Karên Şandiyan 1:1-26

  • Gotinên ji Têofîlos re (1-5)

  • Şahidên li seranserê dinyayê (6-8)

  • Îsa tê hilkişandin nav ezmên (9-11)

  • Şagirt li hev top dibin (12-14)

  • Matiyas cihê Cihûda digire (15-26)

1  Ya Têofîlosê hêja, min di kitêba xwe ya pêşîn de hemû tiştên ku Îsa dikirin û hîn dikirin  heta roja ku ew hat hilkişandin ezmên, nivîsîn. Berî vê yekê, wî bi destê ruhê pîroz rêberî da şandiyên ku wî hilbijartine.  Piştî ku Îsa cefa kişand, wî bi gelek îsbatên pêbawer nîşanî wan da ku ew sax e. Wan ew di nav 40 rojî de didît, û wî li ser Hukimdariya Xwedê xeber dida.  Carek gava Îsa bi wan re bû, wî li wan emir kir: “Ji Orşelîmê dernekevin, lê li benda soza Bav bimînin, soza ku we ji min bihîst.  Çimkî Yehya* bi avê vaftîz dikir*, lê hûnê piştî çend rojan bi ruhê pîroz bên vaftîzkirin*.”  Gava ew li hev top bûn, wan jê pirsî: “Efendiyê me, ma tuyê padîşahiyê ji Îsraîlê re niha vegerînî?”  Wî ji wan re got: “Ev ne karê we ye ku hûn wext û demên ku Bav bi heqê xwe danîne, bizanin.  Lê gava ruhê pîroz dakeve ser we, hûnê qewetê bistînin, û hûnê li Orşelîmê, li temamiya Cihûstan û Sameriyayê û li seranserê dinyayê* bibin şahidên min.”  Piştî ku wî ev yek got, wan dît ku ew hat hilkişandin ezmên, û ewrekî ew li ber çavê wan stand. 10  Dema ew hildikişiya û wan hê li ezmên dinêrî, ji nişka ve du zilam bi kincên spî li ba wan sekinîn, 11  û wan got: “Gelî zilamên Celîleyê, hûn çima li ezmên dinêrin? Îsayê ku hat hilkişandin ezmên, çawa ku we dît ku ew hilkişiya ezmên, ewê bi eynî awayî vegere.” 12  Hingê ew ji Çiyayê Zeytûnê vegeriyan Orşelîmê. Ew çiya nêzîkî yek kîlometre* ji Orşelîmê dûr bû. 13  Gava ew hatin, ew çûn odeya jorîn, cihê ku ew lê diman. Petrûs û Yûhena, Aqûb û Andreas, Filîpos û Tomas, Bartolomeyos û Meta, Aqûbê kurê Alfayos û Şîmûnê bixîret, û Cihûdayê kurê Aqûb li wê derê bûn. 14  Wan hemûyan bi hev re bi hin jinan û Meryema diya Îsa û birayên wî re bi dewamî dua dikir. 15  Di wan rojan de, Petrûs di nav xwişk û birayan de rabû (hejmara kesên ku li hev top bûn weke 120 kes bû) û got: 16  “Birano, lazim bû ku tiştên ku ruhê pîroz bi devê Dawid ji berê ve li ser Cihûda gotibûn, bên cih. Wî rêberiya kesên ku Îsa girtin, kir. 17  Çimkî Cihûda yek ji me bû, û di vê xizmetê de pareke wî jî hebû. 18  (Vî zilamî bi pereyên ku wî ji ber xerabiya xwe standibû, zeviyek kirî. Piştî ku ew ket ser serê xwe, zikê wî qelişî û hemû roviyên wî derketin derve. 19  Temamiya xelkê Orşelîmê bi vê yekê hesiya, loma bi zimanê wan ji vê zeviyê re Akeldama tê gotin, a ku tê maneya “Zeviya Xwînê”.) 20  Di kitêba Zebûran de wisa hatiye nivîsîn: ‘Bila mala wî wêran be, û bila tu kes tê de rûnene’, û ‘Mesûliyeta wî wek çavdêr ji kesekî din re bê dayîn.’ 21  Ji ber vê yekê, gerek em yek ji zilamên ku di hemû dema xizmeta Efendiyê me Îsa de bi me re bûn, hilbijêrin, 22  yanî ji roja ku Yehya* ew vaftîz kir* heta roja ku ew ji nav me hat hilkişandin ezmên. Yek ji van zilaman gerek bi me re bibe şahidê rabûna wî.” 23  Hingê wan du kes, Ûsivê ku jê re Barsabas û Yûstos tê gotin, û Matiyas tewsiye kirin. 24  Îcar wan wisa dua kir: “Ya Yehowa, tu bi dilê her kesî dizanî. Nîşanî me bide ku ji van du zilaman, te kîjan hilbijartiye, 25  da ku ew vê xizmet û şandîtiyê pêk bîne, ya ku Cihûda dev jê berda ku here cihê xwe.” 26  Wan pişk avêtin û pişk li Matiyas ket, û ew li 11 şandiyan hat zêdekirin.

Jêrenot

Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikir; bin av dikir”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yan “heta kujê dinyayê yê herî dûr”.
Bi Yûnanî “rêya rojeke Sebtê”. Di roja Sebtê de, îzna Cihûyan hebû ku ew tenê ew qas bimeşin.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad kir; bin av kir”.