2. Korîntî 4:1-18

  • Ronahiya mizgîniyê (1-6)

    • Hişê kesên nebawermend hatiye korkirin (4)

  • Xezîneya di firaqên herî de (7-18)

4  Ji ber ku Xwedê ev xizmet bi dilovanî daye destê me, em nawestin. 2  Me tiştên veşartî yên ku eyb e ku mirov bikin, red kirin. Em hîlebaziyê nakin û peyva Xwedê naguherînin. Bi vê yekê ku em rastiyê eşkere dikin, em li ber Xwedê ji her mirovî* re dibin emsaleke baş. 3  Eger mizgîniya ku em belav dikin veşartî be*, ew ji bo kesên ku helak dibin veşartî ye. 4  Çimkî xwedayê vê dinyayê hişê kesên nebawermend kor kiriye, da ku ronahiya mizgîniya gelek xweş a li ser Mesîh, ê ku di sûretê Xwedê de ye, li ser wan şewq nede. 5  Gava em mizgîniyê belav dikin, em ne behsa xwe, lê em behsa vê yekê dikin ku Îsa Mesîh Efendiyê me ye û em ji bo xatirê Îsa xulamên we ne. 6  Çimkî Xwedê bi xwe wisa got: “Bila ji nav tariyê ronahî şewq bide”, û wî dilê me bi zanîna xweş a li ser xwe, ya ku ji rûyê Îsa şewq dide, ronahî kir. 7  Her çi qas em wek firaqên herî ne, ev xezîne di hundirê me de ye, da ku eşkere bibe ku hêza ku ji sînorê mirovan zêdetir e, ne ji me, lê ji Xwedê tê. 8  Derdora me ji her aliyî ve bi gelek tengasiyan ve girtî ye, lê em ne di halekî wisa de ne ku em nikarin hereket bikin. Em şaş dimînin, lê em ne bêçare ne. 9  Zilm li me tê kirin, lê Xwedê dev ji me bernedaye. Em li erdê hatine xistin, lê em helak nebûne. 10  Wek Îsa, em her tim rastî mirinê tên*, da ku jiyana Îsa di bedena me de jî eşkere bibe. 11  Çimkî em ên ku dijîn, ji bo xatirê Îsa rastî mirinê tên, da ku jiyana Îsa di bedena me ya ku dimire de jî eşkere bibe. 12  Her çi qas em rastî mirinê tên jî, ev yek rêya jiyanê ji bo we vedike. 13  Wek ku hatiye nivîsîn: “Min bawer kir, loma min xeber da”. Em ên ku xwediyê eynî ruhê baweriyê ne, em jî bawer dikin û loma em xeber didin. 14  Çimkî em dizanin ku Xwedayê ku Îsa ji mirinê rakir, ewê me jî ji mirinê rake, ji bo ku em bi Îsa re bin. 15  Ev hemû tişt ji bo xêra we ne, da ku zêdetir mirov qenciya mezin a Xwedê bistînin. Bi vî awayî, zêdetir mirov wê ji Xwedê re şikir bikin û rûmetê bidin wî. 16  Ji ber vê yekê em nawestin. Eger bedena me birize jî, dilê me roj bi roj nû dibe. 17  Her çi qas tengasiyên me sivik û ji bo demekê bin jî, ew rûmeteke mezintir, a ku herheyî ye, tînin pêş. 18  Îcar em bala xwe nadin tiştên ku tên dîtin, lê em bala xwe didin tiştên ku nayên dîtin. Çimkî tiştên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê tiştên ku nayên dîtin herheyî ne.

Jêrenot

Bi herfî “wijdanê her mirovî”.
Bi herfî “nixumandî be”.
Yan “di bedena xwe de li zilm û zordariyê tehemul dikin”.