Karên Şandiyan 13:1-52

  • Barnabas û Saûl wek mizgînvanên wezîfedar tên şandin (1-3)

  • Xizmeta li Qibrisê (4-12)

  • Gotara Pawlos a li Entakyayê (Pisîdya) (13-41)

  • “Em diçin ba miletên din” (42-52)

13  Di civata Entakyayê de ev pêxember û mamoste hebûn: Barnabas û Şîmeonê ku jê re Nîger digotin, Saûl, Lûkyosê Kirênî, û Manayînê ku bi serokê herêmê Hêrodês re hat perwerdekirin.  Gava wan ji Yehowa re xizmet dikir û rojî digirt, ruhê pîroz ji wan re got: “Barnabas û Saûl ji bo karê ku min ji bo wan hilbijartiye, tayîn bikin.”  Piştî ku wan rojî girt û dua kir, wan destên xwe danîn ser wan û ew şandin.  Bi vî awayî, ev zilamên ku ji aliyê ruhê pîroz ve hatin şandin, çûn Selevkyayê û ji wê derê bi gemiyê derbasî Qibrisê bûn.  Gava ew gihîştin Salamîsê, wan dest pê kir ku di sînagogên* Cihûyan de xebera Xwedê belav bikin. Yûhena jî bi wan re bû û alî wan dikir.  Piştî ku ew li temamiya giravê heta Pafosê geriyan, wan Cihûyekî bi navê Baryêşû dît, ê ku pêxemberekî sexte û sêrbaz bû.  Ew xizmetkarê Sergiyos Pawlosê walî bû, yê ku zilamekî aqilmend bû. Wî Barnabas û Saûl gazî ba xwe kirin, çimkî wî pir dixwest guh bide xebera Xwedê.  Lê Êlîmasê* sêrbaz (navê wî wisa tê tercûmekirin) li hember wan rabû û nexwest ku walî bi xebera Xwedê bawer bike.  Hingê Saûl, ê ku jê re Pawlos jî dihat gotin, bi ruhê pîroz ve tije bû, li wî nêrî 10  û got: “Ey kurê Îblîs! Dilê te bi derew û xerabiyê ve tije ye, û tu dijminê rastiyê yî! Tu çima rêyên rast ên Yehowa xera dikî? 11  Va ye, destê Yehowa wê te ceza bike. Tuyê heta demekê kor bibî û ronahiya rojê* nebînî.” Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, û ew li derdora xwe li kesekî geriya ku destê wî bigire û rêberiya wî bike. 12  Gava walî dît ku çi çêbû, wî baweriya xwe bi xebera Xwedê anî, çimkî ew bi tiştên ku ew li ser Yehowa hîn bû, ecêbmayî ma. 13  Pawlos û zilamên ku bi wî re bûn bi gemiyê ji Pafosê bi rê ketin û çûn Pergêya li Pamfîlyayê. Lê Yûhena ew hiştin û vegeriya Orşelîmê. 14  Lê belê, ew ji Pergêyê derbasî Entakyaya Pisîdyayê bûn. Li wê derê ew di roja Sebtê* de ketin sînagogê* û rûniştin. 15  Piştî xwendina Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan, serokên sînagogê ev xeber ji wan re şand: “Birano, eger gotinên ku dilê xelkê ava dikin li ba we hene, kerem kin, bibêjin.” 16  Hingê Pawlos rabû, bi destan îşaret kir û got: “Îsraîlîno û kesên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guh bidin min! 17  Xwedayê miletê Îsraîlê bav û kalên me hilbijartine. Gava ew li welatê Misrê wek xerîb dijiyan, Xwedê ew kirin miletekî xurt û mezin, û wî ew bi destê xweyî hêzdar ji wê derê derxistin. 18  Weke 40 sal, wî li çolê bêhna xwe li wan fireh kir. 19  Piştî ku wî qira heft miletên li welatê Kenanê anî, wî welatê Kenaniyan wek mîras da Îsraîliyan. 20  Ev hemû tişt weke 450 sal kişand. Paşê wî heta rojên Samûêl pêxember hakim didan wan. 21  Lê piştre xelkê padîşahek xwest, û Xwedê Saûlê kurê Kîş ji eşîra Benyamîn da wan, û wî 40 sal hukimdarî kir. 22  Piştî ku Xwedê ew ji textê padîşahiyê rakir, wî Dawid li ser wan kir padîşah, û li ser wî wisa got: ‘Min Dawidê kurê Yêşay, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû tiştên ku ez dixwazim bike.’ 23  Wek ku Xwedê soz dabû, wî ji zuriyeta vî zilamî xelaskarek da Îsraîlê, û ew Îsa bû. 24  Berî hatina wî, Yehya* ji temamiya xelkê Îsraîlê re digot ku gerek ew vaftîz bibin*, da ku ew nîşan bidin ku ew tobe dikin. 25  Li dawiya xizmeta xwe Yehya* wisa got: ‘Hûn difikirin qey ez ew kes im? Na, ez ne ew im. Lê va ye, yê ku piştî min tê, ez ne hêja me ku solên* wî vekim.’ 26  Birayên min ên ji zuriyeta Birahîm û kesên din ên ku ji Xwedê ditirsin! Xebera xelasiyê ji me re hatiye şandin. 27  Xelkê Orşelîmê û serokên wan ew* qebûl nekir. Û gava wan ew sûcdar kir, wan gotinên Pêxemberan, ên ku her roja Sebtê bi dengekî bilind tên xwendin, anîn cih. 28  Her çi qas wan ji bo kuştina Îsa sebebek nedît, wan zor li Pîlatos kir ku wî bide îdamkirin. 29  Piştî ku wan hemû tiştên ku li ser wî hatine nivîsîn anîn cih, wan ew ji dar anî xwarê û ew kirin mezel. 30  Lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir, 31  û ew gelek roj ji kesên ku bi wî re ji Celîleyê hilkişiyabûn Orşelîmê re xuya bû. Û niha ew kes ji xelkê re li ser wî şahidiyê dikin. 32  Îcar em mizgîniya li ser soza ku ji bav û kalên me re hatibû dayîn, didin we. 33  Bi vê yekê ku Xwedê Îsa ji mirinê rakir, wî ev soz ji zuriyeta wan re, yanî ji me re, bi temamî anî cih. Wek ku di zebûra diduyan de hatiye nivîsîn: ‘Tu kurê min î, îro ez bûm bavê te.’ 34  Xwedê ew ji mirinê rakir, û ewê êdî tu caran nebe mirov û bedena wî wê nerize. Xwedê ev soza xwe bi van gotinan eşkere kir: ‘Ezê hezkirina dilsoz a ku min ji Dawid re soz daye, nîşanî we bidim. Û ev soz pêbawer e.’ 35  Loma di zebûreke din de wisa tê gotin: ‘Tuyê nehêlî ku xizmetkarê teyî dilsoz birize.’ 36  Dawid di jiyana xwe de ji Xwedê re îbadet dikir*. Lê ew mir* û li ba bav û kalên xwe hat danîn, û bedena wî riziya. 37  Lê yê ku Xwedê ji mirinê rakir neriziya. 38  Loma birano, ez ji we re dibêjim ku Xwedê wê bi saya vî kesî gunehên we efû bike. 39  Û her kesê ku bawer dike, ewê ji hemû tiştên ku Qanûna Mûsa nikaribû wan bêsûc derxîne, bi saya Îsa bêsûc bê dîtin. 40  Loma hay ji xwe hebin, da ku tiştên ku di Nivîsarên Pêxemberan de hatine nivîsîn, neyên serê we: 41  ‘Ka binêrin, ey hûn ên ku qerfên xwe bi kesên din dikin, şaş bimînin û helak bibin! Çimkî ezê di rojên we de karekî bînim cih. Ev kar karekî wisa ye, eger kesek hûr û kûr ji we re bibêje jî, hûnê pê bawer nekin.’” 42  Gava Pawlos û Barnabas derketin derve, xelkê ji wan rica kir ku ew Sebta bê dîsa li ser van tiştan xeber bidin. 43  Piştî civîna sînagogê, gelek Cihû û kesên ku bûn Cihû, yên ku ji Xwedê re îbadet dikir, li pey Pawlos û Barnabas çûn. Wan her duyan bi wan re xeber dida û dilê wan xurt dikir ku ew hêjayî qenciya mezin a Xwedê bimînin. 44  Sebta din, weke temamiya bajêr li hev top bû ku guh bide xebera Yehowa. 45  Gava Cihûyan ew qas mirov dîtin, wan hesûdî kir û dest pê kir ku çêrî Pawlos bikin û li dijî wî xeber bidin. 46  Hingê Pawlos û Barnabas bê tirs ji wan re got: “Gerek xebera Xwedê pêşî ji we re bihata gotin. Lê ji ber ku we ev xeber red kir û xwe hêjayî jiyana herheyî nedît, em diçin ba miletên din. 47  Çimkî Yehowa bi van gotinan li me emir kiriye: ‘Min tu kirî ronahî ji bo miletên din, da ku tu heta kûjê dinyayê yê herî dûr xelasiyê bigihînî wan.’” 48  Gava kesên ji miletên din ev gotin bihîst, ew ji kêfan firiyan û wan rûmet da Yehowa ji bo peyva wî, û hemû kesên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir bû, bûn bawermend. 49  Bi vî awayî xebera Yehowa li temamiya welêt belav dibû. 50  Lê Cihûyan jinên bi nav û deng, ên ku ji Xwedê ditirsiyan, û rêberên xelkê bajêr li dijî Pawlos û Barnabas rakirin. Wan zilm li Pawlos û Barnabas kir û ew ji bajêr derxistin. 51  Hingê wan toza lingên xwe daweşand, da ku ji wan re bibe şahidî, û ew çûn Konyayê. 52  Û şagirt bi dewamî bi ruhê pîroz û kêfxweşiyê ve tije dibûn.

Jêrenot

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yanî Baryêşû, yê ku di ayeta 6an de derbas dibe.
Yan “tav”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad bibin; bin av bibin”.
Yan “Yûhena”.
Bi herfî “sandal”.
Yanî Îsa.
Yan “li gor daxwaza Xwedê xizmet dikir”.
Bi herfî “ket xewa mirinê”.