1. Korîntî 10:1-33

  • Dersên ji tarîxa Îsraîlê (1-13)

  • “Ji pûtperestiyê birevin” (14-22)

    • Sifra Yehowa, sifra cinan (21)

  • Azadî û wijdanê kesên din (23-33)

    • “Her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin” (31)

10  Birano, ez dixwazim bînim bîra we ku bav û kalên me, hemû di bin ewr de bûn û hemû di behra sor re derbas bûn. 2  Gava ew li pey Mûsa diçûn, ew hemû di bin ewr û behrê de hatin vaftîzkirin. 3  Wan hemûyan eynî xwarina ruhî dixwar, 4  û hemûyan eynî ava ruhî vedixwar. Wan ji zinara ruhanî, ya ku bi wan re diçû, av vedixwar. Vê zinarê Mesîh temsîl dikir. 5  Lê Xwedê ji piraniya wan ne razî bû, û ew di çolê de hatin kuştin. 6  Ev tiştên ku hatin serê wan ji bo me bûne ders, da ku dilê me wek dilê wan neçe tiştên xerab. 7  Wek hin ji wan ji pûtan re îbadet dikir, hûn ji pûtan re îbadetê nekin. Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Xelk rûnişt ku bixwe û vexwe. Paşê ew rabûn ku wexteke xweş derbas bikin.” 8  Wek hin ji wan bêexlaqiya cinsî dikir û di rojekê de 23.000 kes mirin, hûn bêexlaqiya cinsî nekin. 9  Wek hin ji wan Xwedê diceriband û ji aliyê maran ve hatin kuştin, hûn Yehowa neceribînin. 10  Wek hin ji wan gazin dikir û bi destê melekê helakkirinê hatin kuştin, hûn gazinan nekin. 11  Ev tiştên ku hatin serê wan ji bo me bûne ders. Û ev tişt hatin nivîsîn, da ku em, ên ku di dawiya van deman de dijîn, bên hişyarkirin. 12  Îcar, bila yê ku difikire ku ew qayîm disekine hay ji xwe hebe ku ew nekeve. 13  Hemû ceribandinên ku hûn rastî wan tên, hatine serê kesên din jî. Lê Xwedê dilsoz e. Ewê nehêle ku hûn ji qeweta xwe zêdetir* bên ceribandin. Lê gava hûn tên ceribandin, Xwedê wê ji bo we rêyekê veke, da ku hûn bikaribin tehemul bikin. 14  Loma delalên min, ji pûtperestiyê birevin. 15  Ez bi we re wek bi mirovên aqilmend re xeber didim. Hûn bi xwe gotinên min bidin ber hev. 16  Ma kasa keremê, ya ku em ji Xwedê re ji bo wê şikir dikin, me nake hevparên xwîna Mesîh? Ma nanê ku em dişkînin me nake hevparên bedena Mesîh? 17  Madem ku nan yek e, em her çi qas gelek bin jî em yek beden in, çimkî em hemû hevparên yek nanî ne. 18  Ka bala xwe bidin miletê Îsraîl: Gava ew tiştên ku tên qurbankirin dixwin, ma ew nabin hevparên qurbangehê? 19  Ma ez dixwazim bibêjim ku pût yan tiştên ku ji wî re tên qurbankirin, tiştek in? 20  Na, ez wisa nabêjim. Ez dibêjim ku miletên din ne ji Xwedê re, lê ji cinan re qurbanan pêşkêş dikin. Û ez naxwazim ku hûn bibin hevparên cinan. 21  Hûn nikarin hem ji kasa Yehowa hem jî ji kasa cinan vexwin. Hûn nikarin hem ji “sifra Yehowa” û hem jî ji sifra cinan bixwin. 22  Ma em dixwazin ‘hêrsa Yehowa rakin’? Ma em ji wî biqewettir in? 23  Ji bo her tiştî îzin heye, lê belê her tişt ne bifeyde ye. Ji bo her tiştî îzin heye, lê belê her tişt ava nake. 24  Ne bi tenê li xêra xwe, li bi dewamî li xêra kesên din jî bigerin. 25  Her goştê ku li sûka qesaban tê firotin, bixwin. Eger hûn qerar didin ku goşt bixwin, hûn dikarin bi wijdanekî paqij bixwin, 26  çimkî di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Erd û hemû tiştên ku tê de ne aîdî Yehowa ne.” 27  Eger kesekî nebawermend ji bo xwarinê gazî we bike, û hûn qerar didin ku herin, her tiştê ku ew deynin ber we, bixwin. Ji ber wijdanê xwe pirsan nepirsin. 28  Lê eger kesek ji we re bibêje: “Ev goşt ji pûtekî re hat qurbankirin”, hingê ji bo xatirê wî kesî nexwin, da ku wijdanê tu kesî aciz nebe. 29  Ez ne behsa wijdanê we, lê behsa wijdanê yê din dikim. Çimkî ez naxwazim ku wijdanê kesekî din li ser azadiya min bibe hakim. 30  Madem ku ez ji bo xwarinê ji Xwedê re spasdar im û îzna min heye ku ez vê xwarinê bixwim, çima gerek ez vêya bikim û ev yek bibe sebeb ku kesên din min sûcdar bikin? 31  Loma, hûn bixwin yan vexwin yan jî tiştekî din bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin. 32  Ji tu kesî re nebin sebebê ketinê, ne ji Cihûyan re, ne ji Yûnanan re, ne jî ji kesên ku aîdî civata Xwedê ne re. 33  Ez jî xîret dikim ku wisa bikim. Ez bi hemû kirinên xwe xîret dikim ku dilê mirovan razî bikim. Ez ne li xêra xwe, lê li xêra gelekan digerim, da ku ew xelas bibin.

Jêrenot

Yan “ji zêdetirî ku hûn dikarin tehemul bikin”.