DERS 18
Malzemeya Balkêş
1. Korîntî 9:19-23
BI KURTASÎ: Lazim e ku malzeme ji bo guhdaran balkêş be, da ku ew li ser mijarê bifikirin û piştî pêşkêşiyê şa bin ku ew tiştekî bifeyde hîn bûne.
ÇAWA:
-
Bike hesabê ku guhdar jixwe çi dizanin. Li şûna vê ku tu tiştên ku ew jixwe dizanin dubare bikî, alî wan bike ku ew tiştekî teze hîn bibin.
-
Lêkolîn bike û kûr bifikire. Eger fersend hebe, fikrên nû bi alîkariya melûmat an nûçeyên balkêş pêşkêş bike. Li ser malzemeya xwe kûr bifikire û kontrol bike ka malzeme bi rastî bi mijara te ve girêdayî ye.
-
Nîşan bide ku gotinên te çima bifeyde ne. Îzah bike ku prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin roj bi roj alî guhdaran bikin. Bala wan bikişîne ser hin rewş û halan, ên ku ji bo wan muhîm in.