1. Korîntî 3:1-23

  • Xwişk û birayên Korîntî hê wek mirovên vê dinyayê hereket dikin (1-4)

  • Xwedê “mezin dike” (5-9)

    • “Em hevalkarên Xwedê ne” (9)

  • Bi tiştên ku nayên şewitandin ava bikin (10-15)

  • “Hûn îbadetgeha Xwedê ne” (16, 17)

  • “Hîkmeta vê dinyayê di çavê Xwedê de bêaqilî ye” (18-23)

3  Birano, min nikaribû bi we re wek bi mirovên ruhî re* xeber bidim. Lazim bû ku ez bi we re wek bi mirovên nefsî re* xeber bidim, wek zarokên li ber şîr di baweriya Mesîhiyan de. 2  Min ne xwarina giran, lê şîr da we. Hûn ji bo xwarina giran ne hazir bûn, û niha jî hûn ne hazir in. 3  Nêrîna we hê wek nêrîna mirovên nefsî ye. Ji ber vê yekê ku di nav we de hesûdî û şer* heye, eşkere ye ku hûn wek mirovên vê dinyayê hereket dikin. 4  Gava kesek dibêje: “Ez li pey Pawlos diçim”, lê kesekî din dibêje: “Ez li pey Apolos diçim”, ma hûn wek mirovên vê dinyayê hereket nakin? 5  Îcar Apolos kî ye? Yan Pawlos kî ye? Em bi tenê xizmetkar in, ên ku alî we kirine ku hûn bibin bawermend. Me bi tenê wezîfeya ku Efendiyê me daye me, anî cih. 6  Min toxim çand, Apolos av da, lê belê, yê ku mezin kir Xwedê ye. 7  Ne yê ku diçîne, ne jî yê ku av dide, lê Xwedê, yê ku mezin dike, hêjayî pesnan e. 8  Yê ku diçîne û yê ku av dide di yekîtiyê de îş dikin, û her yek wê li gor îşê xwe xelatê bistîne. 9  Em hevalkarên Xwedê ne. Hûn zeviya Xwedê, avahiya Xwedê ne. 10  Li gor hediyeya ku Xwedê daye min, min wek avakarekî jîr û jêhatî bingeh danî. Niha yekî din li ser ava dike. Lê lazim e ku her kes bala xwe bide wê ku ew çawa li ser bingehê ava dike. 11  Xwedê Îsa Mesîh wek bingeh danî, û tu kes nikare bingeheke din deyne. 12  Kesek dikare li ser vê bingehê bi zêr, zîv, kevirên giranbiha, dar, ka yan qirş ava bike. 13  Lê li dawiyê îşê her kesî wê eşkere bibe, çimkî roj wê nîşan bide ku îşê her yekî çi ye. Ewê bi êgir bê eşkerekirin, û agir wê nîşan bide ku her kesî çi cure îş kiriye. 14  Eger tiştê ku kesekî li ser bingehê ava kiriye bimîne, ew kes wê xelatê bistîne. 15  Eger îşê yekî bişewite, ewê zerarê bibîne. Her çi qas ew bifilite jî, ewê bibe wek kesekî ku ji êgir xelas bûye. 16  Ma hûn nizanin ku hûn îbadetgeha Xwedê ne, û ruhê Xwedê di hundirê we de ye? 17  Eger kesek îbadetgeha Xwedê wêran bike, Xwedê wê wî wêran bike. Çimkî îbadetgeha Xwedê pîroz e, û ew îbadetgeh hûn in. 18  Xwe nexapînin: Eger kesek di vê dinyayê de xwe bihîkmet hesab dike, bila bibe yekî bêaqil. Bi vî awayî, ewê bibe yekî bihîkmet. 19  Çimkî hîkmeta vê dinyayê di çavê Xwedê de bêaqilî ye. Wek ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ew kesên bihîkmet di hîleyên wan de digire.” 20  Wekî din, wisa jî tê gotin: “Yehowa dizane ku fikrên kesên bihîkmet pûç in.” 21  Loma bila tu kes pesnê xwe bi mirovan nede. Çimkî her tişt aîdî we ye: 22  Pawlos, Apolos, Kîfas*, dinya, jiyan, mirin, tiştên niha, tiştên ku wê bên, her tişt aîdî we ye. 23  Lê hûn aîdî Mesîh in, û Mesîh aîdî Xwedê ye.

Jêrenot

Yan “mirovekî ku li gor ruhê Xwedê hereket dike”.
Yan “mirovekî ku li gor nefsa xwe hereket dike”.
Yan “pevçûn”.
Jê re Petrûs jî dihat gotin.