naverokê

Here naverokê

DERS 14

Derxistina Fikrên Sereke

Derxistina Fikrên Sereke

Îbranî 8:1

BI KURTASÎ: Gotara xwe li gor rêzeke bimantiq pêşkêş bike û nîşan bide ku fikrên sereke bi armanca gotarê ve çawa girêdayî ne.

ÇAWA:

  • Armancekê deyne. Bifikire ku armanca gotara te çi ye: Gelo tu dixwazî guhdaran agahdar, îqna an teşwîq bikî? Paşê, gotara xwe li gor vê armancê hazir bike. Muhîm e ku hemû fikrên sereke bi vê armancê ve girêdayî bin.

  • Mijara gotarê zelal bike. Li tevahiya gotarê gelek caran behsa mijarê bike.

  • Fikrên sereke bi awayekî hêsan pêşkêş bike. Tenê fikrên ku bi rastî bi mijarê ve girêdayî ne, hilbijêre. Hesab bike ku tu li wexta tayînkirî karibî çend fikran bi awayekî bitesîr pêşkêş bikî. Bi zêdeyî fikrên sereke pêşkêş neke. Her yek ji fikrên sereke bi zelalî bîne zimên. Fikrên sereke yek bi yek nîşan bide û bi awayekî herikî ji fikrekê derbasî fikra din bibe.