2. Korîntî 11:1-33

  • Pawlos û şandiyên ku “qey ew yên herî baş in” (1-15)

  • Tiştên ku hatin serê Pawlos (16-33)

11  Eger ez carinan nemaqûl xuya bikim jî, ez hêvî dikim ku hûn li min sebir bikin. Lê belê, hûn jixwe li min sebir dikin. 2  Wek ku Xwedê dixwaze we biparêze, ez jî dixwazim we biparêzim. Çimkî min bi xwe hûn ji Mesîh re soz dan û ez dixwazim we wek keçikeke pak pêşkêşî wî bikim. 3  Lê tirsa min ev e ku çawa mar bi hîleyî Hawa xapand, hişê we jî xera bibe û hûn ji duristî û dilpakiya ku Mesîh hêjayî wan e, dûr bikevin. 4  Çimkî gava mirov ne behsa eynî Îsayê ku me behsa wî kiriye, dikin, yan hûn ne eynî ruh ê ku we standiye, distînin, yan jî ji we re behsa ne eynî mizgîniya ku we qebûl kiriye, dikin, hûn gotinên wan qebûl dikin. 5  Lê ez difikirim ku ez ji şandiyên ku wisa hereket dikin qey ew yên herî baş in, di tu tiştî de ne kêmtir im. 6  Eger ez di xeberdanê de ne jêhatî bim jî, zanîna min li ser Xwedê heye. Me ev yek bi her awayî û di her tiştî de ji we re eşkere kir. 7  Min mizgîniya Xwedê belaş û ji dil da we, û ji bo ku hûn bilind bibin min xwe nizm kir. Ma min bi vê yekê guneh kir? 8  Min alîkarî ji civatên din distand, qey min ew talan kirin, da ku ez ji we re xizmet bikim. 9  Gava ez li ba we bûm û hewcedariyên min hebûn, ez ji tu kesî re nebûm bar. Çimkî gava birayên ji Makedonyayê hatin, wan hewcedariyên min bi zêdeyî têr kirin. Belê, min di her tiştî de xîret kir ku ez ji we re nebim bar, û ezê bi dewamî wisa bikim. 10  Heta ku ez şagirtê Mesîh bim, tu tişt nikare rêya min bigire ku ez li herêmên Axayayê ji ber vê yekê pesnê xwe bidim. 11  Çima min barê we giran nekir? Ma ji ber ku ez ji we hez nakim? Xwedê dizane ku ez ji we hez dikim. 12  Hin kes pesnê xwe didin û dibêjin ku ew jî wek me şandî ne. Loma tiştê ku ez dikim, ezê bi dewamî bikim, ji bo ku ez tu fersendê nedim wan ku ew pesnê xwe bidin. 13  Çimkî mirovên wisa şandiyên sexte ne, ew kesên din dixapînin û ew xwe wek şandiyên Mesîh nîşan didin. 14  Ez bi vê yekê ecêbmayî namînin, çimkî Şeytan bi xwe jî xwe wisa nîşan dide qey ew melekê ronahiyê ye. 15  Loma ez şaş namînim ku xizmetkarên wî jî xwe wek xizmetkarên rastdariyê nîşan didin. Lê belê, dawiya wan wê li gor kirinên wan be. 16  Ez dîsa dibêjim: Bila tu kes nefikire ku ez yekî nemaqûl im. Lê eger hûn wisa bifikirin jî, îcar min wek yekî nemaqûl qebûl bikin, da ku ez jî hinekî pesnê xwe bidim. 17  Tiştê ku ez niha dibêjim, ez ne li gor emsala Efendiyê me, lê wek yekî nemaqûl, ê ku bi xwe bawer e, dibêjim. 18  Madem ku gelek kes bi tiştên vê dinyayê pesnê xwe didin, ezê jî pesnê xwe bidim. 19  Ji ber ku hûn ew qas “maqûl” in, hûn ji dil li kesên nemaqûl sebir dikin. 20  Eger yek we bike xulam, eger yek ji hebûna we bixwe, eger yek we talan bike, eger yek xwe li ser we bigire, yan eger yek li rûyê we bixe, hûn bi van tiştan sebir dikin. 21  Çi qas şerm e ku em vêya dibêjin, çimkî ji bo hin ji we em wek kesên sist xuya dikin. Lê eger hin kes şerm nakin ku pesnê xwe bidin, îcar eger kesek min wek yekî nemaqûl dibîne jî, ez jî şerm nakim ku pesnê xwe bidim. 22  Ma ew Îbranî ne? Ez jî Îbranî me. Ma ew Îsraîlî ne? Ez jî Îsraîlî me. Ma ew ji zuriyeta Birahîm in? Ez jî ji zuriyeta Birahîm im. 23  Ma ew xizmetkarên Mesîh in? Ez wek kesekî ku aqlê xwe winda kiriye dibêjim: Ez hê zêdetir im. Min zêdetir îş kiriye, ez zêdetir di hebsê de bûm, li min zêdetir hatiye xistin, û ez gelek caran li ber mirinê bûm. 24  Cihûyan pênc caran 40 kêm yek li min xistin. 25  Sê caran bi daran li min hat xistin, carekê ez hatim dayîn ber keviran, sê caran qezaya gemiyê hat serê min, şev û rojekê ez di behra* vekirî de mam. 26  Min gelek caran rêwîtî kir, ez ketim talûkeyên çeman, talûkeyên rêbiran, talûkeyên ji aliyê xelkê xwe ve, talûkeyên ji aliyê miletên din ve, talûkeyên di nav bajêr de, talûkeyên di nav çolê de, talûkeyên behrê, talûkeyên di nav birayên sexte de. 27  Min ked û zehmet kişand, gelek caran bi şev xew neket çavê min, ez tî û birçî mam, gelek caran bê xwarin mam, û di nav sermayê de bê kinc dimam. 28  Ji xeynî van derdên ji derveyî ve, derdekî min heye, yê ku her roj min aciz dike: Xema ji bo hemû civatan. 29  Ma kî sist e û ez sist nabim? Ma kî ji rê tê derxistin û hêrsa min ranabe? 30  Eger ez pesnê xwe bidim, ezê bi tiştên ku halê min î sist nîşan didin pesnê xwe bidim. 31  Bav û Xwedayê Efendiyê me Îsa, yê ku her û her hêjayî rûmetê ye, dizane ku ez derewan nakim. 32  Li Şamê, waliyê Arêtas padîşah ji bo ku min bigire, nobedar li ber dergehên bajêr danîn. 33  Lê ez di pencereyê dîwarê bajêr de di nav selikê de hatim daxistin û ez ji destê wî filitîm.

Jêrenot

Yan “deryaya”.