Karên Şandiyan 15:1-41

  • Li ser sinetê minaqeşe tê kirin (1, 2)

  • Mesele tê birin Orşelîmê (3-5)

  • Rîspî û şandî li hev top dibin (6-21)

  • Nameya ji koma rêberiyê (22-29)

    • Xwe ji xwînê dûr bigirin (28, 29)

  • Name dilê civatan xurt dike (30-35)

  • Pawlos û Barnabas ji hev vediqetin (36-41)

15  Hin şagirt ji Cihûstanê hatin û dest pê kirin ku birayan wisa hîn bikin: “Eger hûn li gor adeta Mûsa neyên sinetkirin, hûnê nikaribin xelas bibin.”  Ji ber ku nêrîna wan ji nêrîna Pawlos û Barnabas cuda bû, di nav wan de minaqeşe çêbû. Loma qerar hat dayîn ku Pawlos û Barnabas ji bo vê meseleyê bi çend birayan re herin ba şandî û rîspiyên Orşelîmê.  Piştî ku civatê ew hinek bi rê kirin, ew di nav Finîkya û Sameriyê re derbas bûn, û wan ji birayan re hûr û kûr behsa vê yekê dikir ku kesên ji miletên din çawa bûn bawermend. Vê yekê bira dilxweş dikirin.  Gava ew gihîştin Orşelîmê, ew bi dilgermî ji aliyê civat, şandî û rîspiyan ve hatin qebûlkirin, û wan hemû tiştên ku Xwedê bi saya wan kirine, ji wan re gotin.  Lê hin bawermendên ku berê aîdî mezheba Fêrisiyan bûn, ji cihên xwe rabûn û gotin: “Lazim e ku ew bên sinetkirin û ji wan re emir bê dayîn ku ew xwe li Qanûna Mûsa bigirin.”  Hingê şandî û rîspî li hev top bûn ku li ser vê meseleyê xeber bidin.  Piştî xeberdan û minaqeşeyeke dirêj, Petrûs rabû û ji wan re got: “Birano, wek hûn dizanin, Xwedê ji rojên berê ve ez di nav we de hilbijartime, da ku mirovên ji miletên din mizgîniyê ji devê min bibihîzin û bawer bikin.  Û Xwedayê ku bi dilan dizane, bi vê yekê ku wî ruhê pîroz da wan jî, îsbat kir ku ew wan qebûl dike.  Wî dilê wan bi baweriyê paqij kir, û wî tu ferqî nexist nav me û wan. 10  Îcar hûn çima Xwedê diceribînin û nîrekî ku ne bav û kalên me, ne jî em dikarin hilgirin, dixin ser stûyê şagirtan? 11  Lê belê, em bawer in ku bi saya qenciya mezin a Efendiyê me Îsa em hatine xelaskirin, çawa ku ew jî hatine xelaskirin.” 12  Bi van gotinan temamiya komê bêdeng ma. Wan guh da Barnabas û Pawlos, ên ku Xwedê bi destê wan di nav miletên din de gelek nîşan û mucîze çêkiribûn. 13  Piştî xeberdana wan, Aqûb got: “Birano, guh bidin min. 14  Şîmeon hûr û kûr got ku Xwedê çawa cara pêşîn bala xwe da miletên din, da ku ji nav wan miletekî ji bo navê xwe top bike. 15  Ev yek bi gotinên Pêxemberan jî digire, wek ku hatiye nivîsîn: 16  ‘Piştî van tiştan ezê vegerim û mala* Dawid, a ku hilweşiya, dîsa rakim. Ezê parên hilweşiyayî ji nû ve ava bikim. 17  Bi vî awayî kesên mayî û mirovên ji hemû miletan, ên ku navê min li ser wan e, wê bi xîret li Yehowa bigerin. Yehowa vê yekê dibêje, yê ku van tiştan dike 18  ku ji demên borî ve nas in.’ 19  Loma nêrîna min ev e ku gerek em barê mirovên ji miletên din, ên ku tên ser rêya Xwedê, giran nekin. 20  Lê bila em ji wan re binivîsin ku gerek ew xwe ji tiştên pûtperest, bêexlaqiya cinsî, goştê heywanên fetisandî* û xwînê dûr bigirin. 21  Çimkî ji rojên borî ve, di her bajarî de gotinên Mûsa tên belavkirin û di her roja Sebtê* de, ew di sînagogan* de bi dengekî bilind tên xwendin.” 22  Hingê şandî û rîspiyan bi temamiya civatê re qerar dan ku di nav xwe de hin zilaman hilbijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wekî din, wan Cihûdayê ku jê re Barsabas digotin û Sîlas jî şandin, ên ku di nav birayan de rêberiya civatê dikirin. 23  Wan ev name nivîsî û bi birayan re şand: “Birayên we şandî û rîspî, em ji birayên ji miletên din re, yên li Entakya, Sûriye, û Kîlîkyayê, silavên germ dişînin! 24  Me bihîstiye ku hin kes ji nav me, her çi qas ku me rêberî nedaye wan, bi gotinên xwe dilê we teng kiriye û serê we tevlihev kiriye. 25  Loma me bi hev re qerar daye ku hin birayan hilbijêrin û bi Barnabas û Pawlos re bişînin ba we. 26  Van birayan ji bo xatirê navê Efendiyê me Îsa Mesîh canê xwe xistiye talûkeyê. 27  Em Cihûda û Sîlas dişînin, da ku ew jî eynî tiştan ji we re bibêjin. 28  Çimkî ruhê pîroz alî me kir ku em bigihîjin vê netîceyê ku ji xeynî van tiştên muhîm, barê we girantir nekin: 29  Xwe ji tiştên ku ji pûtan re hatin qurbankirin, ji xwînê, ji goştê heywanên fetisandî û ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin. Eger hûn wisa bikin, hûnê di xweşiyê de bibin. Xwedê sihetê bide we!” 30  Îcar ev bira bi rê ketin û gihîştin Entakyayê. Wan temamiya komê li hev top kir û ev name da wan. 31  Piştî ku wan ev nameya teşwîqdar xwend, ew pir kêfxweş bûn. 32  Û Cihûda û Sîlas, ên ku bi xwe jî pêxember bûn, bi gotarên xwe cesaret da birayan û dilê wan xurt kir. 33  Piştî ku ew demekê li wê derê man, birayan ew bi selametî bi rê kirin û şandin Orşelîmê. 34  ——* 35  Lê belê, Pawlos û Barnabas li Entakyayê man. Wan hîn dikir û bi gelek kesên din re mizgîniya li ser peyva Yehowa belav dikir. 36  Piştî çend rojan, Pawlos ji Barnabas re got: “Were, em vegerin û li her bajarê ku me peyva Yehowa belav kiriye, birayan ziyaret bikin û bibînin ka ew çawa ne.” 37  Barnabas xwest Yûhenayê ku jê re Marqos dihat gotin, bi xwe re bibe. 38  Lê belê, ji ber ku Marqos li Pamfîlyayê ji wan veqetiya û destek neda xizmeta wan, Pawlos nedixwest ku ew bi wan re here. 39  Ji ber vê yekê, di nav Pawlos û Barnabas de minaqeşeyeke pir xerab çêbû, û ew ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos bi xwe re bir û bi gemiyê çû Qibrisê. 40  Lê Pawlos Sîlas hilbijart, û piştî ku birayan ew emanetî qenciya mezin a Yehowa kir, ew bi rê ketin. 41  Ew di nav Sûriye û Kîlîkyayê re derbas dibû û civat xurt dikirin.

Jêrenot

Yan “konê”.
Yanî heywanên ku xwîna wan bi awayekî rast nehat rijandin.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji bo Cihûyan wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Ayeta 34an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.