DERS 7
Melûmata Rast û Saxlem
ÇAWA:
-
Çavkaniyên saxlem bi kar bîne. Gotinên xwe bispêre Peyva Xwedê. Eger fersend hebe, rasterast ji Kitêba Pîroz bixwîne. Gava tu behsa zanist, nûçe, serpêhatî an tiştekî din dikî, ji berê de kontrol bike ka çavkaniya te saxlem û rojane ye.
-
Çavkaniyan bi awayekî rast bi kar bîne. Ayetan li gor kontekstê, li gor gotinên din ên Kitêba Pîroz û li gor weşanên “xulamê dilsoz û şehreza” bi kar bîne (Met. 24:45). Çavkaniyên ku ne ji aliyê Şahidên Yehowa ve hatine weşandin tenê li gor maneya orîjînal û li gor armanca nivîskar bi kar bîne.
-
Li ser îsbatan muhakeme bike. Piştî xwendin an wergirtina ayetekê, pirsên zelal bipirse an mîsalekê bide ku xwendekar xwe bi xwe karibin bigihîjin netîceyê.