1. Korîntî 8:1-13

  • Xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin (1-13)

    • “Ji bo me tenê yek Xwedê heye” (5, 6)

8  Niha ez dixwazim li ser xwarina ku ji pûtan re tê qurbankirin, binivîsim: Zanîna me hemûyan li ser vê mijarê heye. Zanîn me pozbilind dike, lê hezkirin kesên din ava dike. 2  Eger kesek difikire ku ew hemû cewaban dizane, ew meseleyê baş fehm nake. 3  Lê eger kesek ji Xwedê hez dike, Xwedê wî kesî nas dike. 4  Îcar, ma îzin heye ku em xwarina ku ji pûtan re tê qurbankirin, bixwin? Em dizanin ku pût ne tiştek e, û tenê yek Xwedê heye. 5  Li ezmên be yan li ser rûyê erdê be, yên ku ji wan re “xwedê” tê gotin, hene. Gelek mirov wan wek “xwedê” yan wek “efendî” dibînin. 6  Lê ji bo me tenê yek Xwedê heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî tê, û em ji bo wî dijîn. Û ji bo me tenê yek Efendî heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi navgîniya wî çêbû, û bi navgîniya wî em dijîn. 7  Lê belê, her kes vêya fehm nake. Hin kesan berê ji pûtan re îbadet dikir. Loma, gava ew tiştekî dixwin, ew difikirin ku ev xwarin ji pûtekî re hatibû qurbankirin, û ji ber ku wijdanê wan sist e, ew wan aciz dike. 8  Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Eger em nexwin, em tiştekî ji dest nadin, û eger em bixwin jî, em tiştekî bi dest naxin. 9  Hay ji xwe hebin ku hûn bi heqê qerardayîna xwe nebin sebebê ketina kesên sist*. 10  Her çi qas hûn dizanin ku pût ne tiştek e, kesekî bi wijdanekî sist dikare bibîne ku hûn xwarinê di îbadetgeha pûtekî de dixwin. Ev yek dikare li ser wî jî tesîr bike ku ew xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin, bixwe. 11  Her çi qas tu dizanî ku îzna te heye ku tu vê xwarinê bixwî, tu baweriya kesê sist helak dikî. Ji bîr neke, ew birayê te ye, yê ku Mesîh ji bo wî mir. 12  Eger hûn bi vî awayî li dijî birayên xwe guneh dikin û wijdanê wan ê sist birîndar dikin, hûn li dijî Mesîh guneh dikin. 13  Ji ber vê yekê, eger xwarina ku ez dixwim dibe sebebê sistbûna baweriya birayê min, ezê êdî tu caran goşt nexwim. Ez naxwazim tiştekî wisa bikim ku dikare baweriya birayê min sist bike.

Jêrenot

Yan “nebin sebeb ku kesên sist guneh bikin”.