Karên Şandiyan 25:1-27

  • Doza Pawlos li ber Fêstos tê vekirin (1-12)

    • “Ez doza xwe dibim ber Qeyser!” (11)

  • Fêstos ji Agrîpa Padîşah şîretê dixwaze (13-22)

  • Pawlos li ber Agrîpa disekine (23-27)

25  Fêstos gihîşt herêma Cihûstanê û dest pê kir ku mesûliyeta xwe bîne cih. Piştî sê rojan ew ji Qeyseriyê çû Orşelîmê.  Serokên kahînan û rêberên xelkê Cihûyan, li ber Fêstos şikayetên xwe li Pawlos kirin. Îcar wan ji Fêstos rica kir  ku ew qenciyê li wan bike û Pawlos bîne Orşelîmê. Lê armanca wan ev bû ku di rê de dafikê deynin û Pawlos bikujin.  Lê Fêstos ji wan re got ku gerek Pawlos li Qeyseriyê girtî bimîne, û ku ewê di wexteke nêzîk de bi xwe vegere wê derê.  Wî got: “Eger vî zilamî bi rastî jî tiştekî neheq kiriye, bila mezinên we bi min re werin û wî sûcdar bikin.”  Fêstos heşt heta deh rojan li wê derê ma û çû Qeyseriyê. Roja din, ew li ser kursiyê hakim rûnişt û emir da ku Pawlos bînin ber wî.  Dema ku ew hat, Cihûyên ku ji Orşelîmê hatibûn, derdora wî girt û bi gelek sûcên giran, ên ku wan nikaribû îsbat bikin, ew sûcdar kir.  Lê Pawlos ji bo parastina xwe wisa got: “Min ne li dijî Qanûna Cihûyan, ne li dijî îbadetgehê, û ne jî li dijî Qeyser* guneh kiriye.”  Ji ber ku Fêstos dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî ji Pawlos re got: “Ma tu dixwazî herî Orşelîmê, da ku li wê derê doza te li ber min bê vekirin?” 10  Lê Pawlos got: “Ez li ber kursiyê hakim ê Qeyser sekinî me, û gerek hukmê min li vir bê dayîn. Wek tu bi xwe dizanî, min tu neheqî li Cihûyan nekiriye. 11  Eger ez bi rastî neheq im û min tiştekî ku hêjayî mirinê ye, kiribe, ez hazir im ku bimirim. Lê eger ji bo şikayetên van zilaman îsbat tune ne, heqê tu kesî nîne ku min bide destê wan, da ku dilê wan xweş bike. Ez doza xwe dibim ber Qeyser!” 12  Piştî ku Fêstos bi şîretkarên xwe re xeber da, wî got: “Madem ku tu dixwazî doza xwe bibî ber Qeyser, tuyê herî ba Qeyser.” 13  Piştî çend rojan, Agrîpa Padîşah û Bernîkê hatin Qeyseriyê ku Fêstos ziyaret bikin, da ku qedir û qîmetê ji wî re nîşan bidin. 14  Ji ber ku ew çend roj li wê derê bûn, Fêstos ji padîşah re behsa doza Pawlos kir û got: “Zilamekî ku Fêlîks wek girtî hiştiye, heye. 15  Gava ez li Orşelîmê bûm, serokên kahînan û rîspiyên Cihûyan şikayet li wî kir û dixwest ku ew bê mehkûmkirin. 16  Lê min ji wan re got ku ev ne li gor adeta Romayiyan e ku yekî li gor dilê wan bidin dest. Zilamê ku tê sûcdarkirin gerek rû bi rû bi kesên ku wî sûcdar dikin re xeber bide, da ku fersenda wî hebe ku ew xwe biparêze. 17  Gava ew gihîştin vir, min dereng nexist û roja din ez li ser kursiyê hakim rûniştim, û min emir da ku vî zilamî bînin vir. 18  Kesên ku ew sûcdar dikir, derketin pêş û tu kesî neheqiyên ku ez li bendê bûm neanîn zimên. 19  Wan tenê li ser meseleyên ku bi baweriya wan ve girêdayî ne û li ser zilamekî bi navê Îsa, yê ku miriye, lê Pawlos digot ku ew sax e, minaqeşe dikir. 20  Ji ber ku min nizanibû ku çawa vê meseleyê safî bikim, min jê pirsî ka ew dixwaze here Orşelîmê ku doza wî li wê derê bê vekirin. 21  Lê Pawlos xwest ku ew girtî bimîne heta ku Augustus* li ser doza wî qerarek bide. Hingê min emir da ku ew girtî bimîne heta ku ez wî bişînim ba Qeyser.” 22  Hingê Agrîpa ji Fêstos re got: “Ez dixwazim guh bidim vî zilamî.” Fêstos got: “Tuyê sibê guh bidî wî.” 23  Roja din Agrîpa û Bernîkê bi xemleke mezin û pozbilindî ketin mehkemeyê. Fermandarên eskeran û zilamên bi nav û deng ên bajêr jî bi wan re bûn. Gava Fêstos emir da, wan Pawlos anî hundir. 24  Fêstos got: “Ya Agrîpa Padîşah û hemû kesên ku li vir in, ka li vî zilamî binêrin! Hemû Cihûyên Orşelîmê û Cihûyên vir bi gazinan hatine ba min û bi dengekî bilind dibêjin ku gerek ew bê kuştin. 25  Lê min fehm kir ku wî tiştekî ku hêjayî mirinê ye, nekiriye. Gava wî dixwest doza xwe bibe ba Augustus*, min qerar da ku ez wî bişînim ba wî. 26  Lê tiştek li ser wî tune ye ku ez ji Efendiyê xwe re binivîsim. Ji ber vê yekê min ew anî ber we hemûyan, bi xisûsî ber te, ya Agrîpa Padîşah, da ku piştî lêkolîna doza wî, ez bikarim tiştekî binivîsim. 27  Çimkî ji bo min bê mane ye ku ez girtiyekî bişînim bêyî ku ez sebebê sûcdarkirina wî zelal bikim.”

Jêrenot

Yan “Sezar”.
Sernavê Împaratorê Romayê.
Sernavê Împaratorê Romayê.