2. Korîntî 2:1-17

  • Pawlos dixwaze Korîntiyan dilxweş bike (1-4)

  • Gunehkarek tê efûkirin û li civatê tê qebûlkirin (5-11)

  • Pawlos li Troas û li Makedonyayê bû (12, 13)

  • Xizmet, meşa serkeftinê (14-17)

    • Em peyva Xwedê nafiroşin (17)

2  Min qerar da ku gava ez bêm, ezê we xemgîn nekim. 2  Çimkî eger ez we xemgîn bikim, îcar kî wê min dilxweş bike? Ma kesên ku min ew xemgîn kirin wê min dilxweş bikin? 3  Min ev tişt nivîsî, da ku gava ez bêm, ez ji ber mirovên ku gerek min dilxweş bikin, xemgîn nebim. Çimkî ez bawer im ku tiştên ku min dilxweş dikin, we jî dilxweş dikin. 4  Min bi derdekî giran û bi êşa dil û hêstiran ji we re nivîsî, ne ji bo ku we xemgîn bikim, lê ji bo ku hûn bizanin ku ez ji we gelek hez dikim. 5  Eger kesek bûye sebebê xemgîniyê, wî ne dilê min, lê heta dereceyekê dilê we hemûyan êşand. Lê belê, ez naxwazim bi gotinên xwe sert xuya bikim. 6  Tembîha ku piraniya we daye mirovekî wisa, bes e. 7  Niha gerek hûn wî bi dilovanî efû bikin û dilê wî rehet bikin ku ew di nav xemgîniya xwe de nefetise. 8  Loma ez ji we rica dikim ku hûn wî bidin bawerkirin ku hûn ji wî hez dikin. 9  Ji ber vê yekê, min ev yek jî ji we re nivîsî, da ku ez bibînim ka hûn di her tiştî de guhdar in yan na. 10  Eger hûn kesekî efû bikin, ez jî efû dikim. Bi eslê xwe, her tiştê ku min efû kiriye (eger min tiştek efû kiribe), Mesîh şahid e ku min ev yek ji bo xatirê we kiriye, 11  da ku em ji aliyê Şeytan ve neyên xapandin. Çimkî em niyeta* wî dizanin. 12  Gava ez ji bo belavkirina mizgîniya li ser Mesîh gihîştim Troasê û fersend ket destê min* ku ez di îşê Efendiyê me de xizmet bikim, 13  dilê min ne rehet bû, ji ber ku min birayê xwe Tîtos nedît. Loma min xatirê xwe ji wan xwest û ez çûm Makedonyayê. 14  Şikir ji Xwedê re! Ew her tim li meşa serkeftinê bi Mesîh re di yekîtiyê de rêberiya me dike, û bi destê me ew bêhna xweş a zanîna li ser xwe belav dike. 15  Çimkî em hem di nav kesên ku wê xelas bibin de hem jî di nav kesên ku wê helak bibin de ji bo Xwedê bêhna şîrîn a Mesîh in. 16  Ji bo kesên ku wê helak bibin em bêhna mirinê ne, lê ji bo kesên ku wê xelas bibin em bêhna jiyanê ne. Ma kî ji bo xizmeteke wisa têra xwe zana ye? 17  Em in. Çimkî em wek gelek kesên din peyva Xwedê nafiroşin. Lê em wek mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine şandin li ber Xwedê, yê ku bi Mesîh re di yekîtiyê de ye, bi duristî xeber didin.

Jêrenot

Yan “plan û kirinên”.
Bi herfî “li ber min deriyek vebû”.