Here Naverokê

Here naverokê

DERS 3

Bikaranîna Pirsan

Bikaranîna Pirsan

Metta 16:13-16

BI KURTASÎ: Bi alîkariya pirsên nazik bala guhdaran bikişîne, bi wan re muhakeme bike û fikrên muhîm diyar bike.

ÇAWA:

  • Bala guhdaran bikişîne. Bi alîkariya pirsan alî wan bike ku ew zêdetir bifikirin û meraq bikin.

  • Li ser mijarekê muhakeme bike. Bi alîkariya pirsan alî guhdaran bike ku ew gotinên te gav bi gav fehm bikin.

  • Fikrên muhîm diyar bike. Ji bo diyarkirina fikreke sereke, pirseke balkêş bipirse. Piştî şêwirîna li ser fikreke muhîm an li dawiya gotar an sohbetê, pirsên dubarekirinê bi kar bîne.