Karên Şandiyan 26:1-32

  • Pawlos li ber Agrîpa xwe diparêze (1-11)

  • Pawlos dibêje ku ew çawa bû bawermend (12-23)

  • Cewabên Fêstos û Agrîpa (24-32)

26  Agrîpa ji Pawlos re got: “Destûra te heye ku tu ji bo xwe xeber bidî.” Hingê Pawlos destê xwe dirêj kir û ji bo parastina xwe got: 2  “Ya Agrîpa Padîşah, ez dilşad im ku ez îro li ber te dikarim ji ber hemû tiştên ku Cihûyan ez sûcdar kirime, xwe biparêzim. 3  Bi xisûsî ji ber ku tu hemû adet û meseleyên Cihûyan baş dizanî. Loma ez ji te rica dikim, bi sebir guh bide min. 4  Hemû Cihû baş dizanin ku min ji xortaniya xwe ve jiyana xwe çawa di nav xelkê xwe de li Orşelîmê derbas kiriye. 5  Yên ku min nas dikin, eger ew bixwazin, ew dikarin şahidiya vê yekê bikin ku ez wek yekî Fêrisî dijiyam û ez aîdî vê mezheba ku hûr û kûr xwe li Qanûnê digirt, bûm. 6  Lê ji ber hêviya bi soza ku Xwedê dabû bav û kalên me, ez niha li ber mehkemeyê sekinî me. 7  12 eşîrên me jî li benda eynî sozê ne ku bê cih, û ew bi şev û roj bi xîret ji Xwedê re xizmeta pîroz dikin. Ya Padîşah, ji ber vê hêviyê Cihû min sûcdar dikin. 8  Hûn çima bi vê yekê bawer nakin ku Xwedê miriyan radike? 9  Ez bi xwe emîn bûm ku gerek ez çi ji destê min tê bikim, da ku ez li dijî navê Îsayê Nasirayî rabim. 10  Min eynî tişt li Orşelîmê dikir. Min ji serokên kahînan destûr stand û gelek şagirt* avêtin hebsê, û gava ew dihatin îdamkirin, ez razî dibûm. 11  Min gelek caran di hemû sînagogan* de ew ceza dikirin, û min zor li wan dikir, da ku ew dev ji baweriya xwe berdin. Û ji ber ku xezeba min ew qas mezin bû, ez diçûm bajarên din jî ku zilmê li wan bikim. 12  Gava ez bi vê armancê û bi destûr û mesûliyeta ku serokên kahînan dabû min, diçûm Şamê, 13  ya Padîşah, nîvro di rê de min ronahiyek dît. Vê ronahiyê ji ronahiya rojê* zêdetir şewq dida û ji ezmên li dora min û kesên ku bi min re bûn, şewq da. 14  Û gava em hemû ketin erdê, min dengek bihîst, ê ku bi zimanê Îbranî ji min re got: ‘Saûl, Saûl, tu çima zilmê li min dikî? Eger tu li dijî kesê ku şiva sertûj digire rabî, tuyê zerarê bidî xwe.’ 15  Min got: ‘Efendiyê min, tu kî yî?’ Wî got: ‘Ez Îsa me, yê ku tu zilmê li wî dikî. 16  Rabe û li ser lingan bisekine. Ez ji te re xuya bûm ji ber ku min tu hilbijartî. Tuyê hem ji bo tiştên ku te dîtine hem jî ji bo tiştên* ku ezê nîşanî te bidim, bibî xizmetkar û şahidê min. 17  Û ezê te ji vî xelkî û ji miletên ku ezê te bişînim ba wan, biparêzim. 18  Tuyê çavên wan vekî û wan ji tariyê derxî ronahiyê, û ji destê Şeytan derxî û bibî ba Xwedê. Ji ber ku ew bi min bawer dikin, gunehên wan wê bên efûkirin, û ewê bi pîrozan re mîrasê bistînin.’ 19  Loma, ya Agrîpa Padîşah, tiştên ku Îsa di vê dîtiniyê de ji min re gotin, min eynî wisa kir. 20  Ez pêşî çûm ba kesên li Şamê, paşê ba kesên li Orşelîmê, ba kesên li temamiya herêma Cihûstanê û ba miletên din jî. Min ji mirovan re got ku gerek ew tobe bikin û werin ser rêya Xwedê û bi kirinên xwe nîşan bidin ku wan tobe kiriye. 21  Ji ber vê yekê, Cihûyan ez di îbadetgehê de girtim û dixwestin min bikujin. 22  Lê bi alîkariya Xwedê, ez heta roja îro mizgîniyê didim kesên biçûk û mezin. Ez ji van tiştên ku Pêxemberan û Mûsa ji berê ve gotibûn, zêdetir tiştekî nabêjim: 23  Lazim bû ku Mesîh cefayê bikişîne, û wek ê pêşîn ji mirinê bê rakirin ku ji vî xelkî û ji miletên din re mizgîniyê belav bike û ronahiyê bîne.” 24  Gava Pawlos ev tişt ji bo parastina xwe digotin, Fêstos bi dengekî bilind got: “Pawlos, te aqlê xwe winda kiriye! Zêdexwendina te tu dîn kirî!” 25  Lê Pawlos got: “Ya Fêstosê Qedirgiran, ez dîn nebûme, lê gotinên min rast û maqûl in. 26  Padîşah bi van hemû tiştan baş dizane, loma ez bi serbestî xeber didim. Ez emîn im ku yek ji van tiştan jî ji wî ne veşartî ye, çimkî ev tişt ne bi sir hatine kirin. 27  Ya Agrîpa Padîşah, gelo tu bi gotinên Pêxemberan bawer dikî? Ez dizanim ku tu bawer dikî.” 28  Hingê Agrîpa ji Pawlos re got: “Hindik maye ku tu min bikî Mesîhî.” 29  Li ser vê yekê Pawlos got: “Ez ji Xwedê re dua dikim ku zû dereng ne bi tenê tu, lê her kesê ku îro guh dide min, wek min bibe Mesîhî, lê bêyî ku ew bi van zincîran girêdayî be.” 30  Hingê padîşah rabû, û walî, Bernîkê û hemû kesên ku bi wan re rûniştî bûn jî rabûn. 31  Gava ew derdiketin, wan ji hevdû re digot: “Vî zilamî tiştekî ku hêjayî girtin yan mirinê ye, nekiriye.” 32  Agrîpa ji Fêstos re got: “Eger vî zilamî doza xwe nebira ba Qeyser*, fersend wê hebûya ku ew bihata berdan.”

Jêrenot

Bi herfî “yên pîroz”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “tav”.
Yan “tiştên ku bi min ve girêdayî ne”.
Yan “Sezar”.