1. Korîntî 14:1-40

  • Dayîna ji Xwedê ku pêxembertiyê bikin û bi zimanên din xeber bidin (1-25)

  • Gerek civîn çawa bên derbaskirin (26-40)

14  Berî her tiştî bi dewamî li ser rêya hezkirinê bimeşin, û çi ji destê we tê bikin ku hûn dayînên Xwedê bistînin, bi xisûsî dayîna ku hûn pêxembertiyê bikin. 2  Kesê ku ev dayîn standiye ku bi zimanekî din xeber bide, ne bi mirovan re, lê bi Xwedê re xeber dide. Ew bi qeweta ruh sirên pîroz eşkere dike, loma tu kes ji wî fehm nake. 3  Lê belê, yê ku pêxembertiyê dike, ew bi gotinên xwe dilê kesên din xurt dike, ava dike û rehet dike. 4  Kesê ku bi zimanekî din xeber dide, ew xwe ava dike. Lê belê, yê ku pêxembertiyê dike, ew civatê ava dike. 5  Ez dixwazim ku hûn vê dayînê ku bi zimanekî din xeber bidin bistînin, lê ez hê jî zêdetir dixwazim ku hûn pêxembertiyê bikin. Eger kesek bi zimanên din xeber dide û gotinên xwe tercûme nake ku civatê ava bike, îcar kesê ku pêxembertiyê dike ji wî mezintir e. 6  Birano, eger ez bêm ba we û bi zimanekî din xeber bidim, ma ev yek wê alî we bike? Bi tenê eger ez gotinên ku min ji Xwedê standine, yan zanîn, yan pêxembertî, yan jî hînkirinekê bigihînim we, ez dikarim alî we bikim. 7  Ev yek dişibe tiştên bêcan, ên ku deng derdixin, mesela bilûr yan çeng. Eger di notayan de ferqek tune be, mirov wê çawa tê derxe ka li bilûrê yan jî li çengê tê lêxistin? 8  Eger dengê boriyê ne zelal be, ma kî wê ji bo şer hazir be? 9  Bi eynî awayî, eger hûn gotinên ku bi hêsanî nayên fehmkirin bi kar bînin, ma kî wê ji we fehm bike? Gotinên we wê li ber bayê herin. 10  Di dinyayê de gelek zimanên cuda hene, û qet yek ji wan ne bêmane ye. 11  Eger ez maneya xeberdana kesekî fehm nekim, ez ji bo wî kesî xerîb im, û ew jî ji bo min xerîb e. 12  Ji bo we jî eynî wisa ye: Ji ber ku hûn dayînên Xwedê dixwazin, xîret bikin ku hûn dayînên ku dikarin civatê xurt bikin, bistînin. 13  Ji ber vê yekê, bila kesê ku bi zimanekî din xeber dide dua bike ku ew bikare gotinên xwe tercûme bike. 14  Gava ez bi zimanekî din dua dikim, ez ji ber dayîna ku min ji Xwedê standiye dua dikim, lê hişê min tu tiştî nake. 15  Îcar ez çi bikim? Ezê bi vê dayîna ku min ji Xwedê standiye dua bikim, lê ezê wisa dua bikim ku ez ji gotinên xwe fehm bikim. Ezê bi vê dayîna ku min ji Xwedê standiye bi kilaman pesnê Xwedê bidim, lê ezê van kilaman wisa bistirêm ku ez ji gotinên xwe fehm bikim. 16  Eger tu bi vê dayîna ku te ji Xwedê standiye pesnê Xwedê didî, lê kesek ji gotinên te fehm nake, îcar ewê çawa ji bo şikirkirina te bi te re “Amîn” bibêje? 17  Erê, tu bi awayekî baş ji Xwedê re şikir dikî, lê ev kes jê feydeyê nastîne. 18  Şikir ji Xwedê re ku min ev dayîn standiye ku ez ji we hemûyan bi zêdetir zimanên din xeber didim. 19  Lê belê, li şûna ku ez di civatê de kesên din bi 10.000 peyvên zimanekî xerîb hîn bikim, çêtir e ku ez bi pênc peyvên ku ez fehm dikim, xeber bidim. 20  Birano, di hiş û aqlê xwe de nebin wek zarokan, lê ji bo tiştên xerab bibin wek zarokên biçûk. Di hiş û aqlê xwe de bi temamî gihîştî bin. 21  Di Qanûnê de hatiye nivîsîn: “Yehowa dibêje: ‘Ezê bi ziman û gotinên xerîban bi vî xelkî re xeber bidim, lê dîsa jî ewê guh nedin min.’” 22  Ev dayîna ku kesek dikare bi zimanên din xeber bide, ne ji bo bawermendan, lê ji bo nebawermendan nîşanek e. Lê belê, pêxembertî ne ji bo nebawermendan, lê ji bo bawermendan e. 23  Eger temamiya civatê li hev top bibe û her kes bi zimanekî din xeber bide û kesên sade yan kesên nebawermend bikevin hundir, ewê bibêjin ku we hişê xwe winda kiriye. 24  Lê eger hûn hemû pêxembertiyê bikin, û kesekî nebawermend yan kesekî sade bikeve hundir, gotinên we wê wî tembîh bikin û ewê dilê xwe hûr û kûr lêkolîn bike. 25  Hingê sirên dilê wî wê eşkere bibin, û ewê bikeve ser çokan, ji Xwedê re îbadetê bike û bibêje: “Bi rastî jî, Xwedê di nav we de ye.” 26  Îcar birano, gerek hûn çi bikin? Gava hûn li hev top dibin, kesek zebûrekê distirê, kesek hîn dike, kesek behsa gotinên ku wî ji Xwedê standine dike, kesek bi zimanekî din xeber dide, û kesekî din jî tercûme dike. Van hemû tiştan bikin ku hûn hevdû ava bikin. 27  Eger hin kes bi zimanekî din xeber bidin, bila ew herî zêde du yan sê kes bin. Bila ew dor bi dor xeber bidin, û kesekî din jî gotinên wan tercûme bike. 28  Eger ji bo kesekî tercûmanek tune be, bila ew di civatê de bêdeng bimîne û di dilê xwe de ji Xwedê re xeber bide. 29  Bila du yan sê pêxember xeber bidin, û gerek kesên din xîret bikin ku maneyê fehm bikin. 30  Eger li dema civînê kesek gotinan ji Xwedê bistîne, bila yê ku xeber dide bêdeng bimîne. 31  Hûn dikarin dor bi dor pêxembertiyê bikin, da ku her kes tiştekî hîn bibe û dilê wî bê xurtkirin. 32  Gava pêxember vê dayîna Xwedê bi kar tînin, bila ew hay ji xwe hebin ku ew vêya çawa dikin. 33  Çimkî Xwedê ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê Xwedayê aştiyê ye. Wek di hemû civatên pîrozan de, 34  gerek jin di civatan de bêdeng bimînin. Îzna wan tune ye ku ew xeber bidin. Çawa ku di Qanûnê de jî tê gotin, gerek ew guhdar bin. 35  Eger jin dixwazin tiştekî hîn bibin, bila ew li malê ji mêrên xwe bipirsin. Eger jinek li ber civatê xeber bide, ev yek şerm e. 36  Ma bi eslê xwe peyva Xwedê ji we derket? Yan jî, ma bi tenê we ew standiye? 37  Eger kesek difikire ku ew pêxember e yan dayînek ji Xwedê standiye, gerek ew fehm bike ku tiştê ku ez ji we re dinivîsim emrê Efendiyê me ye. 38  Eger kesek vê yekê red bike, ewê bê redkirin*. 39  Îcar birayên min, xîret bikin ku hûn pêxembertiyê bikin, û rêya kesên din negirin ku ew bi zimanên din xeber bidin. 40  Lê bila her tişt bi awayekî rast û bi rêk û pêk be.

Jêrenot

Yan belkî “eger kesek nezan be, bila nezan bimîne”.