1. Korîntî 13:1-13

  • Hezkirin – rêya herî baş (1-13)

13  Eger ez bi zimanê mirovan û bi zimanê melekan xeber bidim, lê hezkirina min tune be, ez wek zengilekî dengbilind yan wek sifrekî ku deng derdixe me. 2  Eger min ev dayîn ji Xwedê standiye ku ez pêxembertiyê bikim, yan hemû sirên Xwedê fehm bikim, yan hemû zanîna min hebe, yan baweriya min wisa be ku ez çiyayan ji cihê wan rakim, lê hezkirina min tune be, ez ne tu tişt im. 3  Yan eger ez bi hemû mal û milkê xwe alî belengazan bikim, yan pesnê xwe bidim ku min bedena xwe wek qurban daye, lê hezkirina min tune be, tu feydeya min tune ye. 4  Hezkirin sebir dike* û qenciyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake û ne pozbilind e. 5  Hezkirin ne bêedeb e*, li feydeya xwe nagere, zû hêrs nabe, kînê najo*. 6  Hezkirin bi xerabiyê* dilxweş nabe, lê bi rastiyê dilxweş dibe. 7  Hezkirin bêhna xwe di her tiştî de fireh dike, tu car baweriya xwe winda nake*, her tim hêvî dike, li her tiştî tehemul dike. 8  Hezkirin tu car xelas nabe*. Lê ev dayîna Xwedê ku kesek dikare pêxembertiyê bike, yan bi zimanên din xeber bide, yan ku zanîna wî hebe wê winda bibe. 9  Çimkî zanîna me bisînor e û pêxembertiya me ne tam e. 10  Lê gava tiştê tam bê, tiştê bisînor wê xelas bibe. 11  Gava ez zarok bûm, min wek zarokan xeber dida, ez wek zarokan difikirîm, û aqlê min wek aqlê zarokan bû. Lê niha ez bûme zilam, û min dev ji tiştên ku zarok dikin berda. 12  Niha em bi zelalî nabînin qey em di neynika hesin de dinêrin, lê paşê emê bi zelalî bibînin. Niha zanîna min bisînor e, lê paşê ewê tam bibe, çawa ku Xwedê min bi temamî nas dike. 13  Îcar ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hezkirin. Lê belê, ji nav wan a herî mezin hezkirin e.

Jêrenot

Yan “bêhnfireh e”.
Yan “ne sert e”.
Yan “naxeyîde”.
Yan “neheqiyê”.
Yan “ji her tiştî bawer dike”.
Yan “bin nakeve”.