1. Korîntî 11:1-34

  • “Min ji xwe re bikin mînak” (1)

  • Serîtî û nixumandina ser (2-16)

  • Şîva Efendiyê me (17-34)

11  Çawa ku ez Mesîh ji xwe re dikim mînak, hûn jî min ji xwe re bikin mînak. 2  Ji ber ku hûn her tim min tînin bîra xwe û hûr û kûr li gor rêberiyên* ku min dane we hereket dikin, ez pesnê we didim. 3  Ez dixwazim ku hûn bizanin ku serê her zilamî Mesîh e, serê jinê zilam e, û serê Mesîh jî Xwedê ye. 4  Eger zilamek serê xwe dinixumîne* û dua dike yan jî pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. 5  Lê gava jinek serê xwe nanixumîne û dua dike yan jî pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ev yek wisa ye qey porê serê wê hatiye kurkirin. 6  Eger jinek serê xwe nenixumîne, îcar bila porê wê jî bê birîn. Ji ber ku ji bo jinekê ev tiştekî bêhurmet e ku porê wê bê birîn yan porê serê wê bê kurkirin, bila ew serê xwe binixumîne. 7  Gerek zilamek serê xwe nenixumîne, çimkî ew sûret û rûmeta Xwedê ye. Lê belê, jin rûmeta zilam e. 8  Çimkî ne zilam ji jinê çêbû, lê jin ji zilam çêbû. 9  Ji xeynî vê, ne zilam ji bo xatirê jinê hat çêkirin, lê jin ji bo xatirê zilam hat çêkirin. 10  Ji ber vî sebebî û ji ber melekan, gerek jin serê xwe binixumîne, da ku ew nîşan bide ku ew di bin serîtiyê de ye. 11  Wekî din, di nav şagirtên Efendiyê me de, zilam hewceyî jinê ye û jin jî hewceyî zilam e. 12  Çawa ku jin ji zilam çêbû, zilam jî ji jinan tên dinyayê. Lê belê, her tişt ji Xwedê tê. 13  Hûn bi xwe bibêjin: Ma çêdibe ku jin serê xwe nenixumîne û li ber kesên din ji Xwedê re dua bike? 14  Heta em ji tebîetê hîn dibin ku porê dirêj ji bo zilamekî tiştekî bêhurmet e. 15  Lê porê dirêj ji bo jinekê tiştekî bedew e*. Porê wê ji bo nixumandina serê wê hatiye dayîn. 16  Eger kesek dixwaze li dijî vî adetî tiştek bibêje, cewaba me ev e ku hem li ba me û hem jî li ba civatên Xwedê adetekî din tune ye. 17  Lê gava ez van rêberiyan didim we, ez pesnê we nadim. Civînên we ne feydeyê, lê zerarê didin we. 18  A pêşîn, ez dibihîzim ku gava hûn di civatê de li hev top dibin, di nav we de cudahî çêdibin. Û ez bawer dikim ku hin ji tiştên ku ez dibihîzim rast in. 19  Erê, di nav we de mezheb wê hebin, û ev yek wê eşkere bike ku Xwedê kê qebûl dike. 20  Gava hûn li hev top dibin ku Şîva Efendiyê me bixwin, hûn wê bi awayekî nerast derbas dikin. 21  Gava wext tê ku hûn Şîva Efendiyê me bixwin, her kes ji we êdî şîva xwe xwariye. Bi vî awayî yek ji we birçî ye, lê yekî din serxweş e. 22  Ma malên we tune ne ku hûn li wê derê bixwin û vexwin? Ma hûn civata Xwedê biçûk dibînin û dixwazin kesên feqîr bixin şermê? Ma ez ji we re çi bibêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vê yekê de ez pesnê we nadim. 23  Tiştê ku ez ji Efendiyê me hîn bûm, ez hînî we dikim. Li şeva ku Efendiyê me Îsa hat dayîn dest, wî nan hilda, 24  û piştî ku wî ji Xwedê re şikir kir, wî nan şikand û got: “Ev bedena min temsîl dike, ya ku ji bo we wê bê dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” 25  Bi eynî awayî, piştî xwarina şîvê wî kas jî hilda û got: “Ev kas peymana nû ya li ser esasê xwîna min temsîl dike. Her tim gava hûn jê vedixwin, vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” 26  Heta Efendiyê me bê, gava hûn ji vî nanî dixwin û ji vê kasa şerabê vedixwin, hûn bi dewamî mirina wî îlan dikin. 27  Yê ku bi awayekî nehêja ji nên dixwe û ji kasa şeraba Efendiyê me vedixwe, ew li dijî beden û xwîna Efendiyê me guneh dike. 28  Her kes gerek pêşî tê derxe ka ew hêja ye yan na. Bi tenê hingê ew dikare ji nên bixwe û ji kasa şerabê vexwe. 29  Eger kesek dixwe û vedixwe û fehm nake ku ev yek bedena Efendiyê me temsîl dike, ew dibe sebeb ku Xwedê hukmê wî bide. 30  Loma gelek kes di nav we de sist û nexweş in, û hin jî mirine*. 31  Lê eger me tê derxista ku em kî ne, hukmê me wê nehata dayîn. 32  Lê gava hukmê me tê dayîn, ev yek tê maneya ku em ji aliyê Yehowa ve tên terbiyekirin, da ku em bi dinyayê re neyên mehkûmkirin. 33  Îcar birano, gava hûn ji bo Şîva Efendiyê me li hev top dibin, li benda hev bisekinin. 34  Eger kesek birçî be, bila ew li mala xwe xwarinê bixwe, da ku gava hûn li hev top dibin hukmê we neyê dayîn. Gava ez bêm, ezê meseleyên mayî safî bikim.

Jêrenot

Bi herfî “adetên”.
Yan “girêde”.
Yan “birûmet e”.
Tê maneya ku ew ji aliyê ruhî vê sist û nexweş in, yan jî mirine.