2. Korîntî 12:1-21
12 Gerek ez pesnê xwe bidim. Ev yek bi eslê xwe ne bifeyde ye, lê ez dixwazim behsa dîtinî û gotinên Efendiyê me bikim.
2 Ez mirovekî nas dikim, ew şagirtekî Mesîh e*. Berî 14 salan, ew zilam heta ezmanê sisêyan hat hildan. Ez nizanim ka ew di bedena xwe de bû yan na, Xwedê dizane.
3 Erê, ez zilamekî wisa nas dikim, ew hat hildan cenetê. Ez nizanim ka ew di bedena xwe de bû yan na, Xwedê dizane.
4 Û gava ew di cenetê de bû, wî gotinên wisa bihîstin ku îzin tune ye ew bên gotin.
5 Erê, ez dixwazim pesnê mirovekî wisa bidim. Lê ezê pesnê xwe nedim, ezê tenê pesnê kêmasiyên xwe bidim.
6 Eger ez pesnê xwe bidim jî, ez tiştekî nemaqûl nakim, çimkî ezê rastiyê bibêjim. Lê ez pesnê xwe nadim. We dît ku min çi kir û çi got, loma bila tu kes nefikire ku min ji wan tiştan zêdetir kir.
7 Gelek tiştên mezin ji min re hatin eşkerekirin, lê bila tu kes min ji ber vê yekê mezintir nehesibîne.
Ji bo ku ez pozbilind nebim, di bedena min de striyek hat dayîn, ew wek melekekî Şeytan e. Ji bo ku ez pozbilind nebim, ew tim li min dixe.
8 Min sê caran ji Xudan rica kir ku ez ji wê xelas bim.
9 Lê wî wisa ji min re got: “Kerema min besî te ye, çimkî qudreta min di kêmasiyê de kamil dibe.” Ji ber vê ez bi kêfxweşiyeke mezin pesnê kêmasiyên xwe didim. Bi vî awayî, qeweta Mesîh wek konekî li ser min dimîne.
10 Ji ber vê yekê, ji bo xatirê Mesîh, ez bi kêmasiyan, bi heqaretan, di rojên zor û zehmet de û bi zilm û zordariyê kêfxweş im. Çimkî gava ez sist im, ez biqewet im.
11 Ez tiştên bêaqil dibêjim. We ez mecbûr kirim, ji ber ku we ez tewsiye nekirim. Her çi qas ez ne tiştek im, ez ji şandiyên we, yên ku qey ew yên herî baş in, qet ne kêmtir im.
12 We bi çavê xwe îsbat dîtin ku ez şandî me. We tehemul, nîşan, mucîze û kirinên mezin dîtin.
13 Sebebê ku hûn ji civatên din biçûktir hatin dîtin tenê ev bû ku ez ji we re nebûm barekî giran. Ji kerema xwe re li vê qisûra min nenêrin.
14 Ev cara sisêyan e ku ez hazir im bêm ba we, û ezê ji we re nebim barekî giran. Ez ne li mal û milkê we, lê ez li xêra we digerim. Çimkî gerek ne zarok ji bo dê û bavê xwe, lê dê û bav ji bo zarokên xwe mal û milk bidin ber hev.
15 Ez bi dilxweşî ji bo we her tiştî, heta canê xwe jî feda dikim. Madem ku ez ji we ew qas hez dikim, ma gerek hûn ji min kêmtir hez bikin?
16 Her çi be jî, ez ji we re nebûm barekî giran. Lê dîsa jî, hûn dibêjin ku ez “kesekî biaqil” bûm û min hûn bi “hîle” xapandin.
17 Ma min bi destê kesên ku min şandin cem we, keda we xwariye?
18 Min dilê Tîtos xurt kir û birayek bi wî re şand ba we. Ma Tîtos qet keda we xwariye? Ma em ne di yekîtiyê de bûn? Ma em li ser eynî rê nediçûn?
19 Gelo hûn difikirin ku em dixwazin xwe li ber we rast derxin? Na, em wek şagirtên Mesîh li ber Xwedê rastiyê dibêjin. Xwişk û birayên ezîz, her tiştê ku em dikin, em dikin ku we xurt bikin.
20 Tirsa min ev e ku gava ez bigihîjim cem we, rabûn û rûniştina we ne li gor dilê min be û belkî rabûn û rûniştina min jî ne li gor dilê we be. Çimkî ez ditirsim ku di nav we de şer*, hesûdî, hêrs, minaqeşe, buxtan*, paşgotinî, quretî û tevlihevî hebe.
21 Gava ez bêm ba we, Xwedê wê belkî min li ber we bide şermê, û belkî ezê ji ber gelekan şînê bigirim, çimkî wan guneh kir, lê wan ji ber mirdarî û bêexlaqiya cinsî û hereketên xwe yên bêedeb tobe nekiriye.