1. Korîntî 6:1-20

  • Dozên di nav xwişk û birayan de (1-8)

  • Kesên ku wê Hukimdariya Xwedê mîras nestînin (9-11)

  • ‘Bi bedena xwe Xwedê birûmet bikin’ (12-20)

    • “Ji bêexlaqiya cinsî birevin!” (18)

6  Eger doza te bi birayekî re hebe, ma tu diwêrî ku herî mehkemeyê, li ber nebawermendan? Ma tu çima naçî ba yên pîroz* di civatê de? 2  Hûn helbet dizanin ku yên pîroz wê hukmê dinyayê bidin. Lê madem ku hûnê hukmê dinyayê bidin, ma hûn nikarin meseleyên biçûk safî bikin? 3  Ma hûn nizanin ku emê hukmê melekan bidin? Îcar hûn çima nikarin meseleyên biçûk ên vê jiyanê safî bikin? 4  Madem ku gerek hûn meseleyên vê jiyanê safî bikin, hûn çima dozên xwe dibin ba hakimên ku ne pareke civatê ne? 5  Ji bo ku hûn şerm bikin, ez wisa dibêjim. Ma di nav we de qet zilamekî bihîkmet tune ye ku bikare meseleyên di nav birayan de safî bike? 6  Li şûna vê, birayek birayê xwe dibe ber mehkemeyê û wî li ber nebawermendan sûcdar dike! 7  Bi rastî, ev yek ku di nav we de doz çêdibin, ji bo we binketin e. Ma ne çêtir e ku neheqî li we bê kirin? Ma ne çêtir e ku hûn zerarê bibînin? 8  Li şûna vê, hûn neheqiyê dikin û zerarê didin birayên xwe! 9  Ma hûn nizanin ku kesên ku xerabiyê dikin wê Hukimdariya Xwedê mîras nestînin? Neyên xapandin! Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin, yan ji pûtan re îbadetê dikin, yan zinayê dikin, yan zilamên ku xwe didin zilamên din, yan zilamên ku bi zilaman re radikevin*, 10  yan diz, yan kesên çavbirçî, yan kesên ku bi zêdeyî vedixwin*, yan çêrker*, yan rêbir wê Hukimdariya Xwedê mîras nestînin. 11  Dîsa jî, hin ji we kesên wisa bûn. Lê Xwedê bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh û ruhê xwe hûn paqij kirin, pîroz kirin û wek kesên rast derxistin. 12  Îzna min heye ku ez her tiştî bikim, lê belê, her tişt ne bifeyde ye. Îzna min heye ku ez her tiştî bikim, lê belê, ezê nehêlim ku tiştek min bindest bike. 13  Xwarin ji bo zik e, û zik ji bo xwarin e. Lê Xwedê wê hem xwarin hem jî zik tune bike. Beden ne ji bo bêexlaqiya cinsî ye. Beden ji bo îşê Efendiyê me ye, û Efendiyê me li bedena me xwedî derdikeve. 14  Xwedê bi qudreta xwe Efendiyê me ji mirinê rakir, û ewê me jî ji mirinê rake. 15  Ma hûn nizanin ku bedenên we aîdî Mesîh in? Ma rast e ku hûn tiştê ku aîdî Mesîh e bistînin û bidin fahîşeyekê? Na! 16  Ma hûn nizanin ku eger kesek xwe bide fahîşeyekê ew bi wê re dibe yek beden? Çimkî Xwedê dibêje: “Her du wê bibin yek*.” 17  Lê yê ku bi Efendiyê me re di yekîtiyê de ye, ew bi wî re di ruh de dibe yek. 18  Ji bêexlaqiya cinsî birevin! Çimkî tu gunehekî din li ser bedenê wisa tesîr nake. Lê kesê ku bêexlaqiya cinsî dike, ew li dijî bedena xwe guneh dike. 19  Ma hûn nizanin ku bedena we îbadetgeha ruhê pîroz e, yê ku di hundirê we de ye? Û ev ruh ji Xwedê ye. Hûn ne aîdî xwe ne, 20  çimkî Xwedê bihayekî mezin ji bo we daye. Îcar bi bedena xwe wî birûmet bikin.

Jêrenot

Yan “kesên ku Xwedê hilbijartine”.
Yan “kesên homoseksuel”.
Yanî heta ku ew serxweş dibin.
Yan “kesên ku peyvên pîs dibêjin”.
Yan “bedenek”.