Karên Şandiyan 18:1-28

  • Xizmeta Pawlos a li Korîntê (1-17)

  • Vegerîna li Entakyayê (Sûriye) (18-22)

  • Pawlos diçe Galatya û Frîgyayê (23)

  • Xeberbêjê jêhatî Apolos alîkariyê distîne (24-28)

18  Piştî vê yekê, Pawlos ji Atînayê derket û çû Korîntê.  Li wê derê, wî Cihûyekî bi navê Akîlas, ê ku bi eslê xwe ji Pontosê bû, nas kir. Ew bi jina xwe Prîskîlayê re ji Îtalyayê nû hatibûn, çimkî Qeyser* Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romayê derkevin. Îcar Pawlos çû ba wan.  Ji ber ku Pawlos wek wan konçêker bû, ew li mala wan dima û bi wan re îş dikir.  Pawlos her roja Sebtê* di sînagogê* de gotar pêşkêş dikir, û kesên Cihû û kesên Yûnanî îqna dikirin ku ew bawer bikin.  Gava Sîlas û Tîmotêyos ji Makedonyayê hatin, Pawlos dest pê kir ku zêdetir behsa peyva Xwedê bike. Wî ji Cihûyan re îsbat dikir ku Îsa Mesîh e.  Lê ji ber ku ew li dijî wî radibûn û li ser wî xerab xeber didan, wî kincên xwe daweşandin û ji wan re got: “Bila xwîna we li ser stûyê we be. Ez bêsûc im*. Ji niha û pê ve ezê herim ba mirovên ji miletên din.”  Pawlos ji wê derê çû û ket mala zilamekî bi navê Tîtos Yûstos, ê ku ji Xwedê re îbadet dikir. Mala wî li kêleka sînagogê bû.  Serokê sînagogê Krîspos bi hemû maliyên xwe ve bawerî bi Efendiyê me anî. Wekî din, gelek Korîntiyên ku mizgînî bihîst, bawerî anî û vaftîz bûn*.  Efendiyê me bi şev di dîtiniyekê de ji Pawlos re got: “Netirse, lê bi dewamî xeber bide û bêdeng nemîne, 10  çimkî ez bi te re me û tu kes wê zerarê nede te, ji ber ku li vî bajarî gelek mirov hene, yên ku aîdî min in.” 11  Îcar Pawlos salek û nîv li wê derê ma û peyva Xwedê hîn dikir. 12  Di rojên waliyê Axayayê Galiyo de, Cihû bûn yek û li dijî Pawlos rabûn û ew birin ber kursiyê hakim. 13  Wan got: “Ev zilam zorê li xelkê dike ku ew bi awayekî ku li dijî qanûnê ye ji Xwedê re îbadetê bikin.” 14  Gava Pawlos dixwest tiştekî bibêje, Galiyo ji Cihûyan re got: “Ey Cihûno, eger vî zilamî neheqî yan sûcekî mezin kiribe, wê çaxê minê bi bêhnfirehî guh bidaya we. 15  Lê eger mesele li ser peyvan, li ser navan yan li ser qanûna we ye, hûn bi xwe safî bikin. Ez naxwazim bibim hakimê van tiştan.” 16  Û wî ew ji wê derê derxistin derve. 17  Hingê wan hemûyan serokê sînagogê Sostênîs girt û li ber kursiyê hakim li wî xist. Lê belê, qet ne xema Galiyo bû. 18  Piştî ku Pawlos demekî li wê derê ma, wî xatirê xwe ji birayan xwest û bi gemiyê ber bi Sûriyeyê ve çû. Prîskîla û Akîlas jî bi wî re bûn. Berî vê yekê, ji ber ku wî sond xwaribû, wî li Kenxrêryayê porê xwe kur kir. 19  Gava ew gihîştin Efesê, wî ew li wê derê hiştin. Ew bi xwe ket sînagogê û bi Cihûyan re ket xeberdanê. 20  Her çi qas wan ji wî rica kir ku ew wexteke dirêj li wê derê bimîne, wî ev yek qebûl nekir. 21  Lê Pawlos bi van gotinan xatirê xwe ji wan xwest: “Eger Yehowa bixwaze, ezê dîsa vegerim ba we.” Ew bi gemiyê ji Efesê 22  derbasî Qeyseriyê bû. Ew hilkişiya Orşelîmê û silav li civatê kir. Paşê ew daket Entakyayê. 23  Piştî ku Pawlos ji bo demekê li wê derê ma, ew bi rê ket û li herêma Galatya û Frîgyayê cih bi cih digeriya û dilê hemû şagirtan xurt dikir. 24  Wê demê Cihûyekî bi navê Apolos, ê ku bi eslê xwe xelkê Îskenderiyê bû, hat Efesê. Ew xeberbêjekî jêhatî bû û Nivîsarên Pîroz baş dizanîn. 25  Apolos di rêya Yehowa de hatibû perwerdekirin*. Bi saya ruhê pîroz, ew pir bixîret bû û wî li ser Îsa rast xeber dida û hîn dikir. Lê belê, zanîna wî tenê li ser vaftîza* ku Yehya* hîn dikir, hebû. 26  Apolos dest pê kir ku di sînagogê de bê tirs xeber bide. Gava Prîskîla û Akîlas xeberdana wî bihîst, wan ew bir ba xwe û rêya Xwedê hê baştir ji wî re zelal kir. 27  Ji ber ku wî dixwest derbasî Axayayê bibe, birayan ji şagirtan re nivîsî û rica kir ku ew wî bi dilgermî qebûl bikin. Gava Apolos gihîşt wê derê, wî destek da kesên ku bi saya qenciya mezin a Xwedê bûn bawermend. 28  Wî bi xîreteke mezin nîşan da ku hîndariyên Cihûyan ne rast in, û wî bi destê Nivîsarên Pîroz ji wan re îsbat kir ku Îsa Mesîh e.

Jêrenot

Yan “Sezar”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji bo Cihûyan wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “Ez paqij im”.
Yan “imad bûn; bin av bûn”.
Yan “bi devkî hatibû hînkirin”.
Yan “imada; binavbûna”.
Yan “Yûhena”.