1. Korîntî 9:1-27

  • Pawlos wek şandî ji bo me mînak e (1-27)

    • “Devê gayê ku gêre dike girênede” (9)

    • “Wey li min, eger ez mizgîniyê belav nekim!” (16)

    • “Ez ji bo hemû cureyên mirovan bûm her tişt” (19-23)

    • Xwegirtin di meydana beza ji bo jiyanê de (24-27)

9  Ma ez ne azad im ku tiştê ku ez dixwazim bikim? Ma ez ne şandî me? Ma min Efendiyê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di xizmeta Efendiyê me de ne keda destê min in? 2  Eger kesên din min wek şandî nebînin jî, hûn min wek şandî dibînin! Hûn îsbat in ku şandiyê Efendiyê me ez im. 3  Ez ji kesên ku min sûcdar dikin re vê yekê ji bo parastina xwe dibêjim: 4  Ma heqê me tune ye ku em tiştên ku ji me re tên dayîn, bixwin û vexwin? 5  Ma heqê me tune ye ku em bizewicin û jina xwe ya bawermend bi xwe re bibin rêwitiyê? Şandiyên mayîn, birayên Efendiyê me û Kîfas* jî wisa dikin. 6  Ma tenê ez û Barnabas mecbûr in ku ji bo debara xwe îş bikin? 7  Ma kîjan esker bi xwe mesrefa eskeriya xwe dide? Ma kî rezekî diçîne û ji mêweyên wê naxwe? Ma kîjan şivan ji şîrê keriyê xwe venaxwe? 8  Ez van tiştan ne li gor nêrîna mirovan dibêjim. Qanûn jî behsa van tiştan dike. 9  Di Qanûna Mûsa de hatiye nivîsîn: “Devê gayê ku gêre dike girênede.” Ma Xwedê bi tenê xema gayan dixwe? 10  Yan wî ev yek ji bo xêra me gotiye? Belê, ev yek bi rastî jî ji bo feydeya me hatiye nivîsîn. Hem yê ku cot dike hem jî yê ku gêre dike dikare bi hêvî li benda para xwe ya dirûnê be. 11  Madem ku me tiştên ruhî* di nav we de belav kirine*, ma em nikarin desteka madî ji we bistînin? 12  Madem ku heqê kesên din heye ku ew li benda vê desteka we bin, ma hê zêdetir heqê me tune ye ku em li benda vê yekê bin? Lê dîsa jî me ev heqê xwe bi kar neanî. Li şûna vê, me bi hemû cureyên tengasiyan sebir kir ji bo ku em rê li ber tu kesî negirin ku ew baweriya xwe bi mizgîniya li ser Mesîh bîne. 13  Ma hûn nizanin ku zilamên ku di îbadetgehê de xizmet dikin ji tiştên ku mirov tînin îbadetgehê dixwin? Yan jî, ma hûn nizanin ku yên ku li ber qurbangehê xizmet dikin pareke ji tiştên ku li qurbangehê tên qurbankirin distînin? 14  Bi eynî awayî, Efendiyê me emir daye ku kesên ku mizgîniyê belav dikin ji aliyê mizgîniyê ve bên xwedîkirin. 15  Her çi qas heqê min hebû, min dîsa jî tiştek ji we nexwest. Û ez van tiştan nanivîsim ji ber ku ez niha tiştekî ji we dixwazim. Li şûna ku kesek sebebê pesndayîna min ji min bistîne, ji bo min çêtir e ku ez bimirim! 16  Eger ez mizgîniyê belav dikim, sebebê min tune ye ku ez pozbilind bim. Çimkî ev mesûliyeta min e. Wey li min, eger ez mizgîniyê belav nekim! 17  Eger ez bi dilxwazî vêya bikim, xelata min heye. Lê eger ez ne bi daxwaza xwe vê yekê bikim, dîsa jî ev mesûliyet ji min re hatiye dayîn. 18  Îcar xelata min çi ye? Xelata min ev e ku ez mizgîniyê bi dilxwazî û bêpere belav dikim. Bi vî awayî, ez wek mizgînvan qudreta xwe ji bo xêra xwe bi kar naynim. 19  Ez her çi qas mirovekî azad im jî, min xwe kir xulamê her kesî, da ku ez gelek mirovan qezenc bikim. 20  Ji bo Cihûyan ez bûm wek yekî Cihû, da ku ez Cihûyan qezenc bikim. Ji bo kesên ku di bin qanûnê de ne, ez bûm wek kesekî ku di bin qanûnê de ye. Ez her çi qas ne di bin qanûnê de me jî, ez bûm wek kesekî ku di bin qanûnê de ye, da ku ez kesên ku di bin qanûnê de ne qezenc bikim. 21  Ji bo kesên bê qanûn ez bûm wek kesekî bê qanûn, da ku ez kesên bê qanûn qezenc bikim. Ez her çi qas li pey qanûna Xwedê diçim û di bin rêberiya qanûna Mesîh de me jî, ez vêya dikim. 22  Ji bo kesên sist ez bûm yekî sist, da ku ez kesên sist qezenc bikim. Ez ji bo hemû cureyên mirovan bûm her tişt û min her tiştê ku mumkin bû kir, da ku ez herî kêm hin kesan xelas bikim. 23  Ez hemû tiştan ji bo xatirê mizgîniyê dikim, da ku ez vê mizgîniyê bidim kesên din. 24  Wek ku hûn dizanin, di meydana bezê de hemû bezvan dibezin, lê bi tenê yek kes xelatê distîne. Loma wisa bibezin ku hûn xelatê bistînin! 25  Her kesê ku dikeve pêşbaziyê* di her tiştî de xwegirtinê nîşan dide. Ew vê yekê dikin ji bo ku taceke ku dirize* bi dest bixin. Lê em vê yekê dikin ji bo ku em taceke ku heta hetayê narize bi dest bixin. 26  Ji ber vê yekê ez bêarmanc nabezim. Ez badîhewa kulma xwe navêjim hewayê. 27  Ez li bedena xwe dixim û bedena xwe dikim xulam, da ku ez piştî ku min mizgînî da kesên din, bi xwe neyêm redkirin.

Jêrenot

Jê re Petrûs jî dihat gotin.
Yan “xebera Xwedê”.
Yan “çandine”.
Yan “musabaqeyê”.
Yan “xelateke pûç”.