Karên Şandiyan 27:1-44

  • Pawlos bi gemiyê diçe Romayê (1-12)

  • Bayekî qewî li gemiyê dixe (13-38)

  • Gemî ji hev vedibe (39-44)

27  Gava qerar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos bi çend girtiyên din re dan destê fermandarekî bi navê Yûlyos, ê ku di koma Augustus* de bû. 2  Em li gemiyekê siwar bûn, a ku ji Edremîtê diçû cure cure cihên li perava herêma Asyayê*, û ketin rê. Arîstarxosê Makedonî yê ku ji Selanîkê bû, bi me re bû. 3  Roja din em li Saydayê peya bûn. Yûlyos qencî li Pawlos kir û îzin da wî ku ew here ba hevalên xwe, da ku ew alî wî bikin. 4  Ji wê derê em bi rê ketin, û ji ber ku ba ber bi gemiya me ve dihat, em di ber aliyê Qibrisê re çûn. 5  Paşê em di behrê re di ber Kîlîkya û Pamfîlyayê re derbas bûn, û gihîştin Mîrayê, bajarekî Lîkyayê. 6  Li wê derê fermandar gemiyeke ku ji Îskenderiyeyê diçû Îtalyayê dît, û wî em li wê siwar kirin. 7  Gelek roj em hêdî hêdî diçûn, û bi zehmet em gihîştin Kinîdosê. Ji ber ku ba rêya me girt, em di ber aliyê Girîtê re di pêşberî Salmoneyê re derbas bûn. 8  Û bi zehmetiyeke mezin em di ber aliyê peravê re çûn û gihîştin cihekî bi navê Lengergeha Bedew, ê ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû. 9  Piştî ku çend wext derbas bû û êdî bitalûke bû ku em bi gemiyê bi rê kevin, heta rojîgirtina Roja Kefaretê jî derbas bûbû, loma Pawlos wisa tewsiye kir 10  û got: “Zilamno, ez dibînim ku ev rêwitî dikare bibe sebeb ku em ne tenê bar û gemiya xwe, lê jiyana xwe jî winda bikin.” 11  Lê belê, li şûna ku fermandar guh bide Pawlos, wî guh da gemîvan û xwediyê gemiyê. 12  Ji ber ku ne baş bû ku ew zivistanê li lengergehê derbas bikin, gelekan tewsiye kir ku em herin û xîret bikin ku bigihîjin Finîksê û zivistanê li wê derê derbas bikin. Finîks lengergeha Girîtê bû, ya ku li başûr û li bakurê rojavayê dinêrî. 13  Gava bayekî hênik ji başûr ve hat, ew fikirîn ku ewê bigihîjin armanca xwe. Loma wan lenger kişandin jor û di ber aliyê Girîtê re nêzîkî devê behrê çûn. 14  Piştî wexteke kin, bayekî qewî ji bakurê rojhilatê* rabû. 15  Ji ber ku ba li gemiyê xist û me nikaribû li hember ba herin, me dev jê berda û hişt ku ba me bibe. 16  Em di ber giraveke biçûk a bi navê Kawda re derbas bûn, û me bi zorê destê xwe gihand qeyîka* ku li pişta gemiyê bû. 17  Piştî ku wan qeyîk kişand jor, wan gemî ji binî ve bi kendîran girêda. Ji ber ku gemîvan tirsiyan ku gemî ber bi Sîrtê ve here, wan bavanên gemiyê daxistin jêr û hişt ku ba wan bikişîne. 18  Ji ber ku ba em vir de wê de dibirin, gemîvanan roja din dest pê kir ku barê gemiyê bavêjin behrê. 19  Û di roja sisêyan de wan hacetên gemiyê jî avêtin behrê. 20  Gelek roj ne tev ne jî stêr xuya bûn, û bayekî qewî li gemiyê dixist. Di dawiyê de hêviya ku emê xelas bibin winda dibû. 21  Piştî ku wan wexteke dirêj xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rabû û got: “Zilamno, eger we guh bidaya şîreta min û ji Girîtê derneketana behrê, weyê ew qas zerar nedîta. 22  Lê niha ez ji we rica dikim, dilxurt bin. Çimkî kesek ji we wê nemire, bi tenê gemî wê ji destê me here. 23  Îşev, Xwedayê ku ez xizmetkarê wî me û ez jê re xizmeta pîroz dikim, melekek şand ba min, 24  ê ku wisa got: ‘Netirse Pawlos! Gerek tu herî ber Qeyser*. Va ye, Xwedê wê hem te hem jî hemû kesên ku bi te re ne, xelas bike.’ 25  Loma zilamno, bila dilê we xurt be! Çimkî ez baweriya xwe bi Xwedê tînim û emîn im ku hemû gotinên melek wê bên cih. 26  Lê gerek em gemiya xwe li giravekê bidin sekinandin.” 27  Îcar bû şeva 14an û em hê di Behra Adriyayê de diherikîn. Li dora nîvê şevê gemîvan fikirîn ku em nêzîkî devê behrê bûne. 28  Hingê wan kûrahiya avê pîvand û dîtin ku ew 36 metre kûr e. Ew hinek pêş ve çûn û dîsa pîvand, û wan dît ku av êdî 27 metre kûr e. 29  Ji ber ku ew ditirsiyan ku gemî li zinaran bikeve, wan çar lenger avêtin û hêvî dikirin ku roj derkeve. 30  Lê gava gemîvanan dixwest ji gemiyê birevin, wan wisa kir qey ew lenger diavêjin, lê wan qeyîk xist avê. 31  Wê demê Pawlos ji fermandar û eskeran re got: “Eger ev zilam di gemiyê de nemînin, hûn nikarin xelas bibin.” 32  Hingê eskeran benên qeyîkê jêkirin, û qeyîk ket avê. 33  Nêzîkî serê sibê Pawlos ji hemûyan rica kir ku ew hinek xwarinê bixwin. Wî got: “Îro roja 14an e ku hûn bi tirs li derdora xwe dinêrin, û we qet tiştek nexwariye. 34  Loma ez ji bo xêra we rica dikim ku hûn tiştekî bixwin, çimkî porek jî wê ji serê yekî ji we winda nebe.” 35  Piştî van gotinan, wî nan hilda, li ber wan ji Xwedê re şikir kir, nan şikand û xwar. 36  Hingê dilê hemûyan xurt bû, û wan jî dest pê kir ku tiştekî bixwin. 37  Di gemiyê de em bi temamî 276 kes bûn. 38  Piştî ku wan têr xwar, wan genim avêt behrê û barê gemiyê siviktir kir. 39  Gava bû roj, wan nizanî ku ew digihîjin ku derê, lê wan peraveke vala dît û dixwest gemiyê li wê derê bidin sekinandin. 40  Hingê wan kendîrên lengeran jêkirin ku ew bikevin avê. Di eynî demê de, wan benikên bêrikan sistkirin, bavana pêşiyê li ba vekirin û berê xwe dan peravê. 41  Lê gemî ket nav qûmê* û li wê derê sekinî. Serê gemiyê di qûmê de çikilî û qet neleqiya. Lê pişta gemiyê ji ber hêza pêlên avê ji hev vebû. 42  Hingê eskeran qerar da ku girtiyan bikujin, da ku tu kes avjeniyê neke û nereve. 43  Lê fermandar nehişt ku ew vê yekê bikin, ji ber ku wî dixwest Pawlos xelas bike. Wî emir da kesên ku dikarin avjeniyê bikin ku ew xwe bavêjin avê û pêşî bigihîjin devê behrê. 44  Û yên mayî dikarin yan li ser daran yan jî li ser parçeyên gemiyê piştî wan bên. Bi vî awayî, hemû kes bi selametî gihîştin devê behrê.

Jêrenot

Sernavê Împaratorê Romayî.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Ji vî bayî re Evrakîlon dihat gotin.
Yan “belem”.
Yan “Sezar”.
Yan “xîz; remil”.