Here Naverokê

Here naverokê

DERS 2

Xeberdana Xwezayî

Xeberdana Xwezayî

2. Korîntî 2:17

BI KURTASÎ: Bi awayekî jidil û xwezayî bipeyive.

ÇAWA:

  • Dua bike û rind haziriyê bike. Dua bike ku tu bi zêdeyî biheyecan nebî, lê karibî bala xwe bidî mijarê. Fikrên sereke, yên ku tu dixwazî pêşkêş bikî, li bîra xwe xwedî bike. Van fikran bi peyvên xwe bîne zimên, ne bi zimanê nivîsî.

  • Ji dil xeber bide. Bîne ber çavê xwe ku mijar ji bo guhdaran çima muhîm e. Bala xwe rind bide guhdaran. Eger tu wisa bikî, jest, mîmîk û sekina te wê ji dil bibin.

  • Li guhdaran binêre. Li çavên guhdaran binêre (eger li gor adetên herêmê normal e). Gava tu gotarekê pêşkêş dikî, ne tenê li temamiya civatê, lê yek bi yek li guhdaran binêre.