1. Korîntî 16:1-24

  • Bexşên ji bo Mesîhiyên li Orşelîmê (1-4)

  • Pawlos behsa rêwîtiya xwe dike (5-9)

  • Tîmotêyos û Apolos wê birayan ziyaret bikin (10-12)

  • Rêberî û silav (13-24)

16  Lê niha, li ser topkirina pereyan ji bo pîrozan, wê baş be ku hûn li gor rêberiyên ku min dane civatên Galatyayê, hereket bikin. 2  Di roja pêşîn a her hefteyê de, bila her yek ji we li gor îmkana xwe tiştekî bide aliyekî. Bi vî awayî, gava ez bêm, wê ne lazim be ku pere bên topkirin. 3  Gava ez bigihîjim ba we, ezê bexşên we bi zilamên ku we di nameyên xwe de tewsiye kirine, bişînim Orşelîmê. 4  Lê belê, eger hewce be ku ez jî herim wê derê, emê bi hev re herin. 5  Gava ez di Makedonyayê re derbas bibim, ezê bêm ba we, çimkî lazim e ku ez di wê derê re derbas bibim. 6  Ezê belkî ji bo demekê li ba we bimînim, yan jî temamiya zivistanê li ba we derbas bikim. Paşê hûn dikarin heta cihê ku gerek ez herim wê derê, min hinek bi rê bikin. 7  Gava ez niha di rêya xwe de derbas dibim, ez naxwazim tenê ji bo demeke kin we bibînim. Eger Yehowa îznê bide, ez hêvî dikim ku ez ji bo demekê li ba we bimînim. 8  Lê heta Cejna Pentîkostê ezê li Efesê bimînim, 9  çimkî fersendeke mezin ketiye destê min* ku ez xizmeta xwe berfirehtir bikim. Lê belê, gelek kes li dijî me ne. 10  Eger Tîmotêyos bê ba we, baş bala xwe bidin wî û bi wî re hevkariyê bikin, da ku ew heta ku ew bi we re be xema tu tiştî nexwe. Ew wek min îşê Yehowa dike. 11  Bila tu kes wî kêm nebîne. Wî bi selametî bişînin, da ku ew bê ba min. Ez û birayên din, em li benda wî ne. 12  Û niha li ser birayê me Apolos: Min ji wî gelek rica kir ku ew bi birayên din re bê ba we. Wî qerar da ku ewê ne niha, lê paşê gava fersend bikeve destê wî, bê ba we. 13  Hişyar bimînin, di baweriyê de qayîm bin, mêrxas û dilxurt bin. 14  Her tiştî bi hezkirinê bikin. 15  Birano, hûn dizanin ku maliyên Steyfanas li Axayayê bawermendên pêşîn bûn. Ew her tim hazir in ku ji pîrozan re xizmet bikin. 16  Ez rica dikim ku hûn bi dewamî bi mirovên wisa re û bi yên ku bixîret îş dikin û xizmet dikin re, hevkariyê bikin. 17  Ez kêfxweş im ku Steyfanas, Fortunatos û Axayîkos li vir bi min re ne. Ew li şûna we alî min dikin. 18  Wan hem dilê min hem jî dilê we xurt kir. Ji ber vê yekê, qîmetê bidin zilamên wisa. 19  Civatên Asyayê silavan li we dikin. Akîlas û Prîska bi civata ku li mala wan top dibe re bi navê Efendiyê me silavên dilgerm ji we re dişînin. 20  Hemû birayên li vir silavan li we dikin. Bi hezkirinê* silavan li hevdû bikin. 21  Ez, Pawlos, bi destê xwe silavên xwe ji we re dinivîsim. 22  Eger kesek ji Efendiyê me hez neke, bila lanet li wî be. Efendiyê me, were! 23  Bila kerema Efendiyê me Îsa bi we re be. 24  Ez ji we hemûyan re, yên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, hezkirina xwe dişînim.

Jêrenot

Bi herfî “deriyekî mezin li ber min vebûye”.
Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.