2. Korîntî 6:1-18
6 Wek hevalkarên Xwedê, em vê yekê jî ji we rica dikin ku hûn qenciya mezin a Xwedê qebûl bikin û armanca wê ji bîr nekin.
2 Çimkî Xwedê dibêje: “Di wexta minasib de min tu bihîstî, û di roja xelasiyê de min alî te kir.” Va ye, wexta minasib niha ye! Va ye, roja xelasiyê niha ye!
3 Em di tu tiştî de nabin sebebê ketina kesekî, da ku lome li xizmeta me neyê kirin.
4 Lê belê, em di her tiştî de xwe wek xizmetkarên Xwedê tewsiye dikin: Gava em di gelek tiştan de tehemul dikin, di tengasiyan de, di rojên zor û zehmet de,
5 di lêxistinê de, di hebsê de, di tevliheviyan de, di îşên giran de, di şevên bêxew de, di birçîbûnê de;
6 di paqijiyê de, di zanînê de, di sebrê de, di qenciyê de, di ruhê pîroz de, di hezkirina bêdurûtî de,
7 di gotinên rast de, di qudreta Xwedê de, bi çekên rastdariyê yên di destê rastê û çepê de*,
8 di hurmet yan bêhurmetiyê de, di xeberên baş yan xeberên xerab de. Em wek kesên xapînok tên dîtin, lê em kesên rast in.
9 Em wek kesên nenas tên dîtin, lê em kesên nas in, em wek kesên mirî* tên dîtin, lê em kesên sax in, me fermana mirinê nestandiye, lê em tên cezakirin,
10 em xemgîn in, lê her gav kêfxweş in, em feqîr in, lê gelekan dewlemend dikin, em wek kesên ku tu tiştê wan tune ne, lê xwediyê her tiştî ne.
11 Gelî Korîntiyan, me bi eşkereyî bi we re xeber daye, û me dilê xwe ji we re vekiriye.
12 Dilê me ji bo we teng nebûye, lê ka hezkirina we ji bo me?
13 Loma ez ji we re wek ji zarokên xwe re dibêjim: Hûn jî dilê xwe fireh bikin.
14 Bi kesên nebawermend re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi eleqeya rastdariyê bi neheqiyê re heye? Ma ronahî û tarî çawa bi hev ve girêdayî ne?
15 Ma di navbera Mesîh û Belîal* de çi hevparî heye? Yan ma çi para kesekî bawermend bi kesekî nebawermend re heye?
16 Ma çi îşê pûtan di îbadetgeha Xwedê de heye? Çimkî em îbadetgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê got: “Ezê di nav wan de bijîm, û di nav wan de bim. Ezê bibim Xwedayê wan û ewê bibin xelkê min.”
17 “Yehowa dibêje: ‘Loma ji nav wan derkevin û veqetin. Dest nedin tiştê pîs’, ‘û ezê we qebûl bikim.’”
18 “Yehowa, yê ku qudreta wî bêsînor e wisa dibêje: ‘Ezê ji we re bibim Bav, û hûnê ji min re bibin kur û keç.’”
Jêrenot
^ Belkî destê rastê ji bo şerkirinê û destê çepê ji bo parastinê.
^ Yan “ku hêjayî mirinê ne”.
^ Ji peyva Yûnanî ya ku tê maneya “Bêkêr”. Li vir behsa Şeytan tê kirin.