1. Korîntî 7:1-40

  • Şîret ji bo kesên zewicî û nezewicî (1-16)

  • Li gor halê xwe, gava hûn hatin gazîkirin, bi dewamî bijîn (17-24)

  • Yên nezewicî û jinebî (25-40)

    • Feydeyên azibbûnê (32-35)

    • Bi tenê bi şagirtekî Efendiyê me re bizewice (39)

7  Niha ez dixwazim li ser tiştên ku we nivîsiye xeber bidim: Ji bo zilamekî çêtir e ku ew nezewice û eleqeya wî ya cinsî bi jinikekê re tune be*. 2  Lê ji ber ku bêexlaqiya cinsî ew qas belav bûye, bila jina her mêrekî hebe û bila mêrê her jinekê hebe. 3  Gerek mêr hewcedariyên* jina xwe têr bike, û gerek jin eynî tiştî ji bo mêrê xwe bike. 4  Hukmê jinê bi temamî li ser bedena wê tune ye, lê hukmê mêrê wê heye. Bi eynî awayî, hukmê mêr bi temamî li ser bedena wî tune ye, lê hukmê jina wî heye. 5  Bila kesek rê li ber yê din negire ku pê re rakeve*. Lê eger jin û mêr qebûl dikin ku ew ji bo wextekê bi hev re ranekevin, da ku bala xwe bidin duayê, ev tiştekî baş e. Paşê bila ew dîsa bi hev re rakevin, çimkî eger xwegirtina wan kêm be, Şeytan dikare vê yekê bi kar bîne ku ew dilsoz nemînin. 6  Tiştên ku min ji we re gotin, hûn dikarin bikin, lê belê, ev ne emir e. 7  Xwezî ku hemû mirov wek min nezewicî bûna. Lê her yek ji me hediyeya* xwe ji Xwedê standiye. Ji ber vê yekê, kesên ku dizewicin hene, û kesên ku nazewicin jî hene. 8  Ez ji kesên nezewicî û ji jinebiyan re vê yekê dibêjim: Eger ew wek min bimînin, ev ji bo wan çêtir e. 9  Lê eger ew nikarin xwe bigirin, bila ew bizewicin. Li şûna ku ew di şehweta xwe de bişewitin, çêtir e ku ew bizewicin. 10  Ji kesên zewicî re ez vê rêberiyê didim: Gerek jin ji mêrê xwe veneqete. Ev rêberî ji Efendiyê me tê. 11  Lê eger ew ji mêrê xwe veqete, bila ew bê mêr bimîne, yan jî bi mêrê xwe re li hev were. Gerek mêr jî dev ji jina xwe bernede. 12  Lê ji kesên din re ez vê yekê dibêjim (vê yekê ne Efendiyê me dibêje, lê ez dibêjim): Eger birayek bi jineke nebawermend re zewicî be û jin razî be ku bi wî re bimîne, bila ew dev ji wê bernede. 13  Û eger jin bi mêrekî nebawermend re zewicî be û mêr razî be ku bi wê re bimîne, bila ew dev ji mêrê xwe bernede. 14  Çimkî zewaca mêrê nebawermend ji ber jina wî pîroz tê dîtin, û zewaca jina nebawermend ji ber birayê me pîroz tê dîtin. Yan na, zarokên we wê ne pîroz bûna*, lê belê ew pîroz in. 15  Lê eger yê nebawermend qerar dide ku ew here, bila here. Di hal û rewşeke wisa de xwişk yan bira ne mecbûr e ku bi wî kesî re bimîne. Xwedê gazî we kiriye ku hûn di aştiyê de bin. 16  Jinikê, tu ji ku dizanî, belkî tuyê mêrê xwe xelas bikî? Yan mêro, tu ji ku dizanî, belkî tuyê jina xwe xelas bikî? 17  Bila her kes li gor halê xwe, gava ew ji aliyê Yehowa Xwedê ve hat gazîkirin, bi dewamî bijî. Ez vê rêberiyê didim hemû civatan. 18  Eger zilamek wek yekî sinetkirî hatibû gazîkirin, bila di vî halî de bimîne. Eger zilamek wek yekî nesinetkirî hatibû gazîkirin, bila ew neyê sinetkirin. 19  Ne muhîm e ku kesek sinetkirî be yan na. Ya muhîm ev e ku mirov xwe li qanûnên Xwedê bigire. 20  Bila her kes wek ku ew hatiye gazîkirin, eynî wisa bimîne. 21  Eger tu xulam bûyî, gava ku tu hatibûyî gazîkirin, qet xem neke. Lê eger tu dikarî azad bibî, vê fersendê winda neke. 22  Çimkî xulamê ku ji aliyê Efendiyê me ve hat gazîkirin, dibe xizmetkarekî azad ê Efendiyê me. Û kesê azad, ê ku ji aliyê Efendiyê me ve hat gazîkirin, dibe xulamekî Mesîh. 23  Hûn bi bihayekî mezin hatine kirîn. Nebin xulamên mirovan. 24  Birano, wek ku hûn ji aliyê Xwedê ve hatine gazîkirin, eynî wisa bimînin. 25  Ji bo keç û xortên nezewicî* tu emrê min ji Efendiyê me tune ye. Lê ez wek kesekî dilsoz, ê ku ji aliyê Efendiyê me ve rehm standiye, dixwazim nêrîna xwe ji we re bibêjim: 26  Di van rojên zor û zehmet de, ez difikirim ku ya herî baş ev e ku mirov di halê xwe de bimîne. 27  Tu bi jinekê re zewicî yî? Li rêyekê negere ku tu ji wê azad bibî. Jina te tune ye? Îcar ji xwe re li jinekê negere. 28  Lê eger tu bizewicî jî, tu guneh nakî. Û eger keç yan xortekî nezewicî* qerar dide ku bizewice, ew jî guneh nake. Lê belê, yên ku dizewicin, tengasiyên wan wê hebin. Lê ez dixwazim alî we bikim ku we ji van tengasiyan biparêzim. 29  Birano, ez vê yekê ji we re dibêjim: Wext hindik maye. Ji niha û pê ve, yên ku jina wan heye, bila wisa bijîn qey jina wan tune ye. 30  Kesên ku digirîn bila bibin wek kesên ku nagirîn. Kesên ku kêfxweş in bila bibin wek kesên ku ne kêfxweş in. Kesên ku dikirin bila bibin wek kesên ku mal û milkê wan tune ye. 31  Û kesên ku tiştên vê dinyayê bi kar tînin, bila bi temamî bi kar neynin, çimkî halê vê dinyayê diguhere. 32  Ez dixwazim ku hûn ji xeman xelas bin. Kesê nezewicî bi tenê ji bo vê xeman dixwe ku ewê çawa îşê Efendiyê me pêk bîne, çimkî ew dixwaze dilê wî razî bike. 33  Lê kesê zewicî ji bo tiştên vê dinyayê xeman dixwe, û ji bo vê yekê ku ew çawa dikare dilê jina xwe razî bike. 34  Û bi vê yekê ew bûye du par. Bi eynî awayî, jinikeke nezewicî yan keçikek xeman dixwe ku ewê çawa îşê Efendiyê me pêk bîne, da ku hem beden hem jî aqlê wê pîroz be. Lê jinikeke zewicî ji bo tiştên vê dinyayê xeman dixwe, û ji bo vê yekê ku ew çawa dikare dilê mêrê xwe razî bike. 35  Ez vê yekê ne ji bo ku we bisînor bikim, lê ji bo xêra we dibêjim. Ez dixwazim ku hûn bi awayekî rêk û pêk hereket bikin, da ku hûn bikarin her tim ji dil û bê asteng ji Efendiyê me re xizmet bikin. 36  Lê eger kesek di beden û aqlê xwe de gihîştî ye* û difikire ku eger ew nezewice ew êdî nikare xwe bigire, hingê bila ew li gor dilê xwe bike; ew guneh nake. Bila bizewice. 37  Lê eger kesek ne dudilî ye û xwe mecbûr nabîne ku bizewice, û ew dikare xwestekên xwe bindest bike û wî di dilê xwe de qerar daye ku nezewice, ew baş dike. 38  Îcar, kesê ku dizewice baş dike, lê kesê ku nazewice baştir dike. 39  Jinek heta ku mêrê wê sax e, gerek bi wî re bimîne. Lê eger mêrê wê bimire, hingê ew serbest e û dikare bi yê ku ew dixwaze re bizewice, lê gerek ew şagirtê Efendiyê me be. 40  Lê bi dîtina min, eger ew wisa bimîne, ewê dilxweştir be. Bi rastî ez difikirim ku ruhê Xwedê li ser min e.

Jêrenot

Bi herfî “destê xwe nede jinekê”.
Yan “hewcedariyên cinsî”.
Yan “Hevdû mehrûm nekin”.
Yanî hediyeya azibbûnê.
Bi herfî “nepaqij bûna”.
Peyva Yûnanî li vir behsa keçik yan xortekî dike ku tu caran neketiye eleqeya cinsî.
Li jêrenota ayeta 25an binêre.
Yan “bihara ciwaniyê derbas kiriye”.