1. Korîntî 12:1-31

  • Dayînên ji Xwedê (1-11)

  • Yek beden, gelek endam (12-31)

12  Birano, ez dixwazim ku hûn dayînên Xwedê fehm bikin. 2  Wek ku hûn dizanin, berî ku hûn bûn bawermend, hûn di bin tesîra pûtên ku qet nikarin xeber bidin de bûn. Hûn li pey wan diçûn, û we bi ya wan dikir. 3  Ez dixwazim ku hûn bizanin ku tu kes di bin rêberiya ruhê Xwedê de wisa nabêje: “Lanet li Îsa be!” Û eger kesek ne di bin rêberiya ruhê pîroz de be, ew nikare bibêje: “Îsa Efendiyê me ye!” 4  Gelek cure dayînên Xwedê hene, lê belê ew hemû ji ruhê Xwedê tên. 5  Gelek cure awayên xizmetê hene, lê em ji eynî Efendiyî re xizmet dikin. 6  Gelek cure îş hene, lê Xwedayê ku qewetê dide ku ev îş bên kirin, eynî ye. 7  Alîkariya ku ruhê pîroz dide her kesî ji bo xêra kesên din e. 8  Bi saya ruh kesek dikare bi hîkmet xeber bide, û bi saya eynî ruhî kesekî din dikare bi zanînê xeber bide. 9  Bi saya eynî ruhî baweriya kesekî heye, û kesekî din jî ev dayîn ji Xwedê standiye ku kesên nexweş qenc bike. 10  Bi saya eynî ruhî kesek dikare mucîzeyan çêke, kesekî din dikare pêxembertiyê bike, kesekî din dikare fehm bike ka xeberek ji Xwedê ye yan na, kesekî din dikare bi zimanên din xeber bide, û kesekî din dikare zimanên din tercûme bike. 11  Ev hemû tişt bi saya eynî ruhî pêk tên. Li gor rêberiya ruhê Xwedê her kes dikare tiştê ku ji wî re hatiye dayîn, bike. 12  Çawa ku di bedena mirov de gelek endam hene, lê beden yek e, û hemû endam aîdî yek bedenê ne, bedena Mesîh jî eynî wisa ye. 13  Em hemû bi eynî ruhî hatin vaftîzkirin* ku bibin yek beden. Em Cihû bin, yan Yûnan bin, yan xulam bin, yan jî kesên azad bin, me hemûyan eynî ruh standiye. 14  Belê, beden ne bi tenê ji yek endamî, lê ji gelek endaman pêk tê. 15  Eger ling bibêje: “Ji ber ku ez ne dest im, ez ne endamekî bedenê me”, dîsa jî ew endamekî bedenê ye. 16  Eger guh bibêje: “Ji ber ku ez ne çav im, ez ne endamekî bedenê me”, dîsa jî ew endamekî bedenê ye. 17  Eger temamiya bedenê çav bûya, îcar mirov wê çawa bibihîsta? Eger temamiya bedenê guh bûya, mirov wê nikaribûya tiştekî bêhn bike. 18  Lê Xwedê her endamê bedenê li gor daxwaza xwe bi cih kir. 19  Eger hemû beden tenê yek endam bûya, ma ewê çi beden bûya? 20  Lê belê, gelek endam hene, lê tenê yek beden heye. 21  Çav nikare ji dest re bibêje: “Hewcedariya min bi te tune ye,” û serî nikare ji ling re bibêje: “Hewcedariya min bi te tune ye.” 22  Endamên bedenê, yên ku sist xuya dikin, bi rastî jî lazim in. 23  Em zêdetir bala xwe didin endamên bedena xwe, yên ku em ne ew qas muhîm dibînin. Û em gelek bi maqûlî bala xwe didin endamên bedena xwe, yên ku gerek neyên dîtin. 24  Lê ne hewce ye ku em bi zêdeyî bala xwe bidin endamên muhîm ên bedena xwe. Xwedê beden wisa çêkiriye ku ji endamên sist re zêdetir hurmet bê dayîn. 25  Wî wisa kir ku di bedenê de cudahî çênebe, lê endamên bedenê li hev xwedî derkevin. 26  Gava endamekî bedenê êşê dikişîne, hemû endamên din jî bi wî re êşê dikişînin. Lê gava endamekî bedenê tê hurmetkirin, hemû endamên din bi wî re kêfxweş dibin. 27  Hûn bedena Mesîh in, û her yek ji we endamekî vê bedenê ye. 28  Xwedê di civatê de her kes ji bo tiştekî tayîn kiriye: A pêşî şandî, a diduyan pêxember, a sisêyan mamoste, paşê kesên ku mucîzeyan çêdikin, paşê kesên ku ev dayîn standine ku mirovan qenc bikin, kesên ku alîkariyê didin, kesên ku rêberiyê dikin, û kesên ku bi gelek zimanên din xeber didin. 29  Ma her kes ji wan şandî, pêxember yan mamoste ye? Ma her kes ji wan mucîzeyan çêdike? 30  Ma her kes ji wan ev dayîn standiye ku mirovan qenc bike? Ma her kes ji wan bi gelek zimanên din xeber dide yan dikare zimanên din tercûme bike? 31  Loma, xîret bikin ku hûn ji Xwedê dayînên mezintir bistînin. Lê niha ezê rêya herî baş nîşanî we bidim.

Jêrenot

Yan “imadkirin; binavkirin”.