1. Korîntî 2:1-16

  • Xizmeta Pawlos li Korîntê (1-5)

  • Kûrahiya hîkmeta Xwedê (6-10)

  • Mirovê ruhî û mirovê nefsî (11-16)

2  Birano, gava ez hatim ku ji we re behsa sira pîroz a Xwedê bikim, ez nehatim ku bi gotinên xwe li ser we tesîr bikim yan xwe wek kesekî bihîkmet nîşan bidim. 2  Min qerar da ku li ser tu tiştê din bi we re xeber nedim, bi tenê li ser Îsa Mesîh û vê yekê ku ew li ser dar hat kuştin. 3  Û gava ez hatim ba we, ez sist bûm û ji tirsan dilerizîm. 4  Xeberdan û hînkirinên min ne bi peyvên hîkmet bûn, ên ku mirovan îqna dikin. Lê gotinên min qudreta ruhê Xwedê nîşan da. 5  Min ev yek kir ku hûn baweriya xwe ne bi hîkmeta mirovan, lê bi ruhê Xwedê bînin. 6  Em bi kesên gihîştî re li ser hîkmetê xeber didin. Ev hîkmet, ne hîkmeta vê dinyayê yan hîkmeta serokên vê dinyayê ye, yên ku wê helak bibin. 7  Lê em behsa hîkmeta Xwedê dikin, a ku di sira pîroz de veşartî ye. Xwedê ji demên borî ve ji bo rûmeta me qerar da ku li gor vê hîkmetê hereket bike. 8  Tu serokên vê dinyayê bi vê hîkmetê nizanin. Eger wan bi vê hîkmetê bizanibûya, wanê Efendiyê meyî birûmet nedaya kuştin. 9  Lê wek ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Tiştên ku çav nedîtine û guh nebihîstine û tiştên ku tu mirov nikare bîne ber çavê xwe, Xwedê ji bo kesên ku ji wî hez dikin, hazir kirine.” 10  Xwedê bi destê ruhê xwe ev tişt ji me re eşkere kirine. Ruhê pîroz her tiştî, heta fikrên kûr ên Xwedê jî eşkere dike. 11  Ma kîjan mirov bi fikrên mirovekî din dizane? Ew bi tenê tiştên ku di dilê wî de ne, dizane. Bi eynî awayî, bêyî ku ruhê Xwedê fikrên Xwedê eşkere bike, tu kes nikare wan bizane. 12  Îcar, me ne ruhê vê dinyayê, lê ruhê ku ji Xwedê tê, standiye. Bi vî awayî em dikarin tiştên ku Xwedê bi dilovanî hînî me kirine, fehm bikin. 13  Û em jî li ser van tiştan xeber didin, lê em peyvên bihîkmet, ên ku mirov hîn dikin, bi kar naynin. Lê em peyvên ku ruhê pîroz hînî me kirine, bi kar tînin, ji bo ku rastiyên ku ji Xwedê tên, şîrove bikin. 14  Lê mirovekî nefsî* nikare tiştên ku ruhê Xwedê eşkere kirine, qebûl bike, çimkî ew ji bo wî bêaqilî ne. Ew nikare van tiştan fehm bike, ji ber ku ev tişt bi tenê bi alîkariya ruhê Xwedê tên fehmkirin. 15  Lê belê, mirovekî ruhî* her tiştî fehm dike, lê tu mirov wî fehm nake. 16  Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ma kî bi fikra Yehowa dizane ku wî hîn bike?” Lê em wek Mesîh difikirin.

Jêrenot

Yan “mirovekî ku li gor nefsa xwe hereket dike”.
Yan “mirovekî ku li gor ruhê Xwedê hereket dike”.