Karên Şandiyan 11:1-30
11 Şandî û birayên li Cihûstanê bihîst ku mirovên ji miletên din xebera Xwedê qebûl kirine.
2 Îcar, gava Petrûs hilkişiya Orşelîmê, kesên ku difikirîn ku bê sinet çênabe, bi wî re minaqeşe kir.
3 Wan got: “Çima tu ketî mala zilamên ku nehatine sinetkirin û bi wan re xwarin xwar?”
4 Hingê Petrûs her tişt hûr û kûr ji wan re got:
5 “Li Yafayê, gava min dua dikir, min di dîtiniyekê de dît ku ji ezmên tiştekî* mîna çarşeveke mezin a kitanî, ya ku ji çar aliyan ve girtî bû, ber min dadiket.
6 Gava min li hundirê wê baş nêrî, min heywanên çarling, heywanên wehşî, heywanên wek mar û xwijok, û teyrên ezmanan dîtin.
7 Wekî din, min dengek jî bihîst, ê ku ji min re got: ‘Petrûs, rabe, heywanekî şerjê bike û bixwe!’
8 Lê min got: ‘Ez nikarim Efendiyê min, çimkî tu car tiştekî mirdar yan heram neketiye devê min.’
9 Min cara diduyan dengek ji ezmên bihîst, ê ku got: ‘Tiştên ku Xwedê helal kirine, wek tiştên heram nehesibîne.’
10 Ev yek cara sisêyan jî çêbû, û paşê her tişt hilkişiya ezmên.
11 Û di eynî demê de, sê zilam li ber mala ku em lê bûn, sekinî bûn. Ew ji Qeyseriyê li pey min hatibûn şandin.
12 Hingê ruh* ji min re got ku bila ez bi wan re herim û qet dudilî nebim. Û ev şeş bira jî bi min re hatin, û em ketin mala wî zilamî.
13 Wî ji me re got ku wî di mala xwe de melekek dît, ê ku ji wî re got: ‘Zilaman bişîne Yafayê, û bila ew Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin, bi xwe re bînin.
14 Ewê ji te re bibêje ku tu û maliyên te, hûn çawa dikarin xelas bibin.’
15 Lê gava min dest bi xeberdanê kir, ruhê pîroz daket ser wan, çawa ku ew di destpêkê de daketibû ser me.
16 Hingê ev gotinên Efendiyê me hatin bîra min: ‘Yehya* bi avê vaftîz dikir*, lê hûnê bi ruhê pîroz bên vaftîzkirin.’
17 Loma, madem ku Xwedê eynî hediyeya ku wî daye me, daye wan, ên ku baweriya xwe bi Efendiyê me Îsa Mesîh aniye, îcar ez kî me ku rê li ber Xwedê bigirim?”
18 Gava wan ev yek bihîst, wan êdî bi Petrûs re minaqeşe nekir. Wan pesnê Xwedê da û got: “Îcar Xwedê fersend da mirovên ji miletên din jî ku ew tobe bikin û jiyanê bistînin.”
19 Şagirtên ku ji ber zilma ku li Steyfan hatibû kirin, ji hev belav bûbûn, û ew heta Finîkya, Qibris û Entakyayê çûbûn. Wan bi tenê ji Cihûyan re behsa mizgîniyê kir.
20 Lê hin ji zilamên Qibrisî û Kirênî hatin Entakyayê, û wan mizgîniya li ser Efendiyê me Îsa dida mirovên ku bi zimanê Yûnanî xeber dida.
21 Destê Yehowa li ser wan bû, û gelek kes bûn bawermend û li pey Efendiyê me meşiyan.
22 Xebera li ser vê yekê gihîşt civata Orşelîmê, û wan Barnabas şand heta Entakyayê.
23 Gava ew gihîşt wê derê û wî qenciya mezin a Xwedê dît, ew gelek kêfxweş bû. Wî dilê wan hemûyan ava kir ku ew bi temamiya dilê xwe ji Efendiyê me re dilsoz bimînin.
24 Barnabas zilamekî qenc bû, ew bi ruhê pîroz ve tije bû, û baweriya wî xurt bû. Û gelek mirovan baweriya xwe bi Efendiyê me anî.
25 Piştî vê Barnabas çû Tarsûsê ku li Saûl bigere.
26 Gava wî ew dît, wî ew anî Entakyayê. Ew salek bi civatê re top dibûn û gelek mirov hîn dikirin. Li Entakyayê cara pêşîn bi rêberiya Xwedê ji şagirtan re “Mesîhî” hat gotin.
27 Di wan rojan de, pêxember ji Orşelîmê hatin Entakyayê.
28 Yekî ji wan, ê bi navê Agabos bi rêberiya ruhê pîroz ji berê ve got ku di nêzîk de xelayeke mezin wê li seranserê dinyayê rabe. Ev yek di rojên Qeyser* Klawdyos de çêbû.
29 Hingê şagirtan qerar da ku her kes li gor hal û rewşa xwe destekê bide birayên li Cihûstanê.
30 Wan eynî wisa kir û hemû tişt bi destê Barnabas û Saûl ji rîspiyan re şandin.
Jêrenot
^ Bi herfî “yek ji cureyên firaqan”.
^ Yanî ruhê Xwedê.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “imad dike; bin av dike”.
^ Yan “Sezar”.