1. Korîntî 15:1-58

  • Rabûna Mesîh (1-11)

  • Rabûna miriyan esasê baweriyê ye (12-19)

  • “Hemû wê bi destê Mesîh bên saxkirin” (20-34)

  • Bedena nefsî, bedena ruhî (35-49)

  • Nemirin û rizandin (50-57)

  • “Di îşê Efendiyê me de her tim mijûl bin” (58)

15  Birano, ez dixwazim mizgîniya ku min gihandibû we bînim bîra we. We ev mizgînî qebûl kir û baweriya xwe pê anî. 2  Eger hûn xwe li vê mizgîniyê qayîm bigirin, hûnê bên xelaskirin. Eger hûn xwe qayîm lê negirin, îcar hûn badîhewa bawer dikin. 3  Yek ji tiştên herî muhîm, ên ku min gihandin we û min bi xwe jî standine, ev e ku li gor Nivîsarên Pîroz, Mesîh ji bo gunehên me mir 4  û hat defnkirin*. Erê, li gor Nivîsarên Pîroz ew di roja sisêyan de ji mirinê hat rakirin, 5  û ew ji Kîfas* re xuya bû, û paşê ji Diwanzdehan* re jî. 6  Piştî vê, ew di carekê de ji zêdetirî 500 birayî* re xuya bû; piraniya wan hê di nav me de ne, lê hin ji wan ketine xewa mirinê. 7  Piştre ew ji Aqûb re xuya bû, û paşê ji hemû şandiyan re jî. 8  Dawiya dawî, ew ji min re jî xuya bû, wek ku ji zarokekî re, yê ku berî wexta xwe hatiye dinyayê. 9  Çimkî ji şandiyan ê herî biçûk ez im. Ez ne hêja me ku ji min re şandî bê gotin, çimkî min zilm li civata Xwedê kiriye. 10  Lê belê, ez çi bim, ez bi saya qenciya mezin a Xwedê ew im. Û qenciya wî ya mezin a ku li min hat kirin, ne badîhewa bû, çimkî min di xizmetê de ji hemû kesên din zêdetir xîret kir. Lê min ev yek ne bi qeweta xwe, lê bi saya qenciya mezin a Xwedê kiriye. 11  Ferq nake ku ez yan şandiyên din mizgîniyê belav dikin, em eynî mizgîniyê belav dikin û we baweriya xwe bi wê aniye. 12  Mizgîniya ku em belav dikin ev e ku Mesîh ji mirinê hat rakirin. Îcar çima hin kes ji we dibêjin ku rabûna miriyan tune ye? 13  Eger rabûna miriyan tune be, îcar Mesîh jî ji mirinê nehatiye rakirin. 14  Lê eger Mesîh ji mirinê nehatiye rakirin, hingê mizgîniya me bêmane ye, û baweriya me jî badîhewa ye. 15  Bi ser de, eger yên mirî wê bi rastî neyên rakirin, îcar Xwedê Mesîh jî ji mirinê ranekiriye. Yanî, gava em dibêjin ku wî Mesîh ji mirinê rakiriye, em li ser Xwedê derewan dikin. 16  Eger yên mirî wê neyên rakirin, îcar Mesîh jî ji mirinê nehatiye rakirin. 17  Eger Mesîh ji mirinê nehatiye rakirin, îcar baweriya we bêfeyde ye, û gunehên we hê nehatine efûkirin. 18  Wekî din, şagirtên Mesîh ên ku di xewa mirinê de ne, ew heta hetayê mirî ne. 19  Eger me bi tenê ji bo vê jiyanê hêviya xwe bi Mesîh ve girêdaye, kesên herî belengaz em in. 20  Lê em dizanin ku Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin. Ji nav hemû kesên ku mirine, yê pêşîn, ê ku ji mirinê hat rakirin, ew bû. 21  Madem ku mirin bi destê mirovekî hat, rabûna miriyan jî bi destê mirovekî tê. 22  Çawa ku hemû ji ber Adem dimirin, hemû wê bi destê Mesîh bên saxkirin. 23  Lê her kes wê dor bi dor bê saxkirin: Yê pêşîn Mesîh, paşê di dema hazirbûna Mesîh de kesên ku aîdî wî ne. 24  Piştre dawî wê bê*. Piştî ku Mesîh her hukimdarî, serwerî û qudretê ji holê rake, ewê Hukimdariyê bide destê Bav û Xwedayê xwe. 25  Ewê wek hukimdar hukim bajo heta ku Xwedê hemû dijminên wî bixe bin lingên wî. 26  Hingê dijminê dawîn, yanî mirin, wê ji holê bê rakirin. 27  Li gor Nivîsarên Pîroz, Xwedê “her tişt xist bin lingên wî”. Lê gava Xwedê dibêje ku ‘her tişt hat xistin bin lingên wî’, eşkere ye ku li vir behsa Xwedê, yê ku her tişt xist bin lingên wî, nayê kirin. 28  Lê gava Xwedê her tiştî bixe bin lingên wî, hingê Kur bi xwe wê bi ya Xwedê bike, yê ku her tişt xistiye bin lingên wî. Bi vî awayî, Xwedê wê ji bo her kesî bibe her tişt*. 29  Yan na, yên ku tên vaftîzkirin* ji bo ku ew bibin yên mirî, wê çi bikin? Eger yên mirî qet neyên rakirin, îcar ew çima wisa tên vaftîzkirin? 30  Çima em jî her tim rastî talûkeyan tên? 31  Birano, ez bi we şagirtên Efendiyê me Mesîh Îsa serbilind im, û bi vê yekê ez sond dixwim ku ez her roj rastî mirinê têm. 32  Eger min wek zilamên din li Efesê bi heywanên wehşî re şer bikira, îcar feydeya min wê çi bûya? Eger yên mirî ji bo jiyanê neyên rakirin, îcar “bila em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin.” 33  Neyên xapandin! Hevalên xerab adetên* baş xera dikin. 34  Werin ser hişê xwe û ya rast bikin. Guneh nekin. Di nav we de hin kes bi rastî Xwedê nas nakin. Ez vê yekê dibêjim, da ku hûn şerm bikin. 35  Lê hin kes wê bipirsin: “Yên mirî wê çawa bên rakirin? Bedena wan wê çawa be?” 36  Ev çi pirsên bêmane ne! Gava tu toximekî diçînî, gerek ew pêşî bimire, da ku ew paşê şîn bibe. 37  Û gava tu diçînî, tu nebateke* ku êdî mezin bûye naçînî, lê tu bi tenê toximê genim yan jî toximekî din diçînî. 38  Xwedê li gor daxwaza xwe her nebatê mezin dike, û gava toxim mezin dibin, ew ji hev cuda ne. 39  Wekî din, ne hemû beden* eynî ne. Bedena mirovan cuda ye, bedena dewaran cuda ye, bedena teyran cuda ye, û bedena masiyan jî cuda ye. 40  Bi eynî awayî, bedena yên li ezmên ji bedena yên li ser rûyê erdê cuda ye. Rûmeta yên li ezmên ji rûmeta yên li ser rûyê erdê cuda ye. 41  Rûmeta rojê ji rûmeta heyvê yan ji rûmeta stêran cuda ye. Bi rastî, rûmeta her stêrê ji rûmeta stêrên din cuda ye. 42  Rabûna miriyan jî eynî wisa ye. Tiştê ku tê defnkirin* dirize, lê tiştê ku hatiye rakirin wê qet nerize. 43  Ew di bêrûmetiyê de tê defnkirin, û di rûmetê de tê rakirin. Ew di halekî sist de tê defnkirin, û di qudretê de tê rakirin. 44  Ew bi bedeneke nefsî tê defnkirin, û bi bedeneke ruhî tê rakirin. Eger bedeneke nefsî heye, hingê bedeneke ruhî jî heye. 45  Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Mirovê pêşîn Adem bû canekî jîndar.” Lê Ademê dawîn bû ruhekî ku jiyanê dide. 46  Lê belê, mirovê* ruhî pêşî nehat. Mirovê nefsî pêşî hat û yê ruhî paşê hat. 47  Mirovê pêşîn ji erdê ye û ji axê hat çêkirin. Mirovê diduyan ji ezmanan e. 48  Wek ku mirovê pêşîn ji axê hat çêkirin, yên din jî wisa hatine çêkirin. Yê ezmanî çawa be, yên ezmanî jî wisa ne. 49  Çawa ku em niha di sûretê yê ku ji axê hat çêkirin de ne, emê di sûretê yê ezmanî de jî bibin. 50  Birano, ez vêya ji we re dibêjim: Bedenên ji goşt û xwînê nikarin Hukimdariya Xwedê mîras bistînin. Tiştê ku dirize nikare tiştê ku narize mîras bistîne. 51  Niha ezê ji we re sireke pîroz vekim: Ne hemû ji me wê bimirin, lê belê em hemû wê bên guhertin. 52  Gava boriya dawîn bê lêxistin, ev yek wê di saniyekê de, wek ku çav bê girtin û vekirin, çêbe. Dengê boriyê wê bê, û yên mirî wê bên rakirin ku tu car nerizin, û emê bên guhertin. 53  Bedena ku dirize wê biguhere û bibe bedena ku narize. Û bedena ku dimire wê biguhere û bibe bedena ku tu car namire*. 54  Lê gava tiştê ku dirize bibe tiştê ku narize, û tiştê ku dimire bibe tiştê ku namire, hingê gotinên Nivîsarên Pîroz wê bên cih: “Mirin heta hetayê ji holê hatiye rakirin.” 55  “Ey mirin, ka serkeftina te? Ey mirin, ka derziya te?” 56  Derziya ku dibe sebebê mirinê, guneh e. Guneh qeweta xwe ji Qanûnê distîne. 57  Lê şikir ji Xwedê re, çimkî ew bi destê Efendiyê me Îsa Mesîh serkeftinê dide me! 58  Loma birayên min ên delal, xurt bin û veneleqin. Her tim di îşê Efendiyê me de mijûl bin. Ji bîr nekin ku keda we ya ji bo xizmeta Efendiyê me tu car ne badîhewa* ye.

Jêrenot

Yan “veşartin; binaxkirin”.
Jê re Petrûs jî tê gotin.
Yanî 12 şandî.
Carinan di Kitêba Pîroz de peyva “bira” hem ji bo zilaman hem jî ji bo jinan tê bikaranîn.
Li vir “dawî” tê maneya dawiya Hukimdariya Hezarsalî.
Yan “di ser her kesî re be”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yan “exlaqê”.
Bi herfî “bedeneke”.
Bi herfî “goşt”.
Yan “veşartin; binaxkirin”. Bi herfî “çandin”.
Yan “beden”.
Yan “nemir”.
Yan “bêmane”.