1. Korîntî 5:1-13

  • Pawlos li ser bêexlaqiya cinsî ya di civatê de dibihîze (1-5)

  • Hinek hevîrtirş temamiya hevîr tirş dike (6-8)

  • Kesê xerab gerek bê derxistin (9-13)

5  Min bihîst ku di nav we de bêexlaqiya cinsî heye. Û ew bêexlaqiyeke ew qas xerab e ku di nav nebawermendan* de jî tiştekî wisa qet tune ye. Ji min re hatiye gotin ku zilamek bi jina bavê xwe re dijî. 2  Gelo hûn bi vê yekê serbilind in? Ma ne lazim e ku hûn xemgîn bin û vî kesê ku van tiştan dike ji nav xwe derxin? 3  Her çi qas ez ne li ba we bim jî, hişê* min li ba we ye. Min ev zilamê ku ev tişt kirin jixwe mehkûm kiriye, qey ez bi we re bûm. 4  Gava hûn bi hev re bi navê Efendiyê me Îsa top dibin, bizanin ku hişê* min û qeweta Efendiyê me Îsa jî bi we re ye. 5  Gerek hûn zilamekî wisa bidin destê Şeytan, ji bo ku ev tesîra gunehkar ji holê bê rakirin. Bi vî awayî, halê ruhî yê civatê wê di roja Efendiyê me de bê parastin. 6  Ne baş e ku hûn bi vê yekê serbilind in. Ma hûn nizanin ku hinek hevîrtirş dikare temamiya hevîr tirş bike? 7  Hevîrtirşê kevn bavêjin, da ku hûn bibin hevîrê nû yê bê hevîrtirş û wisa bimînin. Çimkî berxê me yê Cejna Derbasbûnê Mesîh hatiye qurbankirin. 8  Loma bila em Cejna Derbasbûnê ne bi hevîrtirşê kevn û ne bi hevîrtirşê guneh û xerabiyê pîroz bikin, lê bila em vê cejnê bi nanê bêhevîrtirş, yanî bi nanê duristî û rastiyê, pîroz bikin. 9  Min di nameya xwe de ji we re nivîsî ku gerek hûn bi kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin re, hevaltiyê nekin. 10  Lê belê, min behsa mirovên vê dinyayê nekir, ên ku bêexlaqiya cinsî dikin, yan çavbirçî ne, yan rêbir in, yan jî pûtperest in. Eger wisa bûya, gerek hûn ji vê dinyayê derkevin. 11  Lê niha ez ji we re dinivîsim ku hûn bi kesê ku jê re bira tê gotin, lê bêexlaqiya cinsî dike, yan çavbirçî ye, yan ji pûtan re îbadet dike, yan çêrî* kesên din dike, yan bi zêdeyî vedixwe*, yan rêbir e hevaltiyê nekin. Gerek hûn bi kesekî wisa re xwarinê jî nexwin. 12  Ma ev îşê min e ku ez hukmê kesekî ku ji derveyî civatê ye, bidim? Ma ev ne îşê we ye ku hûn hukmê kesên ku di hundirê civatê de ne, bidin? 13  Lê Xwedê hukmê kesên ku ji derveyî civatê ne, dide. “Kesên ku xerabiyê dikin ji nav xwe derxin.”

Jêrenot

Bi herfî “miletên din”.
Bi herfî “ruhê”.
Bi herfî “ruhê”.
Yan “peyvên pîs dibêje”.
Yanî heta ku ew serxweş dibe.