1. Korîntî 4:1-21

  • Gerek xizmetkar dilsoz bin (1-5)

  • Dilsoziya xizmetkarên Xwedê (6-13)

    • “Ji ya nivîsandî dernekevin derve” (6)

    • Mesîhî bûne temaşe (9)

  • Pawlos xema zarokên xwe yên ruhî dixwe (14-21)

4  Bila mirov me wek xizmetkarên Mesîh bibînin, ên ku sirên pîroz ên Xwedê ji wan re hatine emanetkirin. 2  Ji van xizmetkarên* pêbawer tê xwestin ku ew dilsoz bin. 3  Eger hukmê min ji aliyê we yan ji aliyê hakiman ve bê dayîn, ev ji bo min qet ne muhîm e. Ez bi xwe jî hukmê xwe nadim. 4  Wijdanê min rehet e. Lê belê, ev îsbat nake ku ez mirovekî rast im. Hakimê min Yehowa ye. 5  Ji ber vê yekê, berî wexta rast hukmê tu tiştî nedin. Gava Efendiyê me bê, ewê tiştên ku di tariyê de veşartî ne derxe ber ronahiyê. Û ewê eşkere bike ku di dilê her mirovî de çi heye. Hingê her kes wê li gor îşê xwe pesnê ji Xwedê bistîne. 6  Birano, min ev tişt li ser xwe û Apolos ji bo xêra we gotin. Ji mînaka me vê yekê hîn bibin: “Ji ya nivîsandî dernekevin derve.” Eger hûn xwe li vê yekê bigirin, hûnê nebin mirovên pozbilind û hûnê tu kesî ji kesekî din mezintir nebînin. 7  Ma ferqa te ji kesekî din çi ye? Ma tiştekî te heye, yê ku te nestandiye? Madem ku te ji Xwedê standiye, îcar tu çima pesnê xwe didî, qey te bi xwe standiye? 8  Ma hûn difikirin ku li ba we her tiştê ku ji we re lazim e heye? Ma hûn difikirin ku hûn dewlemend bûne? Ma hûn difikirin ku we bêyî me dest pê kir ku wek hukimdar hukim bajon? Xwezî ku we bi rastî jî dest bi hukimajotinê bikira. Hingê meyê jî bi we re hukim bajota. 9  Wisa xuya dike qey em ji bo dinyayê, mirovan û melekan bûne temaşe. Xwedê ez û şandiyên din wek kesên dawîn, ên ku hukmê mirinê standine, danîn ser sehneyê. 10  Ji ber Mesîh em wek kesên bêaqil tên dîtin, lê ji ber ku hûn li pey Mesîh diçin, hûn xwe wek kesên bihîkmet dibînin. Em wek kesên sist xuya dikin, lê hûn xurt xuya dikin. Hûn tên birûmetkirin, lê em tên bêrûmetkirin. 11  Heta vê saetê em tî û birçî ne, li me tê xistin, kincên me tune ne û em bê cih û war in. 12  Em bi xîret îş dikin. Gava heqaret li me tê kirin, em xêrê dixwazin. Gava zilm li me tê kirin, em sebir* dikin. 13  Gava buxtan* li me tê kirin, em bi nermî cewab didin. Heta niha em hê wek zibilê dinyayê û xweliya erdê tên dîtin. 14  Ez van tiştan ne ji bo vê yekê ku we bidim şermkirin, lê ji bo vê yekê ku we wek zarokên xwe yên delal bi awayekî rast perwerde bikim, dinivîsim. 15  Eger di rêya Mesîh de 10.000 mamosteyên* we hebin jî, ew qas bavên we tune ne. Lê ez bi saya mizgîniyê di baweriya Mesîh Îsa de bûme bavê we. 16  Loma ez ji we rica dikim ku hûn min ji xwe re bikin mînak. 17  Ji ber vê yekê, ez Tîmotêyos dişînim ba we. Ew di baweriya Efendiyê me de zarokê minî dilsoz û ezîz e. Ewê rêyên ku ez wek xizmetkarê Mesîh Îsa bi kar tînim bîne bîra we. Û ewê bîne bîra we ku ez li her derê di hemû civatan de çi hîn dikim. 18  Hin kes ji we difikirin qey ez venagerim ba we, û pozbilind bûne. 19  Lê eger Yehowa bixwaze, ezê di wexteke nêzîk de bêm ba we. Li şûna ku ez gotinên wan kesên zimandirêj û pozbilind bibihîzim, ez dixwazim bibînim ka qudreta Xwedê bi wan re ye yan na. 20  Çimkî esasê Hukimdariya Xwedê ne gotin e, lê qudreta ji Xwedê ye. 21  Hûn çi dixwazin? Ma hûn dixwazin ku ez bêm û we ceza bikim, yan jî ez bi hezkirin û ruhekî nerm bêm ba we?

Jêrenot

Yan “çavdêrên”.
Yan “tehemul”.
Yan “îftira”.
Yanî kesekî ku nobedariya zarokan dike û wan diparêze.