2. Korîntî 10:1-18
10 Ez, Pawlos, ji ber nermî û dilovaniya Mesîh dixwazim tiştekî ji we re bibêjim: Hin ji we dibêjin ku gava ez bi we re me ez sist xuya dikim, lê gava ez ne bi we re me ez dilxurt xuya dikim.
2 Lê belê, ez hêvî dikim ku gava ez bêm ba we, nêrîna kesên ku difikirin ku em li gor mirovên nefsî hereket dikin, hatiye guhertin, da ku ez mecbûr nebim ku wan bi sertî tembîh bikim.
3 Her çi qas em wek mirovên din dijîn jî, em wek wan şer nakin.
4 Em ne bi çekên mirovan, lê bi çekên ku Xwedê dane me, yên ku dikarin bircên saxlem hilweşînin, şer dikin.
5 Em her fikra şaş red dikin û astengên ku rêya mirovan digirin ku ew Xwedê nas bikin, tune dikin. Em her fikrê bindest dikin ku ew ji Mesîh re guhdar be.
6 Gava hûn nîşan bidin ku hûn bi temamî guhdar in, em hazir in ku her kesê neguhdar ceza bikin.
7 Hûn tiştan wek ku çavê we dibîne, dibînin. Eger kesek bawer be ku ew aîdî Mesîh e, bila ew dîsa li ser vê yekê bifikire: Çawa ku ew aîdî Mesîh e, em jî aîdî Mesîh in.
8 Efendiyê me ev qudret daye destê me, ne ji bo ku em baweriya we tune bikin, lê ji bo ku em baweriya we xurt bikin. Eger ez ji bo vê yekê hinek bi zêdeyî pesnê xwe bidim jî, ne lazim e ku ez şerm bikim.
9 Nefikirin ku ez dixwazim we bi nameyên xwe bitirsînim.
10 Çimkî hin kes dibêjin: “Nameyên wî giran û hêzdar in, lê gava ew li vir e, ew wek kesekî sist xuya dike, û gotinên wî ne tiştek in.”
11 Yê ku wisa dibêje, bila bizane ku gava em bên, emê li gor tiştên ku em di nameyan de dinivîsin, bikin.
12 Em naxwazin xwe bişibînin yan bibin wek kesên ku pesnê xwe didin. Ew bi xwe nîşan didin ku ew tiştekî fehm nakin. Çimkî ew xwe, li gor tiştên ku di çavê wan de rast in, dipîvin.
13 Em ji bo îşên ku me nekirine pesnê xwe nadin. Lê em tenê ji bo îşê ku me ji Xwedê standiye pesnê xwe didin, û hûn jî pareke vî îşî ne.
14 Gava em hatin cem we, me tu îşê ku Xwedê nedaye me, nekir. Lê em kesên pêşîn bûn, ên ku mizgîniya li ser Mesîh ji we re belav kir.
15 Em ji bo îşên ku me nestandine, lê kesekî din kirine, pesnê xwe nadin. Lê hêviya me ev e ku çawa baweriya we bi dewamî mezin dibe, tiştên ku me di nav we de kirine jî, bi dewamî mezin bibin. Hingê emê bikarin zêdetir bikin,
16 û mizgîniyê li cihên ku ji we dûrtir in jî belav bikin. Bi vî awayî, emê ji bo tiştên ku kesekî din di nav we de kirine, pesnê xwe nedin.
17 “Lê yê ku pesnê xwe dide, bila ji ber Yehowa pesnê xwe bide.”
18 Çimkî ne kesê ku xwe tewsiye dike, lê kesê ku Yehowa wî tewsiye dike, tê qebûlkirin.