1. Korîntî 1:1-31

  • Silavên Pawlos (1-3)

  • Pawlos ji bo Korîntiyan ji Xwedê re şikir dike (4-9)

  • “Bila fikir û nêrîna we yek be” (10-17)

  • Mesîh, qewet û hîkmeta Xwedê (18-25)

  • Bi tenê “ji ber Yehowa pesnê xwe bide” (26-31)

1  Ez, Pawlos, ê ku bi daxwaza Xwedê wek şandiyê Mesîh Îsa hatime gazîkirin, bi birayê me Sostênîs re vê nameyê dinivîsim. 2  Ev name ji civata Xwedê ya li Korîntê re hatiye nivîsîn. Yanî ji bo we, yên ku wek şagirtên Mesîh Îsa hatine pîrozkirin*. Hûn bi hemû kesên ku li her derê gazî navê Efendiyê me Îsa Mesîh dikin re, wek kesên pîroz hatine gazîkirin. Ew Efendiyê wan û Efendiyê me ye: 3  Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh bi we re be! 4  Ez her tim ji Xwedayê xwe re şikir dikim ji ber ku wî qenciya xwe ya mezin li we şagirtên Mesîh Îsa kiriye. 5  Ji ber ku hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de ne, we têr û tije bereket standine. Hûn xebera Xwedê bi awayekî baş belav dikin û peyva wî baş fehm dikin. 6  Û xebera di heqê Mesîh de di nav we de kûr rûniştî ye. 7  Ji ber vê yekê, heta ku hûn li benda eşkerebûna Efendiyê me Îsa Mesîh in, her tiştê ku ji we re lazim e li ba we heye. 8  Xwedê wê alî we bike ku hûn her tim xurt bibin, ji bo ku di roja Efendiyê me Îsa Mesîh de tu kes nikaribe we ji ber tiştekî sûcdar bike. 9  Xwedê dilsoz e, û ji aliyê wî ve hûn hatine gazîkirin ku bi Kurê wî, Efendiyê me Îsa Mesîh re di yekîtiyê de bin. 10  Birano, ez bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh ji we rica dikim ku bila gotinên we ne li dijî hev bin. Bila di nav we de cudahî çênebe; lê bila fikir û nêrîna we yek be. 11  Birayên min, ez ji hin maliyên Xloêyê pê hesiyam ku di nav we de minaqeşe çêdibin. 12  Min bihîstiye ku hûn wisa dibêjin: “Ez li pey Pawlos diçim”, yan “Ez li pey Apolos diçim”, yan “Ez li pey Kîfas* diçim” yan jî “Ez li pey Mesîh diçim.” 13  Ma Mesîh hatiye parvekirin? Ma Pawlos ji bo we li ser dar hat îdamkirin? Yan jî, ma hûn bi navê Pawlos hatine vaftîzkirin*? 14  Şikir ji Xwedê re ku ji xeynî Krîspos û Gayos, min tu kes ji we vaftîz nekiriye. 15  Bi vî awayî tu kes ji we nikare bibêje ku hûn bi navê min hatine vaftîzkirin. 16  Belê, min maliyên Steyfanas jî vaftîz kirin. Ji xeynî vê, nayê bîra min ka min kesekî din vaftîz kiriye yan na. 17  Çimkî Mesîh ez neşandime ku ez vaftîz bikim, lê wî ez şandime ku ez mizgîniyê belav bikim. Min ev yek bi gotinên biaqil nekir, ji bo ku mirina Mesîh a li ser darê îşkenceyê bêfeyde nebe. 18  Hînkirina li ser darê îşkenceyê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye. Lê ji bo me, yên ku xelas dibin, ev xeber qudreta Xwedê ye. 19  Çimkî di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ezê hîkmeta kesên bihîkmet tune bikim û zanîna kesên zana red bikim.” 20  Em dikarin li ser kesên bihîkmet, qanûnzan yan fîlozofên* vê dinyayê çi bibêjin? Xwedê wisa kiriye ku hîkmeta vê dinyayê bêaqil bê dîtin. 21  Ji ber ku mirovên vê dinyayê baweriya xwe bi hîkmeta xwe tînin, ew Xwedê nas nakin. Xwedê bi vî awayî hîkmeta xwe nîşan da ku ew bi destê xebera ku em belav dikin kesên ku bawer dikin xelas bike. Lê belê, ev xeber ji bo mirovên vê dinyayê bêaqilî ye. 22  Cihû nîşanan dixwazin, û Yûnan li hîkmetê digerin. 23  Lê em didin bihîstin ku Mesîh li ser dar hat kuştin. Ev xeber ji bo Cihûyan wek kevirekî ku dibe sebebê ketina wan e, lê ji bo miletên din bêaqilî ye. 24  Lê ji bo kesên ku ji aliyê Xwedê ve hatine gazîkirin, hem Cihû hem jî Yûnan, Mesîh qudret û hîkmeta Xwedê ye. 25  Tiştên ji Xwedê, yên ku mirov bêaqil dibînin, ji mirovan bihîkmettir in. Û tiştên ji Xwedê, yên ku mirov sist dibînin, ji mirovan biqewettir in. 26  Birano, binêrin ku çi cure mirov hatine gazîkirin. Li gor nêrîna mirovan ne gelek ji wan bihîkmet in, ne gelek ji wan biqewet in, û ne gelek ji wan ji malbatên bi nav û deng in. 27  Lê belê Xwedê tiştên dinyayê yên bêaqil hilbijartin ku yên bihîkmet bide şermkirin. Û Xwedê tiştên dinyayê yên sist hilbijartin ku yên biqewet bide şermkirin. 28  Xwedê tiştên dinyayê yên bêqîmet, tiştên ku kêm tên dîtin, û tiştên ku mirov wek tu tişt nabînin hilbijartin, da ku tiştên ku muhîm tên dîtin, tune bike. 29  Wî ev yek kir ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede. 30  Bi saya Xwedê hûn niha bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji me re hîkmet anî. Xwedê me bi saya Mesîh wek kesên rast û pîroz hesab dike, û ew me bi saya fîdyeyê azad dike. 31  Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Yê ku pesnê xwe dide, bila ji ber Yehowa pesnê xwe bide.”

Jêrenot

Yan “hilbijartin”.
Jê re Petrûs jî dihat gotin.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yanî kesekî jîr û jêhatî, yê ku dikare bi aqilmendî minaqeşe bike.