Karên Şandiyan 21:1-40

  • Diçin Orşelîmê (1-14)

  • Digihîjin Orşelîmê (15-19)

  • Pawlos guh dide şîreta rîspiyan (20-26)

  • Tevliheviya li îbadetgehê; Pawlos tê girtin (27-36)

  • Ji Pawlos re îzin tê dayîn ku ew bi xelkê re xeber bide (37-40)

21  Gava em ji wan veqetiyan û bi gemiyê bi rê ketin, em rasterast çûn Kosê. Roja din em çûn Rodosê, û ji wê derê çûn heta Patarayê. 2  Gava me gemiyek dît, a ku diçe aliyê Finîkyayê, em lê siwar bûn û bi rê ketin. 3  Gava girava Qibrisê xuya dibû, me ew li aliyê çepê hişt, û em çûn aliyê Sûriyê. Em li Sûrê sekinîn, da ku barê gemiyê li wê derê bê valakirin. 4  Em li şagirtan geriyan û me ew dîtin, û em heft roj li wê derê man. Wan bi saya ruh* bi dewamî ji Pawlos re digot ku bila ew neçe Orşelîmê. 5  Gava wexta me hat, em derketin û bi rê ketin. Ew hemû, bi jin û zarokan re bi me re çûn heta derveyî bajêr. Li ber behrê, em ketin ser çokan, me dua kir 6  û me xatirê hevdû xwest. Paşê em li gemiyê siwar bûn, û ew jî vegeriyan malên xwe. 7  Ji Sûrê em çûn Ptolêmayîsê. Me silav li birayan kir û em rojek bi wan re man. 8  Roja din em ji wê derê derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvan, ê ku yek ji heft birayên ku hatibûn hilbijartin bû, û em li cem wî man. 9  Çar keçikên Filîpos hebûn. Ew nezewicî bûn û pêxembertî dikirin. 10  Piştî ku em gelek roj li wê derê man, pêxemberekî bi navê Agabos ji Cihûstanê daket jêr. 11  Ew hat ba me, û wî qayîşa Pawlos hilda, li ling û destên xwe girêda û got: “Ruhê pîroz wisa dibêje: ‘Xwediyê vê qayîşê wê li Orşelîmê bi eynî awayî ji aliyê Cihûyan ve bê girêdan. Ewê wî bidin destê mirovên ji miletên din.’” 12  Gava me ev yek bihîst, em û birayên ku li wê derê bûn, me ji Pawlos rica kir ku ew neçe Orşelîmê. 13  Hingê Pawlos got: “Hûn çi dikin? Hûn çima digirîn û dilê min sist dikin? Ez hazir im ku ne tenê bêm girêdan, lê ji bo xatirê navê Efendiyê me Îsa li Orşelîmê bimirim jî.” 14  Gava me dît ku em nikarin nêrîna wî biguherînin, me dev ji fikra xwe berda û got: “Bila daxwaza Yehowa bê cih.” 15  Piştî van rojan, me xwe ji bo rêwitiyê hazir kir û berê xwe da Orşelîmê. 16  Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin. Wan em anîn mala Minasonê Qibrisî, yê ku yek ji şagirtên pêşîn bû, û em bûn mêvanên wî. 17  Gava em gihîştin Orşelîmê, birayan em bi dilgermî qebûl kirin. 18  Roja din, Pawlos bi me re çû ba Aqûb, û hemû rîspî jî li wê derê bûn. 19  Pawlos silav li wan kir û ji wan re hûr û kûr got ku Xwedê bi destê xizmeta wî di nav miletên din de çi kiriye. 20  Piştî ku wan ev tişt bihîstin, wan dest pê kir ku rûmetê bidin Xwedê û ji Pawlos re got: “Birayê me, tu dibînî ku di nav Cihûyan de bi hezaran bawermend hene, û ew hemû ji bo Qanûnê bixîret in. 21  Lê wan li ser te bihîstiye ku tu hemû Cihûyên di nav miletên din de hîn dikî ku bila ew dev ji Qanûna Mûsa berdin. Û wan bihîstiye ku tu dibêjî ku bila ew kurên xwe sinet nekin û dev ji adetan berdin. 22  Îcar em çi bikin? Ewê bêguman pê bihesin ku tu hatiyî. 23  Loma wisa bike: Çar zilam li ba me hene, yên ku ji Xwedê re sond xwariye. 24  Van zilaman bi xwe re bibe û li gor adetê xwe bi wan re paqij bike. Mesrefên wan bide, da ku ew bikarin serê xwe traş bikin. Hingê her kes wê bizane ku tiştên ku li ser te hatine gotin, nerast in, û tu jî xwe li Qanûnê digirî. 25  Lê belê, ji bo bawermendên ji miletên din, me jixwe qerara xwe ji wan re nivîsî û şand ku gerek ew xwe ji tiştên ku ji pûtan re hatin qurbankirin, ji xwînê, ji goştê heywanên fetisandî* û ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin.” 26  Roja din, Pawlos ev zilam bi xwe re birin û li gor adetê wan xwe bi hev re paqij kir. Paşê ew ket îbadetgehê ku bibêje ku rojên paqijkirinê li gor adetê wê kengê xelas bibin, da ku qurbanek ji bo her yekî ji wan re bê pêşkêşkirin. 27  Gava hindik mabû ku heft roj temam bibin, Cihûyên ji Asyayê Pawlos di îbadetgehê de dît, û wan xelk li dijî wî rakir. Wan ew girt 28  û bi dengekî bilind got: “Zilamên Îsraîlê, alî me bikin! Ev zilam li her derê di nav xelkê de hîndariyên ku li dijî xelkê me, Qanûna me û vî cihî ne, belav dike. Heta wî kesên Yûnanî jî anîn îbadetgehê û ev cihê pîroz pîs kiriye.” 29  Ji ber ku wan berê Trofîmosê Efesî di bajêr de bi Pawlos re dît, ew fikirîn ku Pawlos ew bi xwe re aniye îbadetgehê. 30  Temamiya bajêr tevlihev bû. Xelk bi hev re bi lez çû, Pawlos girt û kişand derveyî îbadetgehê, û di cih de dergeh hatin girtin. 31  Gava wan dixwest wî bikujin, xebera ku temamiya Orşelîmê tevlihev bûye gihîşt fermandarê eskeran. 32  Di cih de wî esker û sersed bi xwe re birin, û ew çûn ba xelkê. Gava wan fermandar û esker dîtin, wan dev jê berda ku li Pawlos bixin. 33  Hingê fermandarê eskeran nêzîk bû û Pawlos da girtin. Wî emir da ku destên wî bi du zincîran bên girêdan. Paşê wî jê pirsî ku ew kî ye û wî çi kiriye. 34  Lê ji ber ku di nav xelkê de her kesî dikir qîrîn û tiştek digot, fermandar ji ber vê tevliheviyê baş fehm nekir ku çi çêbûye. Loma wî emir da ku Pawlos bibin eskergehê. 35  Gava Pawlos gihîşt ber derenceyan*, ji ber zilma xelkê lazim bû ku esker wî hilgirin. 36  Gelek mirov li pey wan dihatin û bi dengekî bilind digotin: “Wî bikujin!” 37  Wexta ku Pawlos dibirin eskergehê, wî ji fermandarê eskeran pirsî: “Gelo îzin heye ku ez tiştekî ji te re bibêjim?” Wî got: “Tu Yûnanî dizanî? 38  Ma tu ne ev zilamê Misrî yî, yê ku berî wextekê serhildanek rakir û 4.000 mêrkuj derxistin çolê?” 39  Hingê Pawlos got: “Na, ez Cihû me û ji Tarsûsa Kîlîkyayê me. Ez welatiyê bajarekî bi nav û deng im. Loma ez rica dikim, îznê bide min ku ez bi xelkê re bipeyivim.” 40  Piştî ku fermandar îzin da Pawlos, ew li ser derenceyan sekinî, û wî bi destê xwe ji xelkê re îşaret kir ku ew bêdeng bin. Gava xelk bêdeng bû, wî bi zimanê Îbranî ji wan re got:

Jêrenot

Yanî ruhê Xwedê.
Yanî heywanên ku xwîna wan bi awayekî rast nehat rijandin.
Yan “merdîwan”.