2. Korîntî 9:1-15
9 Belê, li ser xizmeta ku ji pîrozan re tê kirin, ne hewce ye ku ez ji we re binivîsim.
2 Çimkî ez dilxwaziya we dizanim û li ser vê yekê li ber Makedoniyan pesnê we didim. Ez ji wan re dibêjim ku êdî salek e ku hûn li Axayayê hazir in alî wan bikin, û ji ber xîreta we dilê gelek ji wan xurt bûye ku eynî tiştî bikin.
3 Lê ez birayan dişînim ba we ji bo ku pesndayîna me ya ji bo we vala dernekeve, û wek ku min gotibû hûn bi rastî hazir bin.
4 Yan na, eger birayên ji Makedonyayê bi min re bên û bibînin ku hûn ne hazir in, emê ji ber we şerm bikin, çimkî me baweriya xwe bi we anî, û hûnê bikevin şermê.
5 Loma ez fikirîm ku lazim e ez dilê birayan xurt bikim ku ew berî me bên ba we û bexşên ku we soz dane û hazir kirine, top bikin. Bi vî awayî, wê zelal be ku ev bexş ne bi mecbûrî, lê bi dilxwazî hatine dayîn.
6 Lê vê yekê bizanin: Yê ku hindik diçîne wê hindik bidirû. Û yê ku gelek diçîne wê gelek bidirû.
7 Bila her kes ne bi bêdilî yan bi mecbûrî, lê wek ku wî di dilê xwe de qerar daye, bike, çimkî Xwedê ji yê ku bi kêfxweşî dide, hez dike.
8 Wekî din, Xwedê dikare hemû kerema xwe ya mezin li ser we birijîne ku di tu tiştî de hewcedariya we tune be û ji bo her karê qenc li ba we her tişt bi zêdeyî hebe.
9 (Çawa ku hatiye nivîsîn: “Wî bi destvekirî belav kir û da belengazan. Rastdariya wî her û her dimîne.”
10 Xwedê, yê ku bi comerdî ji cotkar re toxim dide û nên ji bo xwarinê dide, ewê bi zêdeyî toximan ji bo çandinê bide we. Û ewê berê rastdariya we zêde bike.)
11 Xwedê we di her tiştî de bibereket dike, da ku hûn destvekirî bin, û bi vê yekê kesên din wê ji Xwedê re şikir bikin.
12 Çimkî ev xizmeta destekdayînê ne tenê ji bo vê yekê ye ku hûn hewcedariyên pîrozan baş têr bikin, lê ji bo vê ye jî ku gelek kes ji Xwedê re şikir bikin.
13 Çimkî tiştên ku hûn dikin îsbat dikin ku hûn li gor mizgîniya li ser Mesîh hereket dikin. Ji ber vê yekê û ji ber ku hûn ji wan re û ji hemû kesên din re destvekirî ne, mirov rûmetê didin Xwedê.
14 Ji ber ku kerema mezin a Xwedê li ser we ye, ew ji bo we dua dikin û ji we hez dikin.
15 Şikir ji Xwedê re ji bo hediyeya wî ya bêemsal, a ku em nikarin bi gotinekê bînin zimên.