DERS 16
Nêrîna Pozîtîf
Methelokên Silêman 12:25
BI KURTASÎ: Cesaretê bide guhdaran û bala xwe bide çareyan, ne probleman.
ÇAWA:
-
Li guhdaran pozîtîf binêre. Bawer be ku xwişk û bira dixwazin dilê Yehowa şa bikin. Eger fersend hebe, ji dil pesnê guhdaran bide berî ku tu şîretan bidî wan.
-
Bi zêdeyî behsa tiştên negatîf neke. Eger heta dereceyekê lazim be jî, bi zêdeyî di heqê tiştên negatîf de nepeyive. Bila rengê pêşkêşiya te pozîtîf be.
-
Kitêba Pîroz rind bi kar bîne. Bala guhdaran bikişîne ser vê ku Yehowa ji bo însanan çi kiriye, çi dike û wê çi bike. Hêvî û cesaretê bide guhdaran.